Di 13ê çileyê de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser ekranên TVyan nirxandinên sala borî kir. Di van nirxandinan de gelek mijarên ku di nav salê de qewîmîbûn bi lêv kir, li gor xwe şîrovê kir.
Di van nirxandinên Lavrov de ya bala raya kurdan kişand mijara ‘Iraq û Tirkiye destûr nadin avakirina Dewleta Kurdan’ bû. Baş e, di vê pêvajoyê de tu aliyên siyasî yên kurd jî behsa avakirina dewletekî kurdan nekiriye. Tişta ku diqewime ew e ku li ser neteweya kurd komkujî û nifşkujiyek pêk tê. Kurd hewl didin ku hebûna xwe biparêzin û mayînde bikin. Ên ku dixwazin neteweya kurd ji holê rakin û ji bo vê jî her roj êrîş dikin Dewleta Tirk û Dewleta Îranê ne. Lê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li cihê ku êrîşkaran vebêje, qurbaniyên van êrîşan tawanbar dike, gefan li wan dixwe, wan hedef nîşan dide.
Başe Lavrov çima navê Iraqê û Tirkiyeyê bi hev re bi lêv dike? Di rastiyê de rewşeke ku Iraq destûrê nede kurdan nîn e; ji ber ku Iraqê destûra federasyona neteweya kurd pejirandiye, serokkomar û wezîrê derve yê Iraqê di opozîsyona kurdan de cih digirin. Anku ev angaşt polîtîk e, hînek tiştan perdepoş dike. Ya tê perdepoşkirin Îran e. Lavrov aşkera navê Îranê nade. Ji ber ku Îran hevalbendê wan e. Li vê pêvajoyê de naxwazin kurd li dijî Îranê bikevin nav liv û tevgerekî. Lê hem em wek kurd baş dizanin hem jî Lavrov dizane ku di mijara kurd û Kurdistanê de peymana Qesr-i Şîrîn heta îro Sefawî-Osmanî, Îran-Tirkiye her gavê bi hev re plan kirine. Mînaka herî dawiyê ew e ku di referandûma serbixwe ya Başur de Îran û Tirkiyeyê bi hev re bi darê zorê di nav rojekî de ji sedî 52 axa kurdan ji destê kurdan derxistin.
Xaleke din ku Lavrov ji ber wê zikêşiyê dijî û vê tîne ziman jî ev e: “Li bakurê Suriyeyê çavkaniyên petrolê hene, ev dewlemendî di destê kurdan de ne. Me got di navbera xwe û Sûriyeyê de pirekî çêkin, lê wan a me guhdar nekir, pala xwe dan Amerîkayê û gotin em ê dewletekî çêkin.”Lê ev gotin û şîrove buxtan in. Rêxistinên kurdan tu carî negotine em ê bi Amerîka re dewleteke kurdan ava bikin. Berovajî vê hemû civînên Lavrov jî û nûnerên welatên wê di nav de, nûnerên kurdan bi dehan caran xwestine bi rejîma Sûriyeyê re li ser bingeha destûreke demokratîk, pergaleke nenavendî (federasyon, xweserî) li hev bikin, ev yek pêşniyaz kirine, plan û projeyên demokratîk bi pêş xistine. Herwiha destûra ku Dewketa Rûsyayê amede kiribû, di 2018an de bi giranî ji aliyê rêvebirên kurd ve hatibû pejirandin jî. Lê rejîma Esad qebûl nekir, a qebûlkirî jî salane 200-300 hezarê hemwelatiyên wan nîn e. Ya rast her tiştê kurdan ji destê wan hatiye standin, war û malên wan bi navê kembera ereban dane ereban, ji deştê anîne bi cîh kirine. Anku bi vî mafê jî wek tiberik didan.
Mijara çavkaniyên petrolê mijareke girîng e. Ev petrol ji axa kurdan dertê. Ruxmê vê jî rêvebiriya kurd bi dehan caran got ku “Fermo; em destûreke bingehîn a demokratîk çêkin, dewlemendiya sererd û binerd bi rêbazeke adilane parve bikin.” Lê Lavrov û rejîma Suriyeyê jî got: “Na, hûn ê giştî bidin me, em paşê ser mijarên siyasî guftugoh bikin.”
Welatê Lavrov pêşneyaziya modela Çeçensitanê li rejîma Suriyeyê kir, lê wan qebûl nekir. Herwiha modela Tanzanya jî pêşneyaz kirin dîsa qebûl nekirin. Lê Lavrov dîsa jî bêşerm kurdan tawanbar dike.
Lavrov di beşa çareseriyê de jî got: “Em, Îran, Tirkiye û Çîn di nava vê pêvajoyê da cih bigirin da ku pêşeroja Sûriyeyê diyar bikin.” Ev pêşniyaz tenê tê wetaya ku tu carî dê destûr nedin ku kurd mafên xwe yên mirovî û hebûna xwe ya neteweyî bi dest bixin. Ev hişmendî ev nêzîkî 150 sal in mijara kurd wek amurekê digire dest. Armanca Îran û Tirkiyeyê jî bi awayekî tunekirina kurdan e. Çîn jî tu carî li ser mijara kurdan xwedî tu proje nîn e. Herwiha ji bo tu netewan nîn e, tenê berjewendiyên aborî esas digire.
Derencam; Lavrov kiryarên xwe yên li Rojhilata Navîn winda kir. Li qurbaniyan digere ku li gor xwe Tirkiyeyê dilxweş bike. Ji bo vê jî kurdan tawanbar dike, da ku demeke din di şerê li Ukranya de di bazara rêş de alîkar bin. Lê nizane ku êdî bêhna tirkan çikiyaye, NATO û hevalbendê wê li ser pêxiriya tirkan rûniştine. Rista Tirkiyeyê ya dema şerê sar êdî pir lewaz e. Îran qeyrana sosyolojîk, aborî, bîrdozî dijî, kefenê mirinê lê hatiye pêçandin. Anku tu dê nikaribin tu sûdê bidin Lavrov û welatê wî. Rûsya dê di israrkirina şaşitiya Sûriyeyê de winda bike, êdî nikaribe kesekî ku tawanbar bike jî bibîne. Ji ber ku wê demê êdî kurd dê bibin faktorên esasî. Ya giring ew e ku divê Lavrov û siyaseta Rûsyayê dev ji şaşîtiya ku kurdan wek amûr digirin dest berdin. Rê û rêbazên hevkariyên stratejîk bi pêş bixin, ji ber ku kurd cînarên wan in.