Darazê carek din kujer ango qatilê kurdekî bêceza hişt. Wek her carê çawa ku kujer û tetikkêşên zarok,ciwan û kal û extiyarên kurd bêceza hiştin, vê carê jî kujerên Tahîr Elçî bêceza hatin hiştin. Beraetkirina 3 bersûcên polîs ên Doza Tahîr Elçî carek din beraetkirina kujerên doza Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol, Kemal Kurkut û gelekên din anî bîra mirovan.
Doza Tahîr Elçî
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî dema di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûra Amedê daxuyanî dida hate qetilkirin. Tevî 9 sal bi ser qetilkirina Elçî re derbas bûn jî bûyer nehat ronîkirin. Di danişîna 11’emîn a doza ku derbarê qetilkirina Elçî de hatibû vekirin biryar hat dayin. 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derbarê polîsên bersûc Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî ku dihatin darizandin de biryara beraetê da.
Li gorî parêzeran di danişînê de anî ziman; di lêpirsînê de berhevnekirina delîlan, doz 4 sal di ber lêpirsînê de ma, windakirina dîmenên cihê bûyerê û windakirina 13 saniyeyên dîmenên kameraya polîsan, neguhdariya serokwezîrê wê çaxê Ahmet Davûtoglû raxist ber çavan ku doz bi bêcezahiştinê encam bibe.
Hiqûqzanan û parêzvanên mafên mirovan gelek caran gotibûn ku wê doza Elçî bi “polîtîkaya bêcezahiştinê” re rû bi rû bimîne. Doza Elçî ku bi bêcezahiştinê re bi encam bû carek din awirên raya giştî û miraon zivirand ser dozên di demên nêz de bi bêcezahiştinê hatibûn encamkirin.
Ugur Kaymaz
Yek ji sembolên zarokên ji hêla polîsan ve hatine qetilkirin jî zarokê bi navê Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ye. Ûgûr Kaymaz di 21’ê mijdara sala 2004’an de li Qoser a Mêrdînê tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz hate qetilkirin. Li pêşiya mala xwe hatin gulebarankirin û ji bedena Ûgûr Kaymaz 13 heb gule hatin derxistin. Ji bedena Ahmet Kaymaz jî 8 gule hatin derxistin. Piştî qetilkirina bav û kurê wî, leşkeran vêcarê jî çekek danîn rex Ûgûr Kaymaz û wêneyên wan kişandin. Ev wêneye bi ser navê “terorîst” hatin weşandin. Walîtiya Mêrdînê jî ji bo bûyerê got “terorîstên ku amadekariya çalakiyê dikirin.” Piştî ku aşkera bû yên hatine qetilkirin Ûgûr û bavê wî ne, yên ku îdiaya “terorîstiyê” dikirin hêj ji roja destpêkê ve xwe li bêdengiyê danîn. Di encama têkoşîna malbat û parêzerên wan de derheqê kujeran de lêpirsîn hate vekirin. Doz li Tirkiyeyê bi beraetê biencam bû û di sala 2014’an de DMME’yê ji ber dozê cezayê tazmînatê da Tirkiyeyê. Lê belê tevî biryara DMME’yê jî jinûvedarizandin dîsa çênebû. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî ji bo biryara DMME’yê got “biryareke şîroveyê ye” û biryar red kir û rê li ber darizandinê girt.
Baran Tursun
Ciwanê bi navê Baran Tursun ê 20 salî di 25’ê kanûna 2007’an de li Karşiyaka ya Îzmîrê ji hêla polîsan ve hate qetilkirin. Emniyetê di daxuyaniyê de îdia kir ku Tursun guh nedaye “hişyariya rawestînê.” Lê belê hevalên Tursun ên di wesayîtê de Emre Ozçelîk û Atîlla Dogan dan zanîn ku hişyariyeke wiha nehatiye kirin. Polîsê bersûc ê bi navê O.A. ku ji ber bûyerê hatibû girtin îdia kir ku bi zanebûn gule bernedaye, ji erdê tehisiye û demancaya wî bi teqezayî teqiyaye. Her wiha O.A. îdia kir ku tenê guleyek berdaye. Lê belê derket holê ku sê gule di wesayîtê de û yek jî di laşê Tursun de hatiye dîtin. Di qeydên bêtêlan de jî derket holê ku gule ji bo hişyariyê nehatiye berdan. Di encama darizandinê de polîsê bersûc ji ber “tunekirina delîlan” beraet kir û bi sedema “cînayet bi zanebûn nekiriye” tenê 2 sal û mehek cezayê hefsê lê hat birîn. Dadgeha Bilind jî ev ceza erê kir.
Şahîn Oner
Di xwepêşandanên protestoyî yên di 10’ê sibata sala 2013’an yên li Semta Şehîtlîk a Bajarê Nû ya Amedê polîsan êrişî girseyê kir û xwendekarê dibistana amadehî yê 19 salî Şahîn Oner qetil kir. Walîtiya Amedê derheqê mijarê de daxuyanî da û ev îdia kir; “kesekî dema hewl dida teqemeniya di destê xwe de biavêje jiyana xwe ji dest da ye.” Lê di pêşotopsiyê de wiha hat gotin; “Di encama qezaya wesayîtê de di bin wesayîtê de perçiqiye û miriye.” Ji bo polîsê ku bi panzerê Oner qetil kiribû tenê 4 sal û meh û 10 roj cezayê hepsê hate dayîn.
Nihat Kazanhan
Di bûyerên 14’ê çileya 2015’an ên li Cizîr a Şirnexê de zarokê bi navê Nîhat Kazanci yê 12 salî bi çekê hate qetilkirin. Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû derheqê bûyerê de ev agahî dabû: “Dixwazim li vir bi aşkerayî bibêjim; ev kes ji hêla karmendên me yên emniyetê ve nehatiye kuştin. Li wir ne destwerdaneke fiîlî û ne jî xaz nehatiye bikaranîn.” Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Efkan Ala jî îdia kir ku polîsan li wir çek bi kar neanîne û got; “bi aşkerayî provakasyon hatiye kirin.” Lê belê dîmenên bûyerê derketin û xuya bû ku di encama gulebaranê de guleyek li serê Kazanhan dikeve û jiyana xwe ji dest dide. Di dîmenan de xuya bû ku polîs dema xazê diavêjin komê, zarok jî bi keviran bersivê didin û di van kêliyan de dengê çekan tê û Nîhat Kazanhan bi dengê çekan re dikeve erdê.
Mazlum Tûran
Di 28’ê tebaxa 2015’an de li Qoserê jî bi hinceta guh nedaye îxtara “rawestandinê” Mazlûm Tûranç 16 salî bi destê polîsan hatibû kutin. Di doza Tûran de li sûcdar Suleyman Esenboga 10 sal ceza hatibû birîn. Lê Dadgeha Îstinafê ya Amedê cezayê li sûcdar hatibû birîn xera kiribû û ji bo kuştina Tûran gotibû “şaşiyeke teqez” û polîsê bersûc beraet kir.
Kemal Kurkut
Di Newroza 2017’an a Amedê de polîsan gule berda xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut û wî kuştin. Walîtiya Amedê îdia kiribû ku, “Kêr di destê wî de hebûye, bi gumana ku xwekuj e.” Lê belê rojnamevan Abdurrahman Gok kêlî bi kêlî wêneyên kuştina Kurkut girtibû û walîtiyê û polîsan derewandibû. Polîsê kujer hat beraetkirin û salek û 6 meh û 22 roj ceza li Gok hat birîn. Doz niha li Dadgeha Bilind e û li benda lêkolînê ye.
Kujer nehat cezakirin lê Abdurrahman Gok ê ku wêne girtin, hat cezakirin û salek û 6 meh û 22 ceza lê hat birîn.
Recep Hantaş
Ciwanê bi navê Recep Hantaş ê 20 salî di 14’ê nîsana 2019’an de li Sumer Park a li Taxa Şehîtlîk a navçeya Bajarê Nû ya Amedê beravêtî kom dikir, di encama guleyên polîsan de jiyana xwe ji dest da. Polîsê bi navê Kazim Bozkurt ji sûcê “kuştina biqesdî” dihat darizandin lê dadgehê biryara beraetê da. Dadgeha Îstînafê biryara betalkirinê da û xwest biryara “hewcehî bi cezadayînê nîne” were dayîn û dosya ji 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re şand. Dadgehê biryara îstînafê esas girt û biryara “Hewcehî bi cezadayînê nîne” da. Pêvajoya îtîrazan a li dijî dosyayê didome.
Efe tektekîn
Zarokê 5 salî Efe Tektekîn dema di sala 2019’an de li Amedê dema dixwest derbasî aliyê din ê rêyê bibe, wesayîta zirxî lê da û qetil kir. Polîsê bi navê Îdrîs Aksoy bi sedema “Bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” hate darizandin. Dadgehê bi hinceta “di sûc de qesd an jî qisûr tune ye” biryara beraetê da.
Mîraç Mîroglu
Zarokê bi navê Mîraç Mîroglû yê 7 salî dema di 3’yê îlona 2021’ê de li navçeya Hezex a Şirnexê li ber deriyê mala xwe duçerxe diajot, wesayîta zirxî lê xist û qetil kir. Di dozê de biryar di 16’ê çileyê de hate dayîn. Bersûc polîs Metîn Kîraz bi sûcê “kuştina bi teqezayî” dihat darizandin û biryata beraetê hate dayîn.
Doza Mizrak û Ata
Di 24’ê mijdara 2006’an de 14 endamên PKK’ê li zozanên Şênê yên Mûşê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan anîn Amedê. Di 28’ê adara 2006’an de jî çalakî dest pê kirin. Di çalakiyan de Mahsun Mizrak ê 14 salî û Enes Ata hatin qetilkirin. Lê faîlên wan nehatin darizandin. Dosya birin Dadgeha Bilind û doz di 26’ê nîsana 2018’an de biencam bû. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî bi îdiaya tunebûna delîlan biryara beraetê ji bo hemû polîsan da.
Hêlîn Hasret Şen
Zaroka 12 salî Hêlîn Hasret Şen di 12’ê cotmeha 2015’an de li navçeya Sûê ya Amedê di encama guleyên ji wesayîta zirxî hatin barandin, jiyana xwe ji dest da. Polîsê bi navê Abdullah Ercan ji ber qetilkirina Şen, bi sûcê “Bi qisûra zanebûn bûye sedema mirinê” hate darizandin. Lê di dozê de encam neguherî. Derheqê polîsê bersûc de bi îdiaya “başhaliyê” ceza hate daxistin û 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate dayîn. Doz, li Dadgeha Îstînafê tê lêkolînkirin.
Ceylan Onkol
Zaroka 12 salî Ceylan Onkol di 28’ê îlona 2009’an de li navçeya Lice ya Amedê dema pez diçêrand, di encama guleya topa hewanê ya ji qereqolê hatiye avêtin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Onkol 6 saetan li cihê bûyerê hate hiştin û dozger bi îdiaya “ewlehiya can” 3 roj piştre çû cihê bûyerê. Dayika Onkol, Saliha Onkol parçeyên laşê keça xwe di koşa xwe de kom kir û tevahiya delîlên cihê bûyerê radestî Serdozgeriya Komarê ya Liceyê kir. Parêzerên malbata Onkol di sala 2010’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) dan. Parêzeran bi sedema ku lêpirsîneke bibandor û bêalî nehat meşandin, redkirina daxwazên ji bo berfirehkirina lêkolînê, venekirina dozê û nedîtina gumanbaran di sala 2012’an de dîsa serî li DMME’yê dan. DMME’yê di 17’ê çileya 2017’an de serlêdana malbata Onkol biencam kir û biryara “ji hêla lêpirsîna bibandor û mafê jiyanê ve binpêkirin tune ye” da.
Serdozgeriya Komarê ya Liceyê jî di dosyaya lêpirsînê ya 30’ê nîsana 2014’an de ku derheqê kuştina Onkol de dabû destpêkirin, biryara “biryara lêgerînê ya daîmî” da. Ji bo biryara behsa xeberê jî ev hincet hate nîşandan: “Delîl û raporên di dosyayê de ji bo tespîtkirina faîlan têr nakin.”
ÇAVKANÎ: Ajansa Mezopotamya (MA)