Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê di meha sibatê de dest pê kir û 3 mehan li pey xwe hişt. Şer hê jî didome û Rûsya encama ku jê dixwaze nagire. Ligel vê rewşê jî hê ne diyar e ku wê çawa bi encam bibe. Lewre Rûsya bi şer re bi tecrîdeke mezin a navneteweyî re rû bi rû ye û di hêla aboriyê de rojên gelek zor û zehmet li pêşiyê ne.
Şerê ku didome ji gelek aliyan ve bandorê li dinyayê jî dike; ji ber para mezin a enerjî û genim a Rûsyayê, bi taybetî jî di hêla enerjî û xurekê de bûye sedema krîzeke mezin a kurewî. Ji ber vê sedemê hêzên navneteweyî ji niha ve li alternatîfan digerin û dixwazin bandora şerê Rûsya û Ukraynayê ya li ser xwe sivik bikin.
Welatên endamên NATO’yê bi pêşengiya Îngilistanê di hêla enerjiyê de çav berdane çavkaniyên Herêma Kurdistanê. Tirkiye ango desthilata AKP’ê ku beriya şer û di rojên destpêkê yên şer de xwest bibe “qasidê aştiyê” di demên dawîn de dev ji vê rola xwe berdaye. Di ser vê lêgerîna bi pêşengiya Îngilistanê de ji bo fikarên xwe yên ji kurdan siyaseteke qirêj a hevsengiyan dimeşîne.
Ji bo xweşkirina vê rewşê Tirkiyeyê endamtiya xwe ya NATO’yê bi kar anî; bi erêkirina hevalbendên xwe yên NATO’yê û bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşeke mezin kir.
Bi vê siyaseta hevsengiyê Tirkiye dixwaze derbên giran li PKK’ê bide û wê bêbandor bike. Lewre ji ber ku bêbandorkirina PKK’ê bi dilê hevalbendên wê yên NATO’yê ye jî dengê xwe ji êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan dernaxin û di ser PDK’ê re piştgiriya êrîşan dikin. Lê ligel ku mehek di ser êrîşan re derbas bû jî hê Tirkiye û hevalbendên xwe encam negirtine.
Serokkomar Tayyîp Erdogan ku di têkbirina destkeftiyên kurdan bi israr e; bi vî şerê li dijî Başûr bi sînor nema û şerê xwe yê li dijî kurdan derxist asta navneteweyî. Weke tê zanîn welatên Skandinavyayê Swîsre û Fînlenda ku ji Rûsyayê fikara êrîşê dikin, bi armanca parastinê dixwazin dev ji bê alîbûna xwe ya navneteweyî berdin û bikevin NATO’yê.
Erdogan ji bo vê hewldana herdu welatan jî dijberiya xwe kurdan danî holê. Ji ber ku têkiliyên Swîsre û Fînlendayê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hene û gelek kurdên ku ji ber zilm û zordariya AKP’ê xwe li wan girtine, Erdogan li dijî endamtiya NATO’yê ya herdu welatan derdikeve.
Weke şert ji bo qebûlkirina wan a NATO’yê Erdogan dixwaze herdu welat têkiliyên xwe yên bi kurdan re qut bikin û piştgirî bidin şerê wî yê li dijî destkeftiyên kurdan. Heta niha herdu welatan daxwazên Erdogan qebûl nekirine. Lê ev nayê wê wateyê ku wê şertên Erdogan qebûl nekin! Hevdîtinên ku bi wan re bên kirin wê vê diyar bikin.
Ev daxwaza Erdogan bê qebûlkirin jî neyê qebûlkirin jî pir zelal li holê ye ku Erdogan dixwaze şerê xwe yê li dijî kurdan di her qadê de bidomîne. Lê rastiyeke wiha jî heye; her tişt li gorî dilê mirov çênabe. Dibe ku Erdogan van daxwazan bike û ava serê kurdan bikelîne. Lê hê ne diyar e ku wê serê kê bi vê avê bê şûştin. Jixwe wisa ne hêsan e her tişta ku mirov bixwaze bi destê mirov re bê!