Şaredariya Peyasê ji bo ku ked û zehmetiya jinan berbiçav bike, wan ji aliyê civakî û aborî ve bihêz bike û hevgirtina di nav jinan de xurt bike, xebatên xwe bênavber didomîne. Dema nû ya kursên tekstîlê, destkarî û lênêrîna rû ku li Atolyeya Jinan a li Bazara Keda Jinan dest pê kiriye, ji aliyê jinan ve eleqeyeke mezin dibîne.
Jinên ku van kursan bi serkeftî biqedînin, dê bibin xwedî pîşe û berhemên xwe yên bi destên xwe çêkirine, li navenda ku jin bi xwe li Bazara Keda Jinan bi rê ve dibin bifiroşin. Bi vî awayî wê hem firoşin û hem jî tevkariyê li aboriya malbatên xwe bikin.
Jinên ku li atolyeyê bi hev re dicivin, ne tenê pîşeyê hîn dibin, di heman demê de di nav hevgirtin û piştgiriyê de jî bi hev re hildiberînin.
