Hêj ez zarok bûm. Ji tariya şevê ditirsiyam. Min her tim di deyla dayika xwe de xwe vedişêrt. Da ku beq min nexwin. Qur qurrra dengê beqan wek dêwekî ji nava erdê derê û tên ser min dilerizim. Kêmekî mezin dibûm. Ji kergûşan û rûviyan ditirsiyam. Bi taybet gotûbêjên li ser tenûran li ser dêlegura ku zaroka didizin û bi şîrê xwe wan mezin dikin, ew jî wek zimanê guran dipeyivin. Li gorî çîrokbêjên me yê ser tendurê, ma di çîroka Rustemê Zal de jî li çiyayan teyrê Sîmark ew mezin nekîrî bû? Di vî warî de xwestekek me zarokan jî hebû, da ku em li çiyayan bibin mêrxas. Wek merxasekî bên hemberî cendirmeyan rawestin. Da ku nehêlin zulmê li gundiyan bikin.
Wê demê bijî perwerdahiya çiya û çolan. Di zaroktiyê de dilerizîm, ditirsiyam dema ku bûm 7 salî. Dayik, bav û dapîrên min dest pê kirin û gotin; “Êdî mîlyaketê Xweda li ser herdu milên te ne. Tu çi şaşî yan jî başiyan bikî ew ê binivîsîn û roja qiyametê, yan jî dema mirinê ew ê suda te bikin. Ku baş bin tu dê biçî bihuştê. Lê xirabiyên te zêde bin tu dê biçî dojehê”. Edî despêkirin çi rast e, çi şaş e, çi heram e, çi helal e, êdî ez ji siya xwe ketibûm gumanê. Min her gava xwe li gorî ku biçim bihuştê davêt. Ji ber ku bihuşt dê bextewariyeke bêdawî bida min.
Ez feqîriya malê. Bihuşt bêdawî zikê min têr bikira. Û beriya dîkê gundê me dengê lingê cendirmeyan deriyê hemû malên gundê me bişkandina jî dê nebûya, zilm û zilimkarî.
Bi taybet jî li vê cîhanê nêrîn an jî di xewna xwe de dîtîna porê jinê, sûretê jinê jî sedema guneh bû. Lê di bihuştê de bêsînor deriyê şewhetê vekirîbû. Di rastiyê de em zarok me di nava guftûgoyên xwe de dixwest ku em zû mezin bibin û zû jî bimirin. Da ku biçin bihuştê. Dapîramin mirin pir xweş dikir. Lê emrê wê 94 salî bû. Ne dixwest bimire. Dema mezin bûm min fêm kir ku ji bo jinê ne li vê cîhanê ne jî li wê cîhanê ya ku jê re bihûşt tê gotin aramî nîne. Dapîra min ji ber vê nedixwest bimire.
Li dibistana seratayî di polên 1-2-3-4-5’an de em li yek cîhî bûn. Me di nava hev de dixwend. Yek mamoste hebû. Destê wê de darê lêdanê hebû. Kê bi kurdî yek gotin bigota bi dar li wan dide. Bêrehm dar li serê me dida. Hawar Xweda. Me ji tirsan dixwest zimanê xwe bixwin.
Li ber her deriyekî zirevanek danîn
Mêr û mêraniya bav û gundiyan, dema berbanga sibehê cendirmeyên tirkan ketin nava gund û li ber devê her deriyekî zirevanek danîbûn; mêrê gund ji nav livînan derxistin û nîv tezî avêtin ser berfê. Ji bêçaretiyê çongê wan dilerizîn. Ji sermayê qirçe qirça diranên wan bû. Lawa fermandarî tirk dikirin da ku ji bo wan rehmê bike. Jin zarok, digiriyan. Hawar û nalîn bû. Cendirmê tirk mal hemû kel û pelên wan serobino kiribûn. Birinç savar, ar û şekir hemû tev li hev kiribûn.
Di dema ciwantiyê de metirsî hîn zêdetir bûn. Bajarê nenas, zimanê ku ciwan jê biyanî bûn, karkerî û metirsiya ciwan bêkar bimînin zêde bû. Rojê 8+2=10 saetan bênaver dixebitîn. Lê bêkar li welatê xerîb bîminim, li kolanê nenas bêser û bêşûn bimînim, dibe ku ez wek dizekî bêm tawanbarkirin.
Ji bo ez xwe ji vê tirsê rizgar bikin, fikra ku sereke ketibû serê me ‘A herî baş em bibin tirk’ bû. Ji bo em xwe wek tirk diyar bikin, me dev û lêvên xwe xil û xwar dikir. Da ku tirkiyek paqij biaxivin. Bi zorê gotin ji gewriya me derdiketin. Her wiha xeyalên me şewata keçên tirka dixemiland. Ji bo em bi keçeke tirkan re biaxivin, me cil û berg, rû û rûçik diguherand. Da ku silawekê bidin wan. Qet nebe kenekî me temaşe bikin. Bi rastî bi me dikeniyan. Lê bi halê me yê şerpeze û kanbax dikeniyan. Em wek mirov dimirin. Weke rewilekî din şêwaz digirt, form digirt. Xwe kujiyeke bêdawî dest pê kiribû. Me hebûna xwe vedireşî, tunebûna xwe vedixwar.
Ew gule teqiya. Guleya ku beroşa vexarina xwekujî çirand.
Rojekê asayî, germa havîne bû. Nûçeyên tv û rojnameyên tirkan, rojnameyên fermî yên dewletê û yên çepgir û yê rastgir di hemûyan de yek gotin hebû. Digotin; “Êrîşî qereqola me kirine” roj-dîrok 15’ê Tebaxa 1984’an bû. Kolan, çayxane, kargeh, li hemû qadên civakê wê rojê li ser vê nûçeyê diaxivîn. Ser serê dewletê bi xof, dengekî kelecan, “em ê 24 seetan koka wan jêkin” paşê gotin; ‘72 saet’ û heye roja îro bû 14 hezar û 235 roj, 341 hezar 640 demijmêr û 39 sal, rayadarê tirk hê jî dibejin; ‘Me qedand, em diqedînin’.
Wê rojê êdî em netirsiyan. Ji ber ku li her kolanên tirkan, li her qadên kar, an jî di rasthatinekê de dema me bêhemdî xwe jî bigota: “Ez kurd im”, ê hemberî me yekser wekî li hemberî wan hêzek heye û bêxwedî nîne, bi hurmet silav dida û ji me dûr diketin. Wê demê me fêm kir ku ew rojê tora tirsê, perdeya tirsa li ser roniya çevê me rabûye. Her wiha, dewlet û civaka tirkan ku sînorê zulim û zulimdarî diyar kiribû ku; êdî nikare zêde gavan bavêje!
Çavên kor derman kirin
Ji wê rojê û şûn de, zilm li kolan, sûk û salonên dadgehan zêdetir bû. Kuştin jî zêdetir bû. Lê refên wê rojê bêhtir zêde bûn. Guleya wê rojê tirsa di hiş, dil û ramanê de kuşt. Qidûmê çongê me av da. Çevên kor derman kir. Êdî tevî mirinê genaralê Apê Mûsa meşiyan ser mirinê.
Wek helbestvanê welatê Şîîlî Paplo Neruda, di helbestê xwe de dibêje:
“Cellat ji xewa xwe hişyar bû
Got: ey xwedayê min,
ev çi cûre raz e
Ez her dukujim ew zêde dibin,
Lê ez her roj xilas dibim, pûç dibim.”
Ji vê rojê û şûn de, edî em jî ne em ê rojeke berê bûn, wek tê zanîn di hemû olan de dema dua dikin, berê xwe didin qiblegeha xwe. Ji wê rojê û şûn de qibleya tekoşînê diyar bû. Îro jî ew roj pêşeroja me ronî dike.
Wê demê sîh kes bûn, îro 70 milyon kesan berê xwe daye wê qiblegeha azadiya kurd û Kurdistanê