9 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdistanî çûn serdana şehîdên xwe

Di Cejna Qurbanê de li gelek barjarên Kurdistanê serda goristanan pêk hat. Welatiyan serdana gorên xizmên xwe kirin û qornefîl danîn ser goran.

Li tevahiya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Qurbanê di saetên serê sibehê de welatiyan serdana goristanan kirin. Bi taybetî jî kesên di têkoşîna azadiya Kurdsanê de şehîd bûne hatin ziyaretkirin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana pakrewangehên Şehîd Xebat Dêrik a li Dêrikê, Şehîd Dilşêr a li Tirbespiyê, Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê, Şehîd Îsamîl a li Amûdê, Şehîd Dijwar a li Hesekê, Şehîd Rustem Cûdî ya li Dirbêsiyê, Şehîd Dicle ya li Kobanê, her wiha pakrewangehên li Til Temir, Reqa, Dêrazor, Şedadê, Tebqa û Helebê kirin. Tevî malbatên şehîdan, şandeyên rêveberiyên xweser, nûnerên rêxistinên jin û ciwanan, hevreyên şehîdan, şervanên YPJ, YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn gorên şervanan ziyaret kirin. Welatiyan gul danîn ser gorên şehîdan û dûa kirin. Her wiha şêranî belav kirin û cejn li hev du pîroz kirin.