Kurdish Monitoringê, binpêkirinên sîstematîk ên di sala 2025an de li Tirkiyeyê li dijî ziman û çanda Kurdî pêk hatine tomar kir û weke rapor weşand.
Li gorî raporê, di nava salê de di qada civakî de, di qada medyayê û çand û hunerê de û li girtîgehan li dijî mafê bikaranîna Kurdî bi kêmanî 70 binpêkirin pêk hatin.
Daneyên di raporê de, diyar dike ku binpêkirin di hin qadan de bêhtir tên dîtin.
Li gorî raporê, di sala 2025an de;
* Di kategoriya Qada Civakî de 25
* Di kategoriya Medyayê de 15
* Di kategoriya Çand-Hunerê de 18
* Di kategoriya Girtîgehan de 12 binpêkirin li ser hev 70 binpêkirin hatin tomarkirin.
Rapora sala 2025an a Kurdish Monitoringê hareke din nîşan dide ku li Tirkiyeyê binpêkirinên li diji ziman ü çanda kurdi pêk tên, ne yek du büyer in. Ev binpêkirin li hemû qadên civakê belav büne û birêkûpêk pêk tên. Daneyên îsal hatine berhevkirin careke din nîşan didin ku bikaranîna kurdî ne tené li kolanan, her weha li girtigehên ewlehiya wan bilind, li salonên dawetan, li kampusên zanîngehan û li Parlamentoyê ji tê krîmînalîzekirin.
Desteserkirina ciwanên li Colemêrgê li ber strana Kurdi govend digerindan, girtina mikrofona parlamenterên li Parlamentoyê bi Kurdi xeber didan, girtina Mela Silêman Sebrî ya ji ber xutbeya bi Kurdî, qedexekirina formeya Amedsporê ya li ser wê gotineke bi Kurdî hatiye nivîsîn û gelen bûyerên din nîşan didin ku ev binpêkirin li nemû qadan pêk tên. Yek ji xalên derketiye pêş ew e ku hîna ji politikaya “zimanê nayê zanîn” û “..” (sê xalan) bi israr berdewam dike. Ev sansura ku li Parlamentoyê pêk tê, bi rengekî ku li girtîgehan nameyên bi Kurdî tên astengkirin û axavtina bi Kurdi ya bi rêya telefonan tê qedexekirin, xwe nîşan dide.
Kurdish Monitoring dema raporê amade dike, li çavkaniyên ji raya giştî re vekirî, nûçe, daxuyaniyên rêxistinên civaka sivîl dinêre û ji rasterast agahdarkirinan sûdê werdigire. Her cûre binpêkirin, li gorî dîrok, cih û bûyerê tê tomarkirin.
Ji bo tevahiya rapora Kurdish Monitoringê bitikîne: Kurdish Monitoring – 2025 Rapora Salê
