24 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Lahur Şêx Cengî hat binçavkirin

Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî û birayên wî Polad Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Silêmaniyê ve hatin binçavkirin.

Şevê din li Silêmaniyê pevçûn rûdabûn û pevçûnên ku şev di saet 03.00an de destpê kir, heta saet 4 dewam kir. Bi hinceta “xirakirina ewlehiyê û aramiyê” duh di saetên şeve de derbarê Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî biryara girtinê hatibû dayîn. Lahur Şêx Cengî û birayên wî Polad Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Silêmaniyê ve hatin binçavkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Yekitîya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) duh êvarê fermana binçavkirinê ji bo Serokê Eniya Gel (Berey Gel) Lahûr Şêx Cengê derxist. Duh bişev di navbera hêzên YNKê yên ku hewl didan bikevin Otêla Lalezarê ku Lahûr Şêx Cengî lê ye û hêzên girêdayî Lahûr Şêx Cengî de pevçûn derket.

Waliyê Silêmaniyê derbarê şer û pevçûnên li Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir. Heval Ebubekir da zanîn ku bi şer û pevçûnan ti pirsgirêk çareser nabin, tenê wê pirsgirêk kûrtir bibin û got; “Em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku ji bo bidawîanîna vê rewşa nexwestî û her rûbirûbûn û pevçûneke ku aramiya giştî dixe metirsiyê hevkar bin.”