Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li ser navê malbatê bi Rêber Abdullah Ocalan re di 23’ê Cotmehê de hevdîtinek kir. Piştî 43’an yekem car bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hat. Rêber Abdulah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di tecrîda giran de tê ragirtin. Hevdîtinê hem li nava raya giştî ya neteweyî hem jî navneteweyî deng veda. Rêber Abdullah Ocalan bi rêya biraziyê xwe Omer Ocalan peyamek gihand raya giştî û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê dewam dike û got: “Tecrîd berdewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku vê pêvajoyê ji zemîn şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bikim.”
Yek ji piştevanên pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ Parlamentera Sosyalîst a Swîsreyê ya Parlamenta Fedearl Laurence Fehlmann Rielle der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan û peyama wî ji Nûçegîhanê ANF’ê Serkan Demîrel re axivî.
Agahî stendina ji Rêber Ocalan girîng e
Parlamentera Swîsreyî Laurence Fehlmann Rielle diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Apo re hate kirin girîng e û got: “Piştî tecrîda giran a ji 44 mehan pêkhatina vê hevdîtinê balkêş e, ji ber ku normal ji Adara 2021’ê û vir ve Abdullah Ocalan nikare xizmên xwe, bi taybetî jî parêzerên xwe bibîne. Em zanin ku ev tecrîd dibe sedem ku li ser rewşa derûnî û tenduristiya Abdullah Ocalan dibe sedema fikaran. Abdullah Ocalan ku normal xwedî mafê berdanê ye, 25 sal in li girtîgeha tecrîdkirî tê ragirtin. Her wiha em zanin ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) serdana Îmraliyê kir, lê belê rapora xwe ya dawî hîn neweşandiye û ji bo karibe nêrînên xwe yên li ser şert û mercên ragirtina Ocalan bîne ziman amûrên heyî bi kar nîne. Di nava van şert û mercan de hevdîtina Ocalan a bi biraziyê xwe re rewşeke nû û girîng e. Gelo ev bûyer nîşaneya wê yekê ye ku rayedaran bi taybetî jî Serokkomar Erdogan bi Abdullah Ocalan re dest bi diyalogê kiriye? Abdullah Ocalan hîn jî li ser Kurdan xwedî bandoreke mezin e û di pêvajoya aştiyê de fîgurekî esasî ye. Ev hewldan cara yekê ye tê kirin? Omer Ocalan weke endamekî malbatê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, ya jî weke nûnerê DEM Partiyê hevdîtin pê re kir? Ev pirs bêbersiv jî bin, em dîsa jî xweşbîn bin: Ev yek işareteke erênî ye.”
Abdullah Ocalan ji bo çareseriya aştiyane tedikoşe
Parlamenter Fehlmann Rielle qala peyama Rêber Apo kir û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk bersivê bide vê peyamê. Fehlmann Rielle got: “Bi dîtina min, Abdullah Ocalan bi rêya peyama xwe hewl dide pêşî li danûstandinên ji bo aştiyê veke. Weke ku min got, Abdullah Ocalan girtî jî be di nava Kurdan de hîn jî gelekî bi gandor e. Weke ku di peyamê de jî em dibînin, Abdullah Ocalan bi rastî jî ji bo aştiyê zorê dide desthilatdariya Tirk. Dibe ku rewşa ne aram a li cîhanê jî faktorek ji bo pêkhatina vê hevdîtinê ye: Dibe ku Tirkiye zextê li ser xwe dibîne. Sermeselê, şerê navbera Îsraîl û Fîlîstînê gelekî bi fikar e û dibe ku ne aramiya Tirkiyeyê hîn zêde bike. Lê belê divê em bibînin bê dewama vê hevdîtinê wê hebe yan na, ji niha û pê ve wê encameke baş jê bê yan na. Li gel vê yekê jî her hewldaneke ji bo çareseriya vî şerê demdirêj wê kêrhatî be. Şerê heyî ne bi kêrî gelê Kurd tê ne jî Tirkan.”
‘Hêza Abdullah Ocalan heye’
Parlamenter Fehlmann Rihelle banga şefê MHP’ê Devlet Bahçelî jî nirxand û got, “Daxwaza jinûve hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hêza seferberiyê ya Abdulllah Ocalan û Kurdan nîşan dide, ku li gel zext û zordariyê jî naheje. Em zanin ku artêşa Tirk êrîşan dibe ser Sûriye û Iraqê. Her wiha em zanin ku dixwaze nûnerên Rojava bitepisîne ku hewl didin civakeke aram û wekhev biafirînin. Hewl dide van herêman kontrol bike. Li gel van zext û zordariyan jî gelê Kurd bi biryar e. Dîaspora Kurdan a li Ewropayê jî gelekî girîng e. Dîasporaya Kurd bi taybetî ji Cotmeha 2023’an û vir ve ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiyan lidar dixe; bêguman van çalakiyan deng vedan. Dibe ku ev rewş bû sedem ku dewlet û Erdogan helwesta xwe biguherînin.”
Armanc divê azadiya Abdullah Ocalan be
Parlamentera Swîsreyî Fehlmann Rielle destnîşan kir ku hevdîtina bi Rêber Apo re têrê nake, armanca esasî divê azadiya wî be û got, “Dem ew dem e ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê kampanya navneteweyî bê mezinkirin. Gelekî girîng e ku bê bibîrxistin; Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd parçeyek ji çareseriyê ye û hêzên pêşverû divê ji bo wî seferber bibin. Ev yek di heman demê de tê wateya seferberiya ji bo xweseriya gelê Kurd.”