Fîlmê ku derhêneriya wê Îlham Bakir dike di sala 2022’yan de tê kişandin. Îlham Bakir ku bi belgefîlmên xwe tê nasîn cara yekem fîlmek sêwirî (fiction) çêdike. Kurtêfîlmê wî yê yekem qala çîrokeke dûr û dirêj dike ku berî sedsalî dest pê kiriye û hê jî berdewam dike.
Dengê Kilîtan ji sala 1915’an tê guhê me, çîroka fîlm ji wir dest pê dike, ew dengên ji paşerojêne ku derhêner tîne roja îro. 1915 ango sala ku bi komkujiya ermen, asûr û suryanan demografiya qewmî ya vê erdnigariyê ji binî ve tê guhertin. Di wê komkujiyê de em du zarokên bi navê Gaspar û Haydar ku du hevalên hev ê nêz in dibînin. Yek ermen e, yek kurd e, heta serê vê sedsalê giringiya vê agahiyê jî tune ye. Em demeke wan ku bi kêfxweşî bi hev re dilîzin dibînin. Haydar nan ji malê didize, Gaspar jî helaw û bi hev re parve dikin, çawa ku gund ango vî welatî bi hev re parve dikin, bi hev re dijîn. Demeke pir dirêj bêyî ku nakokiyek bijîn li heman axê, li heman gundan bi hev re dijîn. Dîmenên xwezayî ku nîşaneya modernîteyê de tune ye, heta dengê trênê tê. Xwezayîbûna heta wê gavê bi dengê trênê xira dibe. Trên wek nîşaneya pêşketina pergala kapîtalîst e, li vir jî dewletê dinîmîne. Di nav wê jiyana xwezayî de tiştekî çêkirî, ne xwezayî û zêde ye. Li Kurdistanê jî trên alava birin û anîna leşkeran û herwiha wek nîşaneya sirgunan e.
Bila derî vekirî be
Bi carekê, bi dengê trênê her tişt sero bino dibe. Trên ji bo wan hatiye. Dayika Gaspar bangî Gaspar dike, divê xwe bidin hev û biçin, herkes li benda wan e. Ev çûyîn çûyîneke pir dijwar e ku di wan rêyan bi hezaran mirov ji birçîna û tîna, ji nexweşînan dimirin. Deng, dengê komkujiyek hovaneye. Em dengan dibihîzin, dengê kilîtan. Gaspar deriyê malê kilît dike. Lê diya wî dixwaze ku derî kilît neke û dibêje; “Herkes li benda me ye divê em herin. Gaspar em ê ji nû ve werin gundê xwe. Belkî tiştek ji malê ji bo cînaran pêwîst bû. Kîlîdê veke, wê cînar xwedî li malê derkevin. Dibe ku pêdiviya cînaran bi hin tiştan hebe, bila derî vekirî be, ew ê malê biparêzin.”
Bi sedhezaran mirî û mişextî
Cînartiyeke bi vî rengî ku li ser bawerî, wekhevî, bêşer, bênakokiyên neteweyî heye. Tevî ku diçin jî deriyên xwe nagirin. Heta ku berjewendiyên dewletên mêtinger nakokiyan ava dikin. Çeteyên ermenan bi kişandina hêzên dewleta rûsan li Serhedê êrîş dibin li ser kurdên ku bi salan bi hev re jiyane. Her wiha dewleta tirk jî li çar aliyên vê erdnîgariyê êrîş dibe ser ermen, suryanî û asuriyan. Li Kurdistanê jî tevî hevkariya hin kurdên alîgirê dewletê êrîşî ermenan dikin. Bi taybetî Alayên Hemîdiyê ku ji bo li hemberî kurdan bi kar bînin ji kurdan hatiye avakirin jî di vê komkujiyê de bi kar tînin. Helbet bi gelek deveran jî ermen ji hêla kurdan ve li hemberî komkujiya dewletê tên parastin. Encama şer bi sedhezaran mirî û mişextî. Îro jî dewlet hewl didin heman nakokiyan di nav gelan de bi pêş bixin. Îro di şerê li hemberî kurdan de, bi hemû sazî dezge û nûnerên ermen ê li Tirkiyeyê piştgirî didin hêzên ku berî sedsalan qira wan anîn. Di şerê dagirkirina Efrînê de jî me dît ku saziyên neteweyî û olî yên ermenan li Tirkiyeyê ji bo piştgiriya dewletê li pey hev rêz bûbûn.
Zivistana li wê malê bimîne
Wek ku dayika Gaspar dibêje veger jî ne ewqas hêsan e. Hê jî lê hê jî ev komkujî ji hêla desthilatdariya tirkan ve nayê qebûl kirin. Gaspar piştî çil salan vedigere gund. Gund nîv kavil e, yên li gund dijîn hene lê piranî pîr in. Gaspar vedigere mala xwe. Muxtarê ku ala tirkan li ber derî daleqandiye bi hatina Gaspar dihese û li Haydar digere jê re dibêje. Helbet em di bin wê alê de dibihîsin, dixwaze tevlîheviyê bike, berê wan bide hev. Dibêje Haydar ji bajêr venegere dê Gaspar mala wî û axa wî ku ji wan maye jê bistîne. Hebe hebe ji bo vê hatiye. Haydar di bin bandora wî de dimîne radibe û tê gund. Di navbera Haydar û Gaspar de nêzîkatiya çil sal berê a hevaltiyê tune ye, di derheqê mal û milk de diaxivin. Ji ber gotinên muxtar, Haydar ne razî dixuyê ji hatina Gaspar, lewma germahiya çil sal berê nîşan nade. Haydar ji Gaspar pirsa hatina wî dike; “Çi karê te heye li vî gundî, piştî ewqas salî çima hatî? Ji bo zeviyan û malê hatibî, nabe!” Gaspar ne ji ber mal û milk hatiye, destê wî dilerizin û diyar e ku zêde wextê wî nemaye. Lê dixwaze zivistana li wê malê bimîne. Li dû tiştekî ye lê ev ne mal û milk in, li du tiştekî dine.
Dengê kolandina axê tê
Haydar ji muxtarê ku dixwaze wan berî hev bi de û ji hatina Gaspar nerazî ye re dibêje; “Bêriya axa xwe, gundê xwe cînar û hevalên xwe kiriye, lewma hatiye, Duh hatiye wê sibê diçe. Tu jî meselê tevlîhev neke.” Bavê muxtar jî jê re gotiye ku ermen dema ku çûne zêrên xwe li van deran binax dikin, piştre dê vegerin û wan derxin. Hebe hebe Gaspar ji bo vê yekê hatiye û dibêje; “Heke tiştek derket em hevpar in ha.” Dixwaze yên kurd jî bikişîne ba xwe û bike hevkarê xwe ku ew bi xwe jî hevkarekî dewletê ye û di vê çîrokê de dewletê dinimîne. Serê sibehekê zû ye, Gaspar şiyar bûye û derketî ye. Dengê teqîna çekekê tê. Em dibînin ku çekeke ala tirkan li ser e. Ev çeka bi al berpirsyarê komkujiya serê sedsalê jî nîşan dide. Dengê kolandina axê tê.
Destê Gaspar û Haydar bi hev re girêdaye muxtar û erdê dikole. Ji xwe bawer e ku xezîneya Gaspar dîtiye. Dengê hêsinê tê. Pêlîstoka Gaspar û Haydar e ku her parçê wê bi yekî ji wan re û dema herdu digihîjin hev temam dibe derdixe ji bin axê û davêje. Pêlîstok ber bi Gaspar û Haydarê ku bi Muxtar dikinin ve diçe. Xezîneya wan a berî çil salan ev e. Nîşaneyek ji wan rojên xweş û bêşer e. Lê ne pere û zêr in, ew paşeroja ku herdu yan bi hev re bi kêfxweşî dilîst. Gaspar daye du şopa demên xwe yê berê, ew demên berî ku dewlet bi dengê trênê tev li jiyana wan dibe. Ew herdu piştî pêlîstokê dîsa vedigerin rojên berê, wek rojên zarokatiyê kêfxweş in, dikenin. Kenê xwe bi muxtar dikin. Muxtar jî wek bavê xwe ye, ew jî li du xezineya ye. Muxtar jî, bavê muxtar jî dewlet bi xwe ne, ew jî tim li dû xezineyên vî welatî bûne, him ên ser erdê him ên bin erdê. Xezineya vî welatî, azadî, wekhevî, bi hev re jiyîn a gelan ango jiyaneke rengîn, bêşer û bêxirecir bû ku dewletê wek her tiştê vê xezînê jî şêland, dizî û xira kir.
Bandora belgefîlma derhêner tê dîtin. Cîh bi cîh ne wek fîlmek sêwirandî be jî lê weke ku belgefîlmek be û em şahîdiya wê demê dikin. Derhêner bi vê kurteçîroka alegorîk tevî ku ne şer ne kuştin ne rêwîtiya ber bi mirinê ve nîşan nade komkujî, qetlîamên ku sedsal berê qewîmîne bi çîrokeke biçûk bi awayekî aşkere li ber çavan radixe.