Kurdistan herdem bûye meydan û qada şer û pevçûnan. Herdem bûye cihê komkujî û dagirkeriyê. Ev ne bese bi şerekî taybet û qirêj xwestiye kurdan ji binî têk bibe.
Li ti deverên cîhanê ewqas şer, ewqas pevçûn, ewqas zext, ewqas komkujî, ewqas dagirkeriyek hişk nehatiye dîtin. Gelekî ku axa wî hatiye talankirin, zimanê wî hatiye qedexekirin, çand û hunera wî hatiye astengkirin, reng û dengên wî hatine birîn, welatê wî hatiye dagirkirin. Mînakek wisa li cîhanê nîne û nehatiye dîtin.
Bi taybet di van salên borî de li Kurdistanê şerekî gelek mezin hate destpê kirin. Di vî şerî de dewleta tirk a dagirker ji bilî bi hezaran leşker û hevkarên xwe, herwiha bi çek û sîlehên qedexe yê kimyasal şerekî qirêj meşand. Li pêş çavê hemû cîhan û mirovahiyê çekên qedexe bi kar anî û li hemberî şoreşgerên kurd sûcên dij-mirovahî pêk anîn. Hemû hêz û hebûna xwe xistin vî şerî.
Lê tişta dewleta tirk a dagirker ji bîr kiribû ev bû ku gelê kurd gelekî xwedî dîrokek kevnar e, xwedî vîneke xurt e, xwedî çandek dewlemend û îradeyek bêhempa ye. Hemû dewletên dagirker û şerxwaz dikevin xefikeke wisa. Zû ji bîr dikin, bê kî li hemberî wan şer kiriye. Beriya 50 an jî 100 salan belkî dikarîbûn gelê kurd bikujin û ew jî dengê xwe dernexînin. Dikarîbûn belkî neheqiyan li kurdan bike û kurd jî bêdeng bin. Lê gelê kurd bi taybetî bi Tevgera Azadiya Kurd û bi taybet bi Rêbertiya Abdullah Ocalan bîrdoziyek bi dest xist, hişmendiyek birûmet bi dest xist, îradeyek natewe bi dest xist. Seknek û vînek gelek giranbuha bi dest xist. Seknek û vînek neteweyî bi dest xist.
Li rex ev bûyerên tarî, ev saleke li Kurdistanê bûyerên gelek balkêş jî diqewimin. Ji sala borî ve gerîlayên azadiya Kurdistanê bi berxwedanek dîrokî li hemberî dagirkeriya tirk şer dikin û bi dehan balafirên bêmirov xistin. Di şer de dewleta tirk rawestand û pêşiya wê girt.
Herî dawî pîrozbahî û çalakiyên bi 8’ê Adarê destpê kirin û heya Newrozê berdewam kirin. Gelê kurd carek din îradeya xwe bi awayekî herî xurt û bi rûmet di Newrozê de derxist holê. Bêguman mizgîniya gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bandorek mezin li pîrozbahiyên Newrozê kir û moralekî gelek mezin da gelê kurd û hişt ku bi milyonan kes Newroza 2024’an bi tîpên zêrîn di dîrokê de binivîsînin.
Ev berxwedan di heman demê de xwe di hilbijartinênxwecihî yên 31’ê Adarê de jî nîşan da. Li rex ewqas lîstikên qirêj, ewqas hîle, fen û fût, ewqas sextekarî jî gelê kurd di hilbijartinan de îradeyek birûmet nîşan da û serkeftinek mezin bi dest xist. Gelê kurd moralekî gelekî mezin ji pîrozbahiyên 8’ê Adar û Newrozê girtibûn, moralekî gelek mezin ji mizgîniya gerîlayên azadiyê girtibûn û ji ber wê jî serkeftinek gelek mezin di hilbijartinan de bi dest xist.
Lê em jî baş dizanin ku dijminên gelê kurd jî bênavber di nava lîstikên qirêj de ne. Nikarîbûn xwe li ber serkeftinên gerîlayên azadiyê bigirin. Nikarîbûn xwe li kêfxweşiya gelê kurd a di 8’ê Adarê û Newrozê de bigirin. Nikarîbûn xwe li serkeftina gelê kurd a di hilbijartinên xwecihî de bigirin.
Bi 2 bûyeran xwestin pêşiya vê serkeftinê bigirin. Bûyerek li Ewropayê li welatê Belçîkayê pêk hat û bûyera din jî li Kurdistanê li Wan ê pêk hat. Bêguman li gelek bajar û bajarokên din ên Kurdistanê jî bûyerên wek Wanê qewimîn, lê ya herî mezin û berçav a bajarê Wanê bû. Armanca van herdu bûyeran çi bûn?
Yekemîn xwestin bi bûyera li welatê Belçîkayê kurdan dîsa krîmînalîze bikin û rêxistinên kurdan ber bi bûyerên tundiyê dahf bidin û dîsa mohra terorê li kurd û rêxistinên wan bixin. Sedema wê jî ew e ku ev demek dirêje li Ewropayê nîqaşa PKK ji “lîsteya terorê” derxînin tê meşandin. Bi taybetî jî dewleta Belçîkayê û dadigeriya belçîkî biryarên gelek baş û erênî ji bo kurdan dan. Dewleta tirk jî xwest pêşiya van destkeftinan bigire û kurdan dîsa li Ewropayê bêdeng bike. Ev lîstik jî wek hemû lîstikên hetya niha negihîşt armanca xwe.
Bûyera duyemîn jî li Kurdistanê xwestin pêk bînin. Li gelek bajar û bajarokan xwestin şaredariyên ku nikarîbûn bi hilbijartinan bi dest bixin, xwestin bi lîstik û hîleyan bi dest bixin. Li gelek cihan, bes bi taybetî bi bûyera li Wanê dewleta tirk û hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê xwestin ceribandinekê bikin. Ceribandin çi bû? Xwestin binerin ka gelo gelê kurd ew ê çi nerazîbûnê nîşan bidin. Xwestin biceribînin ka gelo raya giştî ew ê çi nerazîbûn pêk bîne, xwestin binerin ka gelên Tirkiyê û cîhanê ew ê çi bêjin. Heger nerazîbûna kurdan, nerazîbûna gelên Tirkiyeyê, nerazîbûna sazî û rêxistinan, nerazîbûna raya giştî ya cîhanê ne ewqas mezin bûya, ew ê li hemû bajar û bajarokên kurdan heman tişt pêk baniyana. Lê belê her alî nerazîbûnek mezin nîşan dan. Lê ya herî diyarker sekna berxwedêr ya gelê kurd bû. Gelê kurd li vîna xwe, li îradeya xwe, li rûmeta xwe xwedî derket. Li hemû Kurdistanê, bi taybetî li Wanê ev çend roj in hemû kurd di nava berxwedanek dîrokî de ne. Ev berxwedan bi ser ket. Ev serhildan hişt ku dewleta dagirker bi paş ve gavê bavêje û vîna gelê kurd dîsa radestî wan bikin. Bi kurtasî kurdan faşîzm têk bir û bi ser ket.
Kurdan di vir de peyamek gelekî mezin da dijminên xwe. Gelê kurd bi sekna xwe xuya kir ku kes nikare îradeya vî gelî têk bibe. Gelê kurd xuya kir ku kes nikare wisa bi hêsanî dest bavêje vîna vî gelî. Piştî vê sekna berxwedêr û pîroz êdî dijmin ew ê cesaretî tiştek wisa neke.
Di van rojan de
Kurdistan bû Wan
Wan jî bû Kurdistan
Dema em li van 10-12 mehên borî dinerin, em dikarin bêjin ev bûyer di nava salekê de mohra xwe li dîrokê xistin:
1 – Bi avakirin ango kirîna sîstema hewayî ango sîstema fuzeyan gerîlayên azadiya Kurdistanê gavek mezin di şer de avêt û hêza dewleta tirk a dagirker şikand. Bi vî awayî şer êdî hat asteke wekhev. Vê mizgîniyê di Newroza 2024’an de da û hişt ku gelê kurd moralekî gelek mezin bigire.
2 – Pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê yên gelek mezin û xurt. Her çiqas dewleta tirk û desthilata faşîst a AKP-MHP’ê digot me çongê gelê kurd şikandiye û êdî nikare rabe ser xwe jî, kurdan bi awayekî bi heybet Newroz pîroz kir. Ne tenê li Kurdistanê, herwiha li Ewropayê jî pîrozbahiyên gelek mezin pêk hat. Bi taybet jî ciwanan mohra xwe li hemû çalakiyan xist. Ev jî xuya dike ku ev Tevgera Azadiya Kurd herdem xwe nû dike û herdem refên nû li xwe zêde dike.
3 – Serkeftinek din jî ew bû ku li rex hemû neheqî, hemû hîle û sextekariyan jî kurdan di hilbijartinên xwecihî de encamek gelek baş derxist. Dewleta tirk digot qey kurd bêhêvî ne, nema diçe ser sindoqan. Lê kurdan sîleyek mezin li dagirkeriyê xist û seknek bêhempa nîşanî hemû cîhanê da.
4 – Bûyera dawî jî sekna gelê kurd a berxwedêr; bi taybetî ya gelê Wanê bû ku mohra xwe li dîrokê xist. Ev berxwedana di kesayeta Wanê li hemû Kurdistanê pêk hat, rê li ber gelek bûyerên din jî girt. Heke gelê kurd ewqas biheybet li vîna xwe, li îradeya xwe xwedî derneketa, dewleta tirk wê dîsa Kurdistan bi rejîma qeyûman dagir bikira.
Ku em van serkeftinan komî ser hev bikin, em dikarin bêjin gelê kurd bi heman hêzê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wisa bi heybet pîroz kir. Bi van serkeftinan, bi vê berxwedana dîrokî, bi vê sekna birûmet, em gelekî nêzîkî azadiyê dibin.
Bila ev sal bibe sala azadiya kurd û Kurdistanê.