24 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdistana bêteror

Kurd ji Peymana Lozanê vir ve tûşî her xerabiyên nîjadperestî hatine. Li gor vî aliyî, divê sûcên şer ên dewleta tirk were pênasekirin û bakurê Kurdistanê ji amûrên şer were paqijkirin. Cerdevan, artêş, polîs û hemû dînamîkên çekdar ji vê erdnîgariyê bên dûrxistin. Mirov dikare vê jî weke “Kurdistana Bêteror” bi nav bike.”

Li gor lêkolîna Akademiya Zanistî ya Norvêcê, ji 3 hezar 600 sal beriya Mîladê vir ve 14 hezar û 361 caran şer çêbûne, di van şeran de 3 milyar û 640 milyon mirov hatine kuştin û salên di nava aştî û aramiyê de jî, bi tenê 236 sal in. Şerên li Kurdistanê ku ji 1806an û vir ve li cihên cuda û bi komikên cuda (29 serhildanên kurdan) li dijî dagirkeran hatine kirin jî, belkî di nava lîsteya lêkolîna vê Akademiyê de cih digire; belkî jî qet nehatibe hesibandin.

Tolstoy gotiye, “Heta ku mirov mirovên dîtir weke birayekî xwe nehesibînin, ji bo berjewendiyên xwe jiyanên hev du dê tune bikin. Yên ku dibêjin, em ji Yezdan hez dikin û ji birayên xwe nefret dikin, derewçînin. Ji ber ku mirovê ji birayên li ber çavên xwe hez neke dê çawa ji Yezdanê neliberçavan hez bike.”

Gotina nivîskarê gewre zehf zêde teqabulî jiyana Kurdistanê dike. Kurdistana ku ji 100 salan zêdetir e li bin destên çar dagirkerên misilman e, li ser navê biratiyê rûbirûyî her xerabiyên birayên xwe yên serdest maye. Welatekî ku ji 200 salan zêdetir e bi dînamîkên cuda re di nava şer de ye, bi çi awayî dikare bi dijberên xwe re aştiyekê ava bike?

Rahîbe Teresa gotiye, “Aştî bi bişirînekê dest pê dike.” Li vir qest û mebest ji ‘bişirîn’ê berbihevhatina du aliyên şer e ku dest bi avakirina aştiyekê dikin. Li dû azmûna salên 2013-2015an a di navbera kurdan û dewleta tirk de, hewldana aştiyê bi destdirêjkirina Serokê Partiya MHPê di cotmeha 2024an de dest pê kir. Bi qasî sal û çend mehan e ku berdewam dike.

Pratîk û dozîneya Aştiyê ya Cîhanî hê jî bi çarpîkan dimeşe. Digel ku li ser wê nîqaşên salên dûdirêj hatine kirin jî, bi awayekî rêkûpêkî hê jî ji teref dewletan ve aştî weke têgeheke nivîşkan li ber destên mirovên hikumran û serdest ji bo berjewendiyên serdestiyê tê bikaranîn. Ji lew re sazkirina aştiyê li dû pevçûnên asta şerê mezin bi armanca pêkanînê bi tevgerên dîplomatîkî; bi sê hêmanên weke 1. Parastina Aştiyê, 2. Ketina Navbera Du Aliyan û 3- Rêya Çavdêriyê li dû lihevkirina aliyan bi awayekî misogerî û derbasbûna serdema çareseriyan digihîje wateya xwe.

Yekîtiya Netewan (YN), digel ku pêdiviyên avakirina aştiyê bi awayekî aşkere pênase kiriye, hê jî xwedî feraseteke tevlihev e: “YN qabîliyetên di asta operasyonel û politik ên avakirina aştiyê (leşkerî, siyasî, însanî, mafên mirovan û sosyo-ekonomîkî) de weke pêvajoyeke gihîştina menzîleke hewcedar dihesibîne. Herwiha YN têgihîştiye ku bi tevlibûna awayê aktîfî ya aktorên derveyî jî, avakirina aştiyê dikare were pêkanîn.” (Tschirgi, 2004: 4).

Aştiya payîdar tenya bi zora dînamîkên derve nikare were sazkirin; divê ji aliyê hundir ve jî were afirandin. Yanî, mirovên civakê divê weke aktor tev li pêvajoyê bibin, bi rê ve bibin, di çêkirina rojevê de bi awayekî aktîf tevbigerin. Jixwe pratîka birêz Ocalan a ku bi pêş ve dixe jî, ev e. Ew ji bo civakîkirina berbihevhatina du aliyan dixwaze ji hundir ve lihevkirinekê saz bike. Û ji bo misogerkirinê jî hemû xetereyan pêşwazî dike. Ji salekê zêdetîr e weke aliyekî şer, hemû pêdiviyên ji teref xwe ve pêk tîne. Ji lew re baş dizane ku dijminekî har ê xwedî hêzeke du sed salan li pêşberî tevgera wî ye. Vê hêzê ji avakirina komarê û vir ve li ser navê netewbûna tirkîtiyê bi hestên nîjadperestî tovên xerabiyê çandine ku ev weke patolojiyeke erjeng li holê ye. Li gora wan, PKK gîhayeke ziyandar e, ji binê erdê aj daye, xisarê dide gîhayên sûdmend û divê ev gîha were qurmiçandin. Bi vê armancê navê lihevkirina du aliyan weke “Tirkiyeya bêteror” bi nav dikin.

Ger em aliyê kurdan jî weke terefê herî rojanê pênase bikin, ew jî bi kêmanî ji Peymana Lozanê û vir ve tûşî her xerabiyên nîjadperestî hatine û trawmaya bindestiyê di lûtkeyê de dijîn. Li gor vî aliyî, divê sûcên şer ên dewleta tirki were pênasekirin û hewcedariyên selihandina birînên xedar were kirin, erdnîgariya bakurê Kurdistanê ji amûrên şer were paqijkirin. Cerdevan, artêş, polîs û hemû dînamîkên çekdar ji vê erdnîgariyê were dûrxistin ku ev alî karibe bêhneke azad bide û bistîne. Mirov dikare vê jî weke “Kurdistana Bêteror” bi nav bike. Ji ber ku li ber çavên civaka kurd 20 hezar kurd bi awayekî faîlî diyar hatine kuştin, bi hezaran gundên kurdan hatine valakirin, bi deh hezaran şervan hatine kuştin, bi milyonan mirov hatine sirgûnkirin û li welatên dereke bûne penaber û bi hezaran mirovên kurd di girtîgehan de dîl hatine girtin. Jixwe mirov li ser derûniya kurdan a ji ber kiryarên pergalê raweste, divê cezayekî giran bide rêveberên vê pergalê.

Ez dixwazim di vê nivîsê de li ser babeteke dîtir rawestim ku ez bixwe jî digel polîtîkbûna xwe nivîskarê zimanê kurdî me. Baş dizanim ku ez û bi hezaran mirovên weke min ku bi evîndarî zimanê kurdî diparêzin bê tûşî çi neheqiyên mezin hatine. Ji ber hindê ez ê li ser hêla wêjeyî ya pirsgirêkê berdewam bikim.

Wêje, jiyana mirovan pîroz nîşan dide û ji bo vê pîrozkirinê hewl dide. Wêjekar ji rewşeke biçûk a mirovatiyê, ji kêlîkeke kurt a jiyanê dikare deqên nivîskî yên wêjeyî biafirîne. Dema vê afirandinê dike, ne bi mebesta xwenîşandanekê û xwepesinandinekê dike. Çinkî ew baş dizanin ku di wê rewşa biçûk û wê kêliya kurt de nirx û giringiyên mezin ên aydî mirovatiyê hene. Ew dixwazin van nirxan nîşan bidin û bi hemû mirovatiyê re parve bikin. Nîşandana wan kêlîk û rewşan ji hêlekê ve jî pîrozkirina jiyan û mirovan e. Dema ku wêjekarek xerabî, nehsî, carisî û ziştiyên mirovan dike babetên pêşaniyên xwe, herwiha nepenî, tarîtî û bûneweriya mirovan bi zimanê wêjeyê araste û pêşkêş dikin.

Wêje û berhemên wêjeyî û wêjekar dixwazin der heqê karesat û bobelatên şeran de bi mirovan haydariyekê û helwesteke dijşerî derxe pêş. Armanca sereke ne weke nivîsek an lêkolîneke li ser şeran e ku bi hejmaran agahiyan ragihîne mirovan. Ji bo berhema wêjeyî, ji hejmara kuştiyan bêtir, derûnî û rewşa tevlihev a şer weke hilweşînên naselih û nacebir vebêje. Çinkî nûçe, lêkolîn, televizyon û rojname bi tenê li ser daneyên îstatîkî radiwestin û dixwazin bi vê aşkerekirinê giraniya şeran rê bidin, lê wêje rûxandinên di hiş û derûniya mirovên pîroz de bi zimanê hestan dixwaze derbasî mirovên din jî bike.

Weke wêjekareke/î em dixwazin destnîşan bikin ku qedexekirina zimanê netewekê, di serî de çalakiyeke terorê ye ku li dijî kurdan hatiye kirin. Ji ber ku ew netew ker û kor û lal tê hiştin, weke bindest tê etîketkirin, hemû hebûnên wê ji dest tê standin û weke yên serdestan tê nîşandan.

Weke nivîskareke/î zimanê kurdî em dibêjin ku nebûn û kêmbûna helbest, çîrok û romanên kurdî di nava wêjeya cîhanê de kiryareke mezin a terorê ye li kurdan hatiye kirin. Ji ber ku em weke nivîskarên bêpasaport û bêstatu li hemberî nivîskarên cîhanî sêwî û kulek dimînin.

Weke çîroknûseke/î ji bakurê Kurdistanê em diqîrin ku dûrketina me a ji ax û civaka xwe dibe sedem ku li nava civakeke biyanî bi zimanê xwe tenê mayîna me teroreke sîstematîk e ku çîroknûsên kurd li nava cîhanê di tenêtiyê de winda dibin.

Weke helbestkareke/î hestên wan qurmiçî di nava zeviya xerîbistanê de rê li ber neparvekirina hestên me yên kurdî bi civaka cîhanî re êrişeke terorî ye li zimanê kurdî hatiye kirin. Çinkî hestên neteweyî yên kurdî ji trawmaya xwe ya kurd û kurdistanî nikare derkeve ser dika cîhanî.

Weke romannûseke/î zîrek em ne bi zimanê wergerê be, xwe nikarin bigihînin romannûsên cîhanî ku ev bêzimanhiştina kurdekê/î çewisandineke terorê ye li dijî romana kurdî. Ji lew re fêrbûna zimanan ji ber zorlêkirina zimanê serdestî kêm û nivîşkan dimîne.

Li dû xwefesihkirina PKKê bidawîkirina şerê çekdarî, bi awayekî erênì rêyek ji bo danûstandinê vekir. Herwiha tevgerê ji aliyekî jî deriyekî xetereyan ji bo hebûna xwe vekir. Ji ber ku hê jî sûcên şer ên dewleta tirk nehatine cezakirin. Hê jî di warê hiqûqî û zagonî de ji teref îktîdarê tu gav nehatine avêtin. Kurd bi guman in ku dewleta tirk piştî valakirina girtîgehan ji girtiyên sûcên edlî, dîsa girtîgehan bi kurdan dagire.

Terora mezin a ji sedsalekê zêdetir li dijî zimanê kurdî hatiye kirin, dikarîbû bi gavên zagonî li zimên bihata vegerandin û demildest ji bo zimanê kurdî deriyên perwerdeyê bihatana vekirin. Hingê kurdan jî dê destdirêjkirina “dewletê” weke silavdayîna dostaniyê pêşwazî bikirana.

Ger aştî dikare bi bişirandinekê dest pê bike, dikare bi bişirandinekê berdewam jî bike. Christie Brinkley gotiye, “Bişirîna xwe bi dinyayê re parve bikin. Ev sembola hevaltî û aştiyê ye.” Em vê bişirandinê bi deng, awaz, hest, helbest û nivîsên wêjeyî zêde bikin û bingeha misogerkirina zimanê kurdî xurtir bikin. Bi vî awayî mirov dikare “Tirkiyeya Bêteror” û “Kurdistana Bêteror” li ser hevgirtina hevaltî û dostaniyê ava bikin.