12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdperwerekî rewşenbîr: Nûredîn Zaza

Rohat Bulut

Nûredîn Zaza ramyar, nivîskar, rewşenbîr siyasetmedarekî kurd e ku ji bo gelê kurd û Kurdistanê xebatên bi nirx pêş xistiye. Nûredîn Zaza di 7’ê cotmeha 1988’an de, ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî dike.

Yek ji kesayetên ku di dîroka Kurdistanê de bi rist û misyona xwe derketiye ser dikê Nûredîn Zaza ye. Nûredîn Zaza ramyar, nivîskar, rewşenbîr siyasetmedarekî kurd e. Di 15’ê sibata 1919’an de li Madena Xarpetê ji dayik dibe. Navê wî yê nasnameyê Yusuf Zîya ye. Di nav malbateke kurdperwer de mezin dibe. Bavê wî Ûsiv Efendî û birayê wî yê mezin Ehmed Nafiz Beg, hevalbendên Şêx Seîd bûn û di serhildana 1925’an a Şêx Seîd de li dijî dewleta tirk bûn. Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd, desthilata tirk, ferman mişexteya Dr. Nafiz a Îzmîrê derdixe. Di sala 1930’î de, ew û birayê xwe yê piçûk Nûredîn derbasî binxetê yanî Rojava dibin ku wê demê Sûriye di bin serweriya Firansayê de bû. Nûredîn Zaza, li vê derê di bin sih û perwedeya birayê xwe Dr Nafiz de mezin dibe.

Nûredîn Zaza kar û xebat û jiyana xwe kiribû bin xizmeta miletê xwe yê kurd.  Di salên 30’î de, gelek şoreşger û rewşenbîrên kurdan ji ber zilm û zora rêjîma tirk ji neçarî derbasî binxetê dibûn. Ji wan Memdûh Selîm, Mîr Celadet û Kamîran Bedirxan, Qedrî Beg û Ekrem Cemîl Paşa, Hemze Begê Miqsî, Haco Axa, Evdirrehman Axayê Eliyê Ûnis, Dr Nûrî Dêrsimî, endeziyar Arif Ebas û hwd. Bêguman Nûretîn Zaza ji van pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bandor dibe. Ew jî bi hişmendiyeke kurdewar tev li têkoşîna vê dozê dibe.

Nûredîn Zaza di temenê xwe yê ciwan de li ser gelê kurd û Kurdistanê gelekî bi hestiyar e û bi awayekî çalak tev li xebatan dibe. Di kovarên Hawar û Ronahî de li ser rewşa kurdan dinivîs e. Di sal 1947’an de, derenca Lîsansê di zanîstên siyasî de li Bêrûdê distînê û berê xwe dide Swîsreyê da ku xwendina xwe ya bilind bidomînê. Li Swisreyê, qonaxeke nû û girîng di jiyana Nûredîn Zaza de dest pê dike. Li Zanîngiha Lozanê, ew di ber xwendina xwe re, kurd û Kurdistanê jî bi xwendekaran dide nasîn. Deng û pirsa miletê xwe, zilm û zor a ku tê de derbas dibe bi sazî, forûm û kongreyên navnetewî ku li Ewropayê dihatin lidarxistin dide nasîn.

Di sala 1956’an de, Nûredîn Zaza, ew doktoriya di zanistên perwedehiyê de ji zanîngiha Lozanê werdigre û vedigere Sûriyeyê. Li Sûriyê, Dr Nûredîn Zaza dibîne ku rewşa gelê kurd xirab e. Nûredîn Zaza wiha behsa wê demê dike: “Di rewşeke wisa, min avakirina rêxistineke ku karibe nasnama gelê kurd biparêze û doza mafê wan yên rewa bike, pêwîst didît. Li Şamê, xwendekarên Gemnazyom û dibistanan pêkanîna wê projeyê ji min dixwestin. Her wisa, welat-parêzên kevnare, mela, muxtar û cotaryên sade di pêkanînîna wê projeyê de, pişta min digirtin û di paşiya sala 1957’an de, ew xewn pêkhat û Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (PDKS) hate damezrandin.”

PDKS, ji serokatiya xwe re, Nûredîn Zaza dihilbijêre û di demeke kurt de gelek kurd tevli Partiyê dibin. PDKS, karekî mezin di warê siyasî û rewşenbîrî û civakî di nav kurdan de dike, ji lewra nav û deng û bandora wê xurt dibe di nav kurdan de. Nûredîn Zaza li gel xebatên siyasî yên rewşenbîrî jî bi serkeftî dimeşand. Wî bi sedan gotar di rojname û kovarên kurdî yên wekî Hawar û Ronahî û biyanî de nivîsî. Her wiha Destana Memê Alan ji nûve çapkiribû û pêşgotineke hêja jê re nivîstibû û di sala 1982’an de, wî pirtûkek bi navê Ma vie de Kurde (“Jiyana min a Kurdî, yan jî Hewara miletê Kurd”) nivîstibû, tê de behsa jiyan û xebata xwe ya netewî di ber pirsa kurdî û Kurdistanê de kiribû. Her wiha Dr Nûredîn Zaza giringiyeke mezin dida pirsa zimanê kurdî û pêşxistina wî. Di banga xwe de Nûredîn Zaza ji kurdan re gotibû: “Gelî kurdan! Heger hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin, berî her tiştî zimanê xwe bixwênin û bidin xwendin. Lê heger hûn dixwazin xwe nasbikin û xwe bidin naskirin û hizkirin, bi hevaltî û dostaniya miletên din bi pêş ve herin û bi rûmet û ser bilindî bijîn, dîse zimanê xwe bixwînin û bidin xwendinê.”

Dr Nûredîn Zaza di salên xwe yên paşî de li Swîsrayê dimîne. Li wir, ew di 1972’an de bi jineke swîsrî re dizewice. Nûredîn Zaza di 7’ê cotmeha 1988’an de, ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî dike. Ew li goristana Bois-de-Vaux li bajarê Lozanê tê veşartin.

Berhemên wî:

aDestana Memê Alan, Bahoz, Uppsala, Swêd, 1973.

aMemê Alan, Çapxaney Korî Zanyarî Kurd, Bexda, 1977.

aMa vie de Kurde, Pierre-Marcel Fauvre Publi, SA, Lozan, 1982.

aKeskesor, Weşanên Nûdemê, Stockholm, Swêd, 1995.

aBîranîn, Avesta, Stembol-Amed, 2008.

Gulê, Weşanên Lîs, Amed, 2015.