Di salên dawî de DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şam, Bexda, Heleb û gelek navendên din çalakî û êrîşên xwe zêde dikin. Bi taybet piştî erdheja sibata 2023’an DAIŞ`ê êrişên xwe li Sûriyê zêde kirin û sivîl kirin hedef. DAIŞ`ê di 2023’an de li herêma El Sexne ya rojhilatê Humsê welatiyên ku dombelan kom dikirin û bendeke hêzên hikumeta Şamê ya herêma Dibiyat kirin hedef û di encamê de 61 welatî û 7 endamên hêzên hikumeta Şamê kuştin. Îro bi deh hezaran endam û malbatên DAIŞ’ê li Kampa Holê ten ragirtin û gelek ji wan li girtîgehan tên girtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çalakiya şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li deverên cuda yên herêmên hikumeta Şamê yên çolistana Sûriyeyê didome. Di encamê de bi sedan sivîl û leşker hatin kuştin. Girêdayî wê, SOHR’ê diyar kir ku ji destpêka sala 2024’an ve, di 208 êriş û pevçûnên li deverên cuda yên çolistana Dêrazor, Reqa û Himsê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de, 585 kes hatin kuştin.
Pispora lêkonînên li ser komên çeteyan û Rojnameger Lamar Ergendî der barê rewşa DAIŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir.
Sanaryoya DAIŞ û Dewleta Tirk
Rojnameger Lamar Ergendî, der barê êrîşên li dijî HSD’ê û rewşa DAIŞ’ê nirxandin kir. Lamar, anî ziman ku di destpêka aloziya li Sûriyeyê de gelek rapor der barê piştgiriya dewleta tirk a ji rêxistina DAIŞ’ê re aşkera bûn û wiha got: “Gelek welatên wekî Rûsyayê ku ji nêz ve tev li kar û barê Sûriyeyê dibûn gelek caran raporê di vê der barê de weşandin. Dewlet tirk hemû deriyên xwe û balafirgehên xwe li pêşiya alîgir û endamên DAIŞ’ê vekirin da ku ji her deverê werin derbasî axa Sûriyeyê bibin. Çi kesê ku dixwest tev li dewleta xîlafetê bibin bi riya Tirkiyê derbasî axa Sûriyeyê bûn. Plana Dewleta Tirk wiha bû ku pêşî deverê bixe bin kontrola DAIŞ’ê û paşê ji wan bixwaze ku derkevin û cihê xwe ji dewleta tirk re bihêlin. Dewleta Tirk plan dikir ku di pratîkê de ji rêxistina DAIŞ’ê bixwaze ku herêmê ji wan re bihêlin lê di medyayê de wekî ku wan DAIŞ’ê têk biriye û ew bajar ji wan rizgar kiriye nîşan bide. Ew şanoya ku Dewleta Tirk li Cerablusê lîst dixwest li hemû bajarên di bin destê DAIŞ’ê de ye jî bilîze. Cerablus di destê DAIŞ’ê de bû. Dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re li hev kir ku bajar dewrî wê bikin. Lê medyayê wekî ku Dewleta Tirk ew bajar ji DAIŞ’ê rizgar kir nîşan da.”
HSD’ê planên dewletê pûç kir
Lamar, anî ziman ku her çendî di medyayê de wekî ku ew bajar rizgar kiribe nîşan da jî, lê di rastiyê de Dewleta Tirk ew bajar dagir kir û piştre jî gelek bajarên din dagir kir. Ji xwe plana Dewleta Tirk a sereke ew bû ku çeteyên DAIŞ’ê bişîne bajarên Rojava û DAIŞ’ê wan bajaran radestî dewleta tirk bike. Lê Hêzên Parastina Gel (YPG Û YPJ) û piştre jî Hêzên Sûriya Demokratîk HSD bi berxwedana xwe ew plan vala derxistin û nehiştin ku çeteyên DAIŞ’ê bajarên wan dagir bike. Lewre jî Dewleta Tirk dijminatiyeke mezin bi HSD’ê re dike. Lewre jî Dewleta Tirk di hemû êrîşên xwe de dixwaze ku firsendê ji DAIŞ’ê re ava bike da ku bikaribe li dijî herêmê tevgerekê bike û herêmê bêewle bike û rê li ber koçberiya welatiyên herêmê veke.”
Di encama şer de gelê Lubnanê koçber dibin
Rojnameger Lamar Ergendî anî ziman ku rêxistina terorîst DAIŞ di her firsendê de dixwaze dîsa çalak bibe û wiha got: “Bi taybetî ji ber ku raya giştî ya navdewletî bi hin tiştên din ên wekî şerê Rûsya û Ukraynayê, rewşa aloz a Sûdanê, krîza li Xezayê û her wiha têkliliyê Îran û Îsaraîlê mijûl dibe, her ku diçe aloztir dibe. Di encama wan nakokiyan de êrîşên ku niha Îsaîlê li dijî Hizbulaha Lubnanê pêk tîne û di encamê de bi hezaran gelê Lubnanê koçber dibin û bi dehan kes di encama van êrîşan de hatin kuştin.”
DAIŞ dixwaze dîsa xwe bi hêz bike
Rojnameger Lamar Ergendî, da zanîn ku ev rewş û bûyerên ku behs kirin tev rê li ber çeteyên DAIŞ’ê vedikin ku ji nû ve xwe li Sûriye, Iraqê û başûrê Afrîqayê çalak bikin û wiha axivî: “DAIŞ’ê sûdê ji vê rewşê digire û dixwaze sempatî û alîgirên xwe zêdetir bike. Ji aliyê madî ve jî xwe xurtir bike. DAIŞ’ê tevî ku li ser erdê êdî xuya nake û têk çûye jî lê hîna jî dikare bi riya pereyan û şaneyên xwe yên veşartî gelek çalakiyan bike. Bi vê yekê rêxistina DAIŞ’ê dixwaze xwe bihêz bike da ku dîsa dewleta xwe îlan bike, wekî çawa ku li Sûriye û Iraqê kiribû.”
Dewleta Tirk bi êrîşan dixwaze DAIŞ’iyên girtî birevin
Rojnameger Lamar bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a dagirker ên bênavber li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên û ev agahî dan: “Ew êrîşî deverên ku sivîl lê dijîn dike û dibêje şerê Hêzên Sûriya Demokratîk dike. Armanca êrîşên dewleta tirk xirakirina binesaziya herêmê ye. Navendê tenduristiyê dike armanc. Derdora zindanên ku çeteyên DAIŞ’ê tê de girtî ne dike hedef. Ev êrîşên dewleta tirk jî wekî destek û alîkariya çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan çeteyan tê nirxandin. Bi van êrîşan moral dide malbatên girtiyên DAIŞ’iyan. Di encama van êrîşên ku hêvî û moralê dide çeteyan û malbatên wan gelek caran hewldanên reva ji zindanan pêş xist. Di encamê wan hewldanên reva çeteyan de di nava welatî û şêniyên herêmê de tevlihevî û tirsê çêdike û di encamê de hin kes ji herêmê koçber dibin. Bi valakirina herêmê jî dîsa dewleta tirk dixwaze ku çawa li Efrîn, Serêkaniyê û Girê sipî kir dîsa hin deverên din dagir bike.”
Axa ku Dewleta Tirk dagir kiriye hêlîna DAIŞ’ê ye
Rojnameger Lamar Ergendî, bal kişand ser şere Hêzên Hevpeyman a bi serkêşiya Amerîkayê û Hêzên Sûriya Demokratîk û wiha pêde çû: “HSD û Hêzên Hevpeymanên şerekî dijwar li dijî DAIŞ’ê dimeşînin. Van hêzan gelek operasyon li dijî rêveber û berpirsên rêxistina DAIŞ’ê bi hevre pêk anîn. Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şaneyên veşarî yên DAIŞ’ê operasyonên mezin tên kirin. Ne tenê li herêmê Hêzên Koalisyonê bi hevkariya HSD’ê li gelek deverên din ên di bin kontrola dewleta tirk de ye jî li dijî berpirsên DAIŞ’ê operasyon kirin û ew serçete li Efrînê, li Babê û Cerablusê jî kuştin. Ev deverên ku niha di bin dagirkeriya Dewleta Tirk de ne ew hêlîn û cihê herî ewlene ji bo rêxistinên terorîst, hêzên paramîlîter û çeteyên DAIŞ’ê.”
Rojnameger Lamar Ergendî, bibîr xist ku hin welatên ku piştgirî û alîkariya çeteyan dikin jî hene û wiha lê zêde kir: “DAIŞ her ku firsendekê bibînin êrîşî sivîlan dikin. Êrîşên ku dewleta tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk tîne bi rengekî raste rast dikeve xizmeta çeteyên DAIŞ’ê. Piştî ku di sala 2019 an de di encama peymanekê di navbera Amerîka û Dewleta Tirk de HSD ji hin deveran vekişiyan û HSD’ê peywira parastina bajaran da Hêzên Asayîşê. Niha dewleta tirk wan navendên ku di bin berpisiyariya Asayîşê de ne ji alî dewleta tirk ve tên bombebarankirin. Bi vê yekê tevlihevî û tirsê li herêmê peyda dikin da ku gelê herêmê koçber bikin.”
Çete rêyan dibirin û bacê distînin
Rojnameger Lamar Ergendî, bal kişand ser çavkaniya pereyên DAIŞ’ê û got: “Gelek rê û rêbazên çeteyên DAIŞ’ê hene ku pereyan bidest bixin. Yek ji van rê û rêbazan bazirganiya bi qaçaxî ye, ku xelkê ji bajarên Sûriyeyê ber bi Iraqê ve bi riyên qaçax derbas dikin. Rêyan dibirin û baceyê ji wesayitên barhilgir û yên petrolê distînin. Baceyê li ser bazirgan û zengînên deverên ku lê hene ferz dikin. DAIŞ bazirganiya çekan û ya madeyên hişbir dike.
DAIŞ zarokan perwerde dikin
DAIŞ’ê di nava kampa Holê de jî bi riya şandeyên xwe yên veşarî bacê ji malbatên xwe yên li kampê distîne û bi taybetî, bi riya rêxistina istixbaratê ya jinê ku karê istixbaratî di kampa Holê de dimeşîne dike. DAIŞ’ê gelek zarokên malbatên xwe bi riyên qaçax û bi pereyan ji kampa Holê veguhestin bajarê Serêkaniyê û Girê Spî. Piştre jî bi riya torên bazirganî û qaçaxçîtiyê wan zarokan vediguhêzin ber destê DAIŞ’ê da ku li Çoltera Sûriyeyê wan perwerde bikin. Perwerdehiya çekan didin wan.”
Êrîşên Tirkiyeyê pêşiya DAIŞ’ê vedike
Rojnameger Lamar Ergendî li ser bandora êrîşên Dewleta Tirk jî rawestiya û wiha got: “Êrîşên Dewleta Tirk rê li pêşiya çeteyên DAIŞ’ê vedike. Kampên DAIŞ’ê talukeyeke mezine ji bo welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber ku malbatên DAIŞ’ê ew zarok bi fikrên cîhadî û DAIŞ’ê perwerde kirine. Sal bi sal talukeya wan zarokên DAIŞ’ê zêdetir dibe ji ber ku sal bi sal ew zarok mezintir dibin. Girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê lê girtî ne û li gelek bajarên rojavayê Kurdistanê hene ew jî talukeyeke mezin in ji ber ku ew bajarên kurdan li ser sînorê Tirkiyeyê ne.”
Tirkiye bi êrîşan dixwaze rêya revê li pêş DAIŞ’ê veke
Rojnameger Lamar Ergendî destnîşan kir ku Tirkiye di êrîşên xwe yên li dijî Rojava de derdora girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê lê girtî ne topebaran dikin firsendê didin reva wan û wiha pêde çû: “Rewşa ewlekariya wan zindanan naşibin rewşa girtîgehên cîhanê ên ku çete lê dimînin û ewlekariya wan bilind. Rewşa van girtîgehan ji ya girtîgehên Iraq û Siûdiyê û ji ya girtîgeha Guatînamoyê cudatir e. Ew girtîgeh bi riya ezmanî rojê 24 saatan tên şopandin. Ji bo parastinê vê girtîgehê leşkerên ku perwerdeya taybet dîtine bi vê peywîrê radibin. Çekên ku ew parêzvanên girtîgehê bikar tînin gelekî taybet û pêşketî ne. Lê mixabin ew îmkanên me behs kirin li van girtîgehên Rojava tune ne. Bêguman armanca Dewleta Tirk jî ji êrîşên li derdora wan girtîgehan ew e ku di nava vê tevliheviyê de dibe ku firsendekî bibînin ji wan girtîgehan derkevin û berê xwe bidin deverên di bin dagirkeriya dewleta tirk de da ku wan dewleta tirk wan di êrîşên li dijî Rojava de bikar bîne.
DAIŞ nikare wekî berê bijî
Rojnameger Lamar herî dawî anî ziman ku rêxistina DAIŞ’ê êdî nikaribe li ser erdê hebûna xwe wekî berê bidomîne û got: “DAIŞ, ji pêvajoya serdestiya erdnîgariyê derbasî pêvajoya şaneyên veşarî bûye. Lê tehlikeya vê rêxistinê di idyolojiya wê de ye di fikir û ramanên wê de ye ku hewl dide wan di nava gelê herêmê de belav bike. Bi taybetî li Sûriyeyê Kampa Holê cihekî navendî ye ji bo berdewamkirina fikir û raman û îdyolojiya rêxistina DAIŞ’ê. DAIŞ hêviyeke mezin ji wan ciwanan dike ku siberojê ji wan sûd bigire û belavkariya vê îdyolojiyê bike. DAIŞ bi riya medya dijîtal ne tenê li herêmê li hemû dinyayê îdyolojiya xwe belav dikin û bi wê yekê alîgirên xwe zêde dikin. Pereyan jî bêtir berhev dikin û bi wan pereyan bi riya şaneyên xwe yên veşarî êrîşî terorîstî dikin.”