16 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên Kafkasyayê û Temûrê Xelîl

Bi rastî em nizanin heyama Radyoya Erîvanê di dema Casimê Celîl û Xelîlê Çaçan de çi bûye, çi qewimiye; kî rast e, kî niheq e de fikrekê bidin pêş. Lê belê meriv ji rê û rêbazên tên şopandin dikare xwedî qinaetekê bibe.

Kurdên Kafkasyayê ji aliyê berhemdêrî û xebatên kurdî ve; çi wêje, çi muzîk, radyo, çapemenî; çi lêkolîn, dîroknasî, foklor û hwd. gelek kar pêkanîne. Kurdên Kafkasyayê di gelek qadan de mohra xwe li xebatên bi vî rengî xistine. Mixabin bêsiûdiya nav hemû kurdan de heye, di nav kurdên Kafkasyayê de jî heye. Ev yek, di qada hevqebûlnekirin, hesûdî, keşmekeşî û xwedanpêşî de derdikeve pêş. Gelek kes hene lê mînakek derdikeve pêş, heq dike ku ez li ser wê bisekinim. Ew mînak jî Temûrê Xelîl e.

Temûrê Xelîl kurdekî dildarê çand, kelepor û heyîna nirxên kurdî û kurdewar e. Wî pişta xwe spartiye malbateke weke Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşît. Malbatê bi dehan salan li Emenistanê di nav kurdên herêmê de xebatên giranbiha yên çand, muzîk û kelepora kurdî pêk anîne. Temûrê Xelîl di nav vê malbatê de mezin bûye, perwerde dîtiye û bixwe jî mohra xwe li gelek xebatên bi vî rengî xistiye. Ked û xebatên wî tu car nayên jibîrkirin. Ev aliyê Temûrê Xelîl ê qenc û erênî ye û bi giştî bûye malê çand û kelepora kurdî ku tu car nîqaş li ser vê yeke nikarin bên kirin. Bi bîranîna vê rastiyê şûn ve divê em diyar bikin ku gotar li ser vî aliyî zêdetir, li ser aliyê wî yê bê rexnekirin ava bûye, mebest ji vê gotarê ev e.

Kurdên Kafkasyayê bi piranî ji civaka Êzidî ne û ji welatê Serhedê ji zilma dewleta Osmanî, parçeyek jî ji muameleya xedar a kurdên misilman revîne, xwe spartine bin banê dewleta Rûsyayê, paşê jî dewleta Yekitiya Sovyetê. Ji ber vê derfetên dewleta Sovyetê diyarî wan kirine, kurdan bi derfetên serbestiya civakî, ziman, çand, wêjeyê weke civak xwe pêş xistine. Gelek xebatên giranbiha kirine, gelek kesên navdar jî ji vê civakê derketine. Romana bi kurdî, rojnameya bi kurdî, radyoya bi kurdî û di nav van xebatan de gelek şaxên xebatan pêş ketine.

Piştî têkçûna dewleta Sovyetê xebatên hatine kirin, gelekên wan ketine arşîvan, mixabin xebatên rêkûpêk bi têkçûna Sovyetê re yan sekinîne yan jî bi tunebûnê re rû bi rû mane. Li pey vê heyamê, li ser mîrateya ku hatiye afirandin gelek nîqaş pêk hatine, hê jî didomin. Ji nîqaşên tên kirin yek jî ew e ku keda kê sereke ye, ya kê li paş e.  Temûrê Xelîl serkêşê esas ê vê angaştê ye. Temûrê Xelîl keda sereke ya danêrî û ji bo xebatên Radyoya Erîvanê bavê xwe Xelîlê Çaçan û dayika xwe Eznîva Reşît nîşan dide, Casimê Celîl û hevalên wî jî kêm derpêş dike. Em ne şahidê wê demê ne, dibe ku ev angaşt rast bin. Em ancax ji nêrîn û feraseta Temûrê Xelîl dikarin bigihîjine qinaetekê.

Min bi salan dem bi dem axaftin, daxuyanî, nivîs û xebatên Temûrê Xelîl ên di youtubeya Ria Taza, malpera Ria Taza, hevpeyvînên wî yên li ser yotubê qasî ku dest da şopandin. Ew ji aliye ziman ve ekola Serhed-Kafkasê zar û zimanekî şîrîn bi kar tîne. Lê ji aliyê feraset û nêrînê ve reş û spî ye. Ku aliye spî bê rojevê bêkêmasî û bêqusûr dibîne, li gorî wî aliyê reş jî tu başî lê nîn e; lenetî ye. Ev helwest aliyê wî yê herî nexweş e, heta em dikarin bêjin dogma wî ye. Divê rewşenbîrek alî bigire jî aso û bergeha xwe ew qas teng neke. Ev aliyê wî yê dogmatik û tund wî ji rewşenbîriyê dûr dixe, ew niheqiyê li xwe dike. Gelek îdeolojîk difikire, bi rastî jî bi vê asoya teng a îdeolojîk her tiştî dinêre.

Ji ber ku li dijî tevgera kurd a Bakur û alîgirê tevgera Başûr e, ji ber mûxalefeta xwe TRT Kurdiyê weke temsîla kurdiya xas dibine û wiha dibêje: “Ew televizyona dewletê vekiriye, televizyona herî baş e. Zarok rûniştiye ber televizyonê ew nizane ev çi siyaset e, asimilasyon e, çi ye. Çîrokeke xweş guhdarî dike, mêze dike, kurdayetî dikeve serê wî, kurdî dikeve mêjiyê wî; ev bes e zanî! We jî anî 20 televizyon vekir; kurdî-tirkî, dewletê jî yek vekir hemû kurdî. … Niha hinek tiştên we digot gerekî me jî bigota wextê ku radyo vekirin (ji bo radyoya Erîvanê dibêje) me gerekî dewletê ra bije ya dewletê ye em qebûl nakin. Ma dibe isa?(şaşiyên hevoksaziyê aîdî wî ne) ”   (https://www.youtube.com/watch?v=ZY6j54rlQf4) Diyar e ku Temûrê Xelîl dîsa reş-spî li vê meseleyê dinêre, li gorî wî her tiştê kurdên Bakur kirine ne rast in. Kurdên Bakur bi hincetên diyarkirî vê televizyonê û mebesta vekirina vê televizyonê qebûl nakin, ew vê yekê reş dibîne, mebest û feraseta dewleta tirk spî dibine. Lê diyar e ku birêz Xelîl jiber xwe diaxive, rastiya TRT Kurdî nizane, hinekên ji wê televizyonê sûd wergirgitine pifî guhên wî kirine, ew qas.

Birêz Xelîl çawa ku malbata Casimê Celîl kêm, ya xwe jî herî pêş dibine, bi heman awayî pêsîra Celîlê Celîl jî bernade. Di heman hevpeyvînê de bernameçêker navê Celîlê Celîl qut kiriye, jê derxistiye lê em fêm dikin ku yê jê behs dike Celîlê Celîl e ku min bernameyên din de navê wî jî bi devê birêz Xelîl bi xwe bihîstiye. Wiha dibêje:  “Lê destûra wî hebû, wî nekiriye, ji ber ku ji bo wî karî bike gerekî here farsî hîn bibe, here erebî hîn bibe, ew jî zehmet e. Baş e ez herim gotinê pêşiya berhev bikim, çîrokan berhev bikim, kitêba bi kalîteya bedew danîme rêzê, xelk bêje wa çend kiteb derxistine.” Di vir de reqabet heye, hesûdî heye. Rewş ji serekebûna malbatê derdikeve, rengekî din digire. Lêkolînan dike hincet, pê li pêniya Celîlê Celîl dike, piçûkxistineke hunerî pêk tîne, piçûkdîtina xebatên Celîlê Celîl bi awayekî nixumandî derdixe pêş. Belê her kes nikare her tiştî bike; bike yan neke lê nirxandineke bi vî awayî neheqî ye, ji bo asta rewşenbîriyê şaneke xirab e. Lê em hemû gunehî li reqabet û hesûdiyê bar nekin, yek jî ev e ku li gorî fikra xwe Celîlê Celîl nêzî tevgera kurdên Bakur dibîne, bi rastî ew nêzik e, ne nêzik e, ew tiştekî  din e. Jana dilê wî hinek jî ji wê ye.

Kesên ku reşûspîtiya Temûrê Xelîl meraq dikin dikarin gotarên wî yên li ser malpera Ria Taza û bernameyên ew beşdar bûye yên li ser youtubê bînêrin ku reşûspîtî çawa dibe, bibînin.

Min ji nirxandina Temûrê Xelîl a der barê TRT Kurdî de encamek derxist û ji awayê nêrînên wî de gumanek di hişê min de çêbû. Di serdema TRT Kurdî de em şahid û xwedî zanînekê ne. Eger Temûrê Xelîl der barê TRT Kurdî de vê yeke bejê ka serdema em nebûne şahid, der barê misogeriya wê de bi rastî em ê çawa qanî bibin? Me dike nav gumanan. TRT Kurdî helbet bi kurdî tiştinan dibêje, kes nikare înkar bike. Lê piştî belagata dînî, wergera fîlm û nûçeyên bi tirkî, şahiyên hinek bi kurdî, gelek bi tirkî ji mêjiyê zarokên kurd re tiştek namîne. Temûrê Xelîl ji ber asoyê îdeolojîk ên pufî guhê wî dikin ku çavkaniya wê nêrîna ji Başûr e, tehrîfata rastiyan nabîne, xeyal û xewnerojkan dibîne.

Nêrînên dogmatik, reş û spîtî perdeyê dikişine ser çavên mirov. Keda heqkirî dide înkarkirin. Ji bo rewşenbîran ev yek ne nojdar e, ne qenc e. Ji bo berhemdêr û dildarê çand û zimanê kurdî Temûrê Xelîl ev berçavk neheqî ye, guneh e.