12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên Sovyetê û kurdên di valatiyê de

Piştî Sovyet belav bû û netewedewlet zêde bûn, kurdên li Kurdistana Sor jî belav bûn, di nava neteweyan de hatin bişaftin an jî sirgûn bûn.  Lê divê êdî her kurd dîsa li xwe û diroka xwe vegere

Yekitiya welatên Sovyetê di encama şoreşa Partiya Bolşevîka ya li Rusyayê ya 1917’an pêk hat. Vê şoreşê Kafkasya, Asya Navîn û heya Balkan xist nava xwe. Heya wê demê li seranserî cîhanê welatên ku navên wan tune bûn, di dîrokê de nebûbûn dewlet, bi prensîbên Partiya Kominîst a naskirina çarenûsa gelan hatin damezrandin û bûn xwedî nasnameya siyasî. Yek ji van gelan kurd bûn. Li Kafkasya, di navbera Azerbeycan û Ermenistana îro de, li nêzî herêma Qarabaxê, li cihê ku ji demên kevnar ve kurd lê dijiyan, Partiya Komunist herêmeke xweser a kurdan ava kir û li gorî wê rêvebiriya siyasî û cîvakî saz kir. Kurd ji Medan heta niha li ser vê axê dijiyan. Hezar sal berî vê bûyerê jî ew war pareke welatê Şedadiya bû. Di destpêka sedsala 19’an de di encama şerê di navbera rûsan û qacariyên Îranê de ev ax ketin destê Rûsyayê. 12’ê cotmeha 1813’an bi peymana Gulistanê û paşê jî 10’ê çileya 1828’an bi peymana Tirkmençayê ev heremên Kafkasyayê bi piranî ketin destê Çarên Rûsayayê. Sovyet jî li ser vê mîrateyê çêbû.

Partiya Komunîst li gorî prensîbên wekheviya gelan Yekîtiya Komaran ava kir. Li gorî vê jî Azerbeycan, Ermenistan û 13 welatên din damezrand. Bi zanebûn dibêjim damezrandin. Ji ber ku di serî de Ermenistan, hemû komarên din ên Sovyetê ji aliyê Partiya Komunîst ve hatin damezrandin. Bi xwe û bi serê xwe yek ji wan komaran di encama şerê serxwebûna neteweyî de ava nebûye. Sovyet ew ava kirin û piştî hilweşîna Sovyetê di sala 1991’an de wan komaran serxwebûna xwe îlan kir. Yanî avabûna wan li ser binesazî û sînorên ku dema Sovyetê de hatibû diyarkirin çêbûn, bi tenê cilê Sovyetê ji ser xwe derxistin û cilê netewperestiyê li xwe kirin. Piştî vê yekê wan dewletan ji bo mîrateyên Sovyetê ketin nava şerê ax, dewlemendî û şerê desthilatiya navxweyî kirin. Di şerên navxweyî û cînaran de gelek kêmnetew, ol û bawerî di nava lingan de çûn, li Rûsya û Ewropayê belav bûn.

Bi deh hezaran kurd hê di dema Sovyetê de di sala 1937 û 1944’an bi du pêlan sirgunî Qazakistan, Qirgizistan û Uzbekistanê kirin. Ji wan re derfêtên jiyana bi hev re nehatibûn dayîn. Malbat, êl û eşîr bi sedan kîlometre ji hev dûr, dabeş kirin. Bi zorê xwestin ku şêniyên Kurdistana Sor nasnameya azerî bipejirînin, Partiya komunîst a Azerbaycanê du rê dabû ber kurdan. An dê bibin azerî, an jî dê koçber bibin. En nepejirandin koçber bûn.

Di salên 1990-91’ê de bi hilweşîna Sovyetê pêla koçberiya kurdan dest pê kir. Piştî wê di navbera azerî û ermenan de şer dest pê kir. Di encama şer de ermen bi serketin û bajarên resen ê kurd Qubatli, Gence, Laçîn, Şûş ketin destê ermenan. Dewleta Ermenistanê êrîşî kurdan kir û gundê wan şewitand, bi darê zorê neçarî koçberî bajarên Rûsya û Qazakistanê li cem xizmên xwe kir. Niha derdora Gola Sêvan tenê 2 malên kurdên misilman mane, kurdên êzidî ji qet nînin!

Di encama vê kambaxiyê de kurdên ku ji dema Medan ve li ser vê axê diman, piştî 1990’î koç kirin. Ê di nava azeriyan de jî piranî asîmîle kirin. Yek ji wan jî serokê wî welatî malbata Alîev e ku ji eşîra Celaliyan e.

Pîştî 1993’yan de Ermenistan axa Kurdistana Sor û Qarabaxê dagir kir. Wê demê kurdên misliman pir kêm mabûn. Niha ancax 60 malbat mane. Girseya herî zêdê di dema Sovyetê da belav bû, nêzî 120 hezarî bû. Kurdên êzidî hem li gundên li ser sînorên bakurê Kurdistanê, hem jî di nava bajarên sereke de xwedî rol bûn. Akademîsyen, hunermend, endezyarên di nav wan da zêde bûn. Rêvebiriya Ermenistanê, dema weşana Radyoya Êrîvanê, weşanê kir du par. Parek danî “dengê kurdî”, parek jî wek ‘dengê êzidkî’ binav kir. Kurdên ezidî, wek miletek cuda bi nav kirin. Her roj propagandaya vê kirin.

Piştî belavbûna sovyetê alozî zêde bû. Ji ber welatek, an jî cîhê stara ku xwe bispêrin nebû kurd û gelek gelên din jî dest bi lêgerîna çarenûsa xwe kir. Bi taybetî kurdên êzidî berê xwe dan bajaran karên barzirganî û pîşeyî esas girtin. Kurdên misliman jî bi pirani çandinî û sewalkarî kirin. Di destpêka salên 90’î de lêgerîn û xwesteka kurdan ên siyasî û neteweyî li pêş bû. Lê niha ne wisa ye.

Bi demografiya xwe kurd pir berbelav in. Li her herêmeke Rûsyayê hene. Kêm zêde kurd li 14 herêmên Rûsyayê bi hejmareke zêde, dijîn. Li herêmên wekî Moskow, Krasnodar, Saratov, Tambov, Yaroslavil, Yêkaterînbûrg û hwd. bi giştî bêtirî 300 hezar kurd dijîn. Dema sovyetê kurd yek bûn. Tenê olên wan cuda bûn. Lê piştî Sovyet belav bû, kurdan li gorî baweriyê xwe parçe kirin. Piştî şerê Ermenistanê weki kurdên êzidî û kurdên misilman parçe bûn.

Bişaftin, koçberî, rêbazên şerên taybet ên dewleta Ermenistan û Azerbeycanê êdî hebûna kurdan li Kafkasyayê ber bi tunebûnê ve çû. Bi taybetî li Kurdistana Sor gundek bi navê kurdî nemaye. Bi şerê 2022’yan û herî dawî ya 2023’yan Qarabax û axa Kurdistana Sor bi giştî kete destê Azerbeycanê, êdî bêhna kurdan jî ji holê rakirin.

Li Ermenistanê di dema Sovyetê de bêtirî 60 hezar kurd dijiyan. Kurdên êzidî bûne du beş. Beşek dibêje em kurdên ezidî ne, beşa din jî dibêje neteweya me êzidî ye. Rastiya kurdên Kafkasyayê wisa ye.

Civaka Sovyeta berê heta 2000’î xwedî hêza rewşenbîrî bû. Gelek rêberên civakî, pisporên çandî hebûn. Lê mixabin, îro piraniya rewşenbîrên pêşeng çûn li ser dilovaniya xwe. Rûsîpî, porspiyên civakê jî yek bi yek koça dawî kirin. Ji bo vê yekê civak di mijara neteweyî da ket nav valatiyekê. Niha hê jî hestê netewetiyê heye. Kes xwe înkar nake. Lê têgêhiştina dîrok, erdnîgarî, rêzikname, ziman û çandê lewaz e.

Wekî encam; eger civakeke nêzî 3000 sal ji welatê xwe, serpêhatiya xwe were dûrxistin û sed salên dawî jî di nav war û çandên nenas de bê belavkirin û tevî vê rastiyê dîsa nasnameya xwe neteweyî bîne ziman berxwedaneke hêja ye. Lê ev têr nake. Divê xwe bi rêxistin bike. Divê pirsa ‘Ez ê wek endamekî neteweya kurd hebim an na?’ Bipirse û bersiva rast bide û li gorî wê gavan bavêje.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê