Êrîşên ku bi hevkariya dewleta tirk û PDK’ê pêk tên, li bajarên Ewropayê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. Çalakvanan şerê gerîlayên HPG’ê silav kirin.
Çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên dewleta tirk ku li Zap, Metîna û Avaşînê bi balafirên şer û obusan bomberdûman dike, dewam dikin. Gelê Kurdistanê û dostên wan ên ku li welatên Ewropayê daketin qadan, hêrsa xwe ya li hemberî xiyaneta PDK’ê ya ku piştgirî dide êrîşa Tirkiyeyê anîn ziman.
Londra
Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di çarçoveya “Pêngava Werin Cenga Azadiyê” de ji bo şermezarkirin û teşhîrkirina êrîşên dewleta tirk û hevkarê wê PDK’ê daketin kolanên paytexta Îngiltere Londonê. Bi dehan ciwan bi posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, flamayên PKK’ê û pankartên “Dawî li şer bînin” li kolanên Londrayê meşiyan. Ciwanan bi cil û bergên xwe yên herêmî û pêlavên mekap anîn ziman ku ew li rex gerîla ne. Çalakgeran belavokên ku şerê li Kurdistanê vedibêje li kolanan belav kirin.
Di meşê de polîsan xwestin alên PKK’ê kom bikin. Lê çalakvanan li dijî vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Polîsên Îngîlîz, xwe li helwesta bi biryar û bi îstîkrar a ciwanan negirtin û êrîş kir. Polîsan di êrîşê de herî kêm 2 kes binçav kirin. Çalakiya ciwanan bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Gerîla Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.
Lîmasol
Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd, ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa tirk û hevkariya PDK’ê ya 14’ê Nîsanê destpêkirî, meş û mîtîngek hate lidarxistin. Kurdistaniyên ku li Navenda Çanda Kurd a Teofîlos civîyan, heta Parka Molozê meşiyan. Gel di meşê de alên PKK, YPG, HPG, YPJ û flamayên ku wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hebûn hilgirtin. Di çalakiyê de ku hêrsa li dijî PDK û dewleta tirk hate ziman, Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre xiyanet”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî HPG”, “Be Serok jiyan nabe”, “Faşîst Tirkiye, hevkar PDK”, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” dagirkerî hat protestokirin û peyamên piştgriyê ya bi gerîla re hatin dayîn.
Qibrisiyên ku piştgirî dan çalakiyê jî bi xwepêşanderan dirûşme berz kirin. Çalakiya ku li Parka Molozê veguherî mîtîngê, piştî deqeyeke rêzgirtinê bi axaftina siyasetmedarê Kurd Kamîl Akal berdewam kir. Akal bal kişande ser îxaneta PDK’ê û wiha got: “Bersiva herî baş a ku li eniya xiyanetê hate dayîn ew e ku hevala jin a di çalakiya li dijî xiyanetê ya li Londrayê hat lidarxistin de mekabê gerîla nîşan da û got ‘bibin qurbanê pêlavên gerîla’. Gelê Kurdistanê êdî gelekî zelal dît ku kî li berxwe dide û kî xiyanetê dike. Yên wê azadiyê bînin Kurdistanê mekab zerin.”
Çalakî bi banga tevlîbûna meşa 25’ê nîsanê ya wê li Lefkosyayê li deriyê sînor ê Tirk bê lidarxistin, bi dawî bû.
Melboûrne
Kurdistaniyên li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê dijîn, li dijî êrîşên dewleta tirk ên li Herêmên Parastina Medyayê daketin qadan. Li ser navê NAV-KURD’ê Heval Herkî ji bo raya giştî ya Awûstralyayê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Faşîstê serdemê Erdogan ê ku di şerê hegemonyayê de hewl da ji bo aştiyê navbeynkariyê bike, di heman demê de welatê kurdan dagir dike û kurdan qir dike.”
Graz
Kurdistanî û dostên wan li Haûptplatz a bajarê Graz ê Awûstûryayê civîyan, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin.