Li Tirkiyeyê, rojnamegerên ku rojnamegeriya xwe nakin xizmeta AKP-MHP’ê û nelirêtiyên wan û polîtîkayên dewletê teşhîr dikin bi zextên tund re rû bi rû dimînin. Serokê Cemîyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul ku di vê çarçoveyê de rojnamegeriyê dike û di demên dawîn de polîtîkayên dewletê û nelirêtiyên AKP’ê yên li Bedlîsê teşhîr kir gelek caran hat binçavkirin û girtin. Herî dawî ji ber ku der barê nelirêtiyên wî de nûçe çêkir Parlamenterê AKP’ê yê Bedlîsê Vahît Kîler giliya Aygul kir û ew da binçavkirin. Me xwe gihand Aygul û der barê van zextên lê û rojnamegeriya ku li Bedlîsê tê kirin de pê re hevpeyvîn kir. Pirsên me û bersivên Aygul ên der barê mijarê de weke li jêr in:
Destpêkê em bi dozên te dest pê bikin. Bi qasî ku dizanim gelek doz li te hatine vekirin û ji ber van dozên xwe di demên dawîn de bû çend car tu têyî binçavkirin. Heta niha ji ber karê te yê rojnamegeriyê çend doz li te hatine vekirin û niha ev doz di kîjan astê de ne?
Rast e. Der heqê min de heya îro 141 lêpirsîn hatine vekirin. Lê piraniyê wan hatine girtin, hinek lêpirsîn jî veguherîn dozê û ez hatim darizandin. Di encama darizandinan de gelek caran beraat û ceza derketin. Di 64 dozan de min ceza girt. Di hin dozan de beraat derket. Herî kêm 20-25 car hatim binçavkirin û 5 car hatim girtin. Bi dehan caran jî cezayê pere dane min.
Malperên min hatin girtin. Wênekêş, kamera, kompîtur, telefon û hwd. ku min pê karê rojnamegeriyê dikir hatin desteserkirin. Ev rewş herî kêm 10-12 sal in didome. Lê herî dawî ev rewş kete asteke din. Asteke sosret. Ez dikarim bibêjim di navbera 40-45 rojan de ez 4 caran hatim binçavkirin, 2 car ketim girtîgehê û der heqê min de 8 lêpirsîn hatin vekirin. Ev jî dide xuyakirin ku hêzên ewlehiyê, qaşo ewlehî yan jî yekîneyên dadgehê ji cihekî din talîmat wergirtine. Ji bilî wê sedemeke cuda nabînim. Lewre hemû tişt aşkera ye.
Tu dikarî qala her du nûçeyên (destdirêjî û nelirêtiya parlamenterê AKP’ê yê Bedlîsê Vahît Kîler) ku tu bi sedema wan hatî binçavkirin û girtin bikî?
Kesê bi navê Vahît Kîler 20 sal in parlamenterê AKP’ê ye û bi AKP’ê serweta xwe zêde kiriye. Di asteke bêpîvan û xof de serweta xwe zêde kiriye. Bê guman ev jî bi nelirêtî û bikaranîna hêza cemaweriyê pêk hatiye. Bi salan e ez vê dinivisînim. Ji ber vê di seriya 30’yan de doz li min vekiriye. Tenê min di dozekê de ceza girt. Min cezayê pere girt wî jî nadim. Ji bo teşhîrkirina wî mi got min bigirin. Hatim girtin. Min der barê wî de bi dehan nûçeyên nelirêtiyê çêkirine.
Herî dawî 2 nûçeyên min çêkir gelek deng vedan. Nûçeyek der barê firotina erdê cemaweriyê de bû. Bi bertîlê 2 erseyên mezin girtibû, min ew nivîsand. Yek jê jî kirîna hin milkên navenda danûstandinê (Saphire AVM) ya ji Halkbankê ku di nav raya giştî de gelek nîqaş li ser hene. Dema ku ev mijar hat rojevê bi awayekî tund red kir û angaşt kir ku danûstandineke asayî ye. Li ser vê min jî wêneyên Vahît Kîler û Midurê Giştî yê Halkbankê yên bi hev re parve kirin. Wêne dema kirîn pêk hatibû hatibûn kişandin. Piştî ku wiha mijar gihişt asteke din, bê guman gelek ji vê aciz bûn. Karekî gelek nêlirê û di rastiyê de xofdar kirin.
Destpêkê bi sûcdariya heqaretê gilî kir. Piştre ferman da daraz û emniyetê. Gotiye, ‘Vî bigirin wî bitirsînin’. Min piştî saeta kar kirin binçavan. Bi tevahî bi awayekî nelirê hatim binçavkirin. Navnîşana min Tetwan bû lê hatin ez li navenda Bedlîsê binçav kirim. Destên min bi pişt ve kelemçe kirin. Min îfade neda, mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî. Tevî vê yekê jî nîvê şevê ez berdam. Yanî ji vê hêlê ve bi xof e; kesekî ku navê wî bi nelirêtî û bêusûliyan tê rojevê bi awayekî kêfî ferman dide daraz û emniyetê û ev ferman tê bicihanîn. Ev rewş nîşan dide ku ev kar ketine nav dest û piyan.
Ji zextên li ser te diyar e ku li Bedlîsê karê rojnamegeriyê zehmet tê kirin. Bi rastî li Bedlîsê rojnamegeriyeke çawa tê kirin ango rojnamegeriyeke çawa tê xwestin û tu rojnamegeriyeke çawa dikî?
Ez bi xemgînî dikarim bibêjim ku li Bedlîsê rojnamegeriyeke li gorî xwestekên pergalê tê kirin. Ne kêm ne zêde. Ji ber wê qasê, ji bilî min tu rojnameger nayên astengkirin û ji wan re pirsgirêk nayên derxistin. Heya îro der heqê tu rojnamegerekî de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Gelo çima? Ji ber ku ew bi nûçeyên xwe, bi rojnamegeriya xwe di serîda hêz û saziyên dewletê tu kesî/ê naêşînin. Lê ku ez bi rojnamegeriya xwe, hêz û saziyên dewlete aciz dikim, wan diêşînim, dev ji wan bernadim, her tim dişopînim, ew ji min aciz in û dixwazin min aciz bikin. Sedema sereke ez bawer im ev e. Ji vê wêdetir jî li her welatên ku di bin mêtîngeriyê de ne, nayê xwestin ku gel li dijî mêtîngerên xwe serî rake. Naxwazin ku azad bibin. Sedemeke din jî bi vî awayî ye.
Di hevpeyvîneke xwe de tu dibêjî, ‘Ez fikara girtinê û rojekê li kuçeyê bêm kuştin dijîm’. Tiştê ku bû sedem ev fikar bi te re çêbibe çî ye? Bi awayekî şênber gefên bi vî rengî li te tên xwarin?
Ev ne tenê fikarek e. Mixabin di vî warî de gefên ku li min tên xwarin tenê serê xwe min mafdar derdixin. Girtin jixwe bûye tiştekî asayî ji bo min û ji bo hemû rojnamegerên ku her tim tenê li rastiyê digerin. Meseleya kuştinê jî ez naxwazim weke tiştekî asayî zêde bînim rojevê. Lê ji bo vê rewşê em vegerin demên berê û li dîroka xwe û hevalên xwe yên şehîdên çapameniyê binêrin bes e. Ne tiştekî ji rastiya me dûr e, parçeyek jiyana me ye.
Karê ku tu dikî ne li Kurdistanê li bajarekî din ê Tirkiyeyê bikira tu yê bi van pêkanînan re rû bi rû bimanayî? Li gorî te bandora nasnameya neteweyî û erdnîgariya ku tu lê dixebitî jî li ser zextên ku li te tên kirin heye?
Dema ku em tê de ne, ne tenê ji bo me ji bo hemû kesên ku li dijî zordestiyê radiwestin, zor û zehmet e. Rojnamegerî li her aliyê Tirkiyeyê di bin zextan de ye. Ez li Stenbol an li Enqerê jî bim dibe ku dîsa bi van pêkanînan re rû bi rû bimînim. Lê ne weke rojnamegerekî tirk! Kurdbûna me û jiyana me ya li Kurdistanê bi tena serê xwe xaleke cuda ye. Em rojnamegerên kurd li gorî hevalên xwe yên kar ên tirk her tim gavek nezîktir in ji zext û zordestiyê re.
Weke ku tu jî dizanî ev zext ne tenê li ser te li ser gelek rojnamegerên kurd û muxalîfên desthilatê tên meşandin. Ji bo ku ev zextên li ser rojnamegeran bi dawî bibin ji hêla rojnamegeran ve çi kar û xebat dikarin bên kirin?
Berî her tiştî divê li nirxên rojnamegeriyê yên bingehîn û gerdûnî xwedî bê derketin. Ev girîng e. Bi vê re divê ku piştevanî jî hebe. Mixabin ev li tevahiya Tirkiyeyê bi pirsgirêk e. Heta demên dawîn jî çapemeniya navendî ya vî welatî li ser ferasta “bila tiştek bi min nebe bi kê çi dibe bila bibe” bû. Piştî ku heman tişt hatin serê kesên ku di çapameniya navendî de dixebitîn hat fêmkirin ku li welat pirsgirêka azadiya ramanê û çapemeniyê heye û rojnameger di bin xetereyê de ne. Piştî tiştên hatin serê herkesî deng derket. Lê dîsa jî ev dengderxistin kêm e. Mînak berteka li dijî zêxtên li ser rojnamegerên çapameniya navendî û rojnamegerên dûrî çapameniya navendî ne mîna hev in. Heta bi awayekî aşkera bînim ziman; dema ku rojnameger kurd be berteka raya giştî cuda ye, tirk be bertek cuda ye. Dema ku zext li rojnamegerên kurd tê kirin ev tê paşguhkirin. Li gorî min sedema herî girîng ku têkoşînê asteng dike ev e. Heta ku ev neyê derbaskirin ne bawer im ku pêşveçûn çêbibe. Ev rewş li dijî nirxên etîk û şertên gerdûnî ye. Beriya her tiştî divê ku ev cihêkarî bi dawî bibe. Komeke pîşeyî heta ku vê di nav xwe de çareser neke deriyê wê ji her cure zextê re vekiriye.
Hûn bûn mexdûrê yekemîn ê qanûna “sansurê” ne ku beriya çend mehan hat derxistin û ket meriyetê. Weke mexdûrekî wê, tu vê qanûnê çawa dinirxînî û wê çi bandor li ser rojnamegeriyê bike?
Diyar e ku ev qanûn ji bo astengkirina hemû civakê hatiye derxistin. Ne ku tenê li dijî rojnamegeran bê bikaranîn. Ji bo hemû civakê gefeke xeternak e. Mexdûrên vê qanunê yê yekemîn ez im û ez hêvî dikim ku yê dawiyê jî ez bim. Ji ber ku ev qanûn di destê nezan û ew ê ku niyeta wan kirêt in de di be ku bibe tiştekî din. Beriya her tiştî wê bibe sedema otosansurê. Lê girtina rojnamegeran, qedexekirina weşanan û girtina wan dê pir hêsantir be. Jixwe ev tenê bes in.
Gelek kes û derdoran li dijî binçavkirin û girtina te derketin û bertek û nerazîbûnên anîn ziman. Tu van bertek û nerazîbûnên li dijî van zextên li ser xwe bes dibînî?
Bi rastî mesele ne ez im. Karê ku ez dikim ew kar girîng e. Ez rojnameger im, karê ku ez dikim ji bo min nîn e ji bo gelê me ye, ji bo hemû welatiyan e. Dema ku gel nerazîbûn an bertek nîşan bide pêwîst e baş bifikire û li gorî wê tevbigere. Bes e yan na? Ku bes bûya ev qas tişt nedihatin serê min.
Sînan Aygul kî ye?
Li gundê Êz ê navçeya Tetwanê ya Bedlisê ji dayik dibe û dibistan seretayî, navîn û lîseyê li Tetwanê dixwîne. Gelek beşên zanîngehê xwendine û di sala 2007’an de li Ajansa Nûçeyan a Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Stenbolê (ÎUHA) ku lê dixwîne dest bi rojnamegeriyê dike. Di navbera salên 2009-2013’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) weke nûçegîhan dixebite. Di sala 2011’an de bi angaşta “Berpirsyariya Çapemeniya KCK’ê” tê girtin û 2 sal di girtîgehê de dimîne. Ji ber karê wî yê rojnamegeriyê gelek doz lê tên vekirin û tê binçavkirin û girtin. Niha Serokê Cemîyeta Rojnamegeran a Bedlîsê (BÎGACEM) ye. Niha li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê dijî û karê xwe yê rojnamegeriyê li vir didomîne.