Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan, di sala 1996’an de ji ber sûîqesta ku di sala 1993’yan de li navçeya Licê ya Amedê li Tûggeneral Bahtiyar Amed hat kirin, hat girtin. Ji vê salê ve Ozkan girtî ye û tevî nexweşiyên wî yên giran û hemû hewldanên ku ji bo berdana wî tên dayîn jî nayê berdan. Lê di 25’ê gulanê de kurê Ozkan Ahmet Ozkan ku 5 sal in li cem bavê xwe dihat ragirtin û lê dinêrî piştî girtina xwe ya 12 sal û 8 mehan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilina a Hejmara 1 a Amedê hat berdan. Ozkan, di sala 2011’an de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û 13 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birin.
Ozkan, ji rojnameya me re axivî û qala şert û mercên li girtîgehan kir û rewşa dawîn a bavê xwe vegot. Di destpêka axaftina xwe de Ozkan, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt anî ziman: “Gelek hevalên me bi nexweşiya pençeşêrê ketin û li ber çavên me jiyana xwe ji dest dan. Ev rewş jî ji ber dereng mudaxelekirinê û nebirina nexweşxaneyê derdiket holê. Gelek hevalên me li nexweşxaneyê destê wan bikelemçekirî derman dikirin û gelek zehmetî bi wan didan kişandin. Nêzîkatiya leşkeran li hemberî me her tim neyînî bû. Bi çavekî neyartî li me dinihêrtin, ji bo ku pirovokasyonan derbixin bi her awayî bi ser mirov de dihatin. Carna jî di çûn û hatinê de gelek êrîşî hevalên me dikirin.”
Cudahiya di navbera girtîgehan de
Di axaftina xwe de Ozkan, li ser cudahiya di navbera girtîgehên li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û der barê mijarê de wiha got: “Dema em di zindanên aliyê Tirkiyeyê de bûn malbatên me hemû li Kurdistanê bûn. Ji ber ku kesên li wan deran hêlên wan ên nijadperestiyê hebûn dema ku bûyerek biqewimiya jî tu kes bertekek nîşan nedida. Dema ku parêzer bihatana jî dîsa pirsgirêk çareser nedibûn. Li girtîgehên Kurdistanê ne wisa ye, dema ku pirsgirêkek tê jiyîn li vir parêzer, sazî û malbat gelek kes dihatin li ber deriyê girtîgehê xwedî li girtiyan derdiketin. Dema ku bertek baş bihatina nişandan wê demê îdareya girtîgehê jî bi paş ve gav diavêt. Ez nêzîkî 5 salan li girtîgeha Amedê mam û nêzîkî 8 salan jî li bajarên Tirkiyeyê mam ev ferq gelek bala mirov dikişîne.
Bandora çalakiyan
Di berdewamê de Ozkan, destnîşan kir ku nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê ya hemberî girtiyan li gorî rewşa li derve diguhere û wiha pêde çû: “Dema ku li derve polîsek ango leşkerek bê kuştin li girtîgehan bandora tundiyê jî zêde dibe. Dema ku malbat saziyên sivîl û parêzer bertekê nîşan didin hinek nermahiya wan jî çedibe. Dema ku rewş asayî be nêzîkatiya wan bi rengekî din e lê dema ku şer hebe yan jî leşkerek an polîsek bê kuştin wê demê nêzîkatiya wan jî diguhere. Di sala 2019’an de dema ku malbatan li derve çalakî dikirin wê demê me bandora çalakiyan didît, em hinekî pê rihet dibûn.”
‘Tişta ku wî li piyan bihêle moral e’
Ozkan, di dawiya axaftina xwe de li ser rewşa bavê xwe axivî û ev tişt gotin: “Di demên dawî de rewşa Apê Dedo ya tenduristiyê pir xirab e. Herî dawî di beşa lezgîn de jî çar pênc caran her carek jî wekî çar penc rojan dihat razandin. Nexweşiyên wî yên kronîk pir hene êdî ne mimkûn e ku ew nexweşiyên wî bi dermanan jî derbas bibin. Êdî gelek organên wî hatine asta qedandinê. Her tişt li ber çavan e ew jî nikarin înkar bikin. Di raporên nexweşxaneya girtîgehê de jî her tişt li holê ye. Wan bixwe jî ji me re digotin ger ku di destê me bûya niha me ew tehliye dikir lê tiştek ji destê me nayê. Ji vê saetê pê ve tişta ku Apê Dedo li piya bihêle bi tenê moral e. Apê Dedo 24 saetan nikare ji hindur odeya xwe derbikeve. Encex ji xeynê du kesan ango sê kesan pê ve kes nikare pê re eleqedar bibe. Dema ku heval diçin li saheyê gogê dilîzin divê du kes li cem wî bin pê re eleqedar bin. Nikare pirtûkan bixwîne û televîzyonê temaşe bike, her du guhên wî jî nabihîsin.”