15 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên dilpola têk naçin

Xelkên herdu taxan bi baweriya kurdên dilpola qet nakevin, ji nivîsandina dîrokeke nû ya berxwedanê re amade ne û bi vî ruhê li gel hêzên xwe yên ewlekariyê di xetên herî pêş de bi def û zirneyê dîlana serkeftinê digerînin.

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, herdu taxên ku tê de kurdan kurdayetiya xwe li hember celadên gelê kurd parast û bi xwîna zarokên xwe dîrokeke nû ji serhildan û berxwedanê nivîsand. Her çendî hêzên derve di serî de dijminê avakirina statuya kurdan dewleta tirk,  xwestibe di şexsê van herdu taxan de kurdan di nav pencên siyasetên xwe yên qirkirinê de bifetsîne jî, gel biryara ‘ev qad qada me ye û yan serkeftin yan jî mirin’ di rûyê van hêzan de berz kir.

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê di dirêjahiya şerê Sûriyeyê de ji taxên herî zêde ku rastî binpêkirinên mafên mirovan ên Rêjîma Bassê ya hilweşiyayî û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û çeteyên Tirkiyeyê hatiye. Ji serdema rêjîma ketî heta bi hatina hikûmeta veguhêz re jî ev tax hema hema di bin dorpêçkirina mayînde de mane, lê tevî van binpêkirinan jî ev tax roleke girîng di teşekirina nasnameya berxwedana Sûriyeyê de ya bi ruhê şerê gelê şoreşgerî, têkoşîna li dijî polîtîkayên înkarkirina sîstematîk, bidestxistina mafên jinan û misogerkirina rola jinan a di nav civakê de lîstiye.

Çawa ku kurdan di aloziya Sûriyeyê de ji bo nasnameya xwe diyar kir û weke her netew û pêkhateyekê bi rengê xwe bijîn, xeta sêyemîn hilbijart, dîroka vê nimûneyê careke din li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwe dubare kirin. Di 1ê nîsana 2025an de Meclisa Sivîl a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û şandeya desthilata Şamê ya ku ji aliyê seroketiya desthilata Şamê ve hatibû erkdarkirin, li ser rewşa herdu taxan peymanek îmze kirin.

Peyman encamek ji peymana ku li Şamê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û desthilata Şamê de hatibû îmzekirin bû. Ji xalên di peymanê ew e bû rêzgirtin ji xweserî û taybetmendiyên herdu taxan re were girtin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên ewlekariyê yên hikûmetê di ber parastina jiyana xelkên taxê de berpirsiyar bin. Lê ev peyman û xweseriya herdu taxan li xweşiya Dewleta Tirk ku dixwaze di bin navê HTŞê de dagirkeriya xwe li Sûriyeyê mayinde bike, nehat.

Tevî agirbesta di navbera Taxên Şêxmeqsûd û Şamê de hatiye ragihandin de jî, êvara 6ê cotmehê herdu tax rastî êrîşeke çeteyên di bin kontrola Dewleta Tirk de hatin. Pirs li vir e. Gelo ev êrîş ji berjewendiyên kîjan alî re ye?

Ev pirs ji bo her kesê ku niha li taxê dijîn zelal bûye, ew jî Tirkiye ye.

Di demekê de ku Tirkiyeyê û Sûriyeyê têkiliyên xwe li ser hesabê qirkirina gelan û sînordarkirina hebûna kurd li Sûriyeyê xurt dikin, êrîş li dijî herdu taxan pêk hat. Bi salan e Tirkiye li dijî her cure rêveberiya xweser an jî rêveberiya demokratîk li deverên weke Şêxmeqsûd û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye. Tirkiye Rêveberiya Xweser ji bû hebûna xwe li Sûriyeyê wekî metirsî dibîne û bi idîaya ku hebûna rêveberiyê ‘parçekirina Sûriyeyê ye’ dixwaze rê li ber pêşerojeke demokratîk a bi pêşengtiya kurdan a li Sûriyeyê bigire.

Lê di rastiyê de tirsa Tirkiyeyê ne ew ku Sûriye parçe bibe. Berovajî wê tirsa wê azadiya jinan, xweseriya gelan, demokratîkirina herêman û biserxistina berxwedana kurdan e. Bi taybet taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê modeleke zindî ya rêveberiya xweser a sivîl û civakî di nav bajarekî navendî ya Sûriyeyê de temsîl dike û bi berxwedana xwe ya ji sala 2012an heta bi berxwedana xwe ya li hember êrîşên 6ê cotmehê hişt ku hemû gel rabin ser piyan û ji bo wê bikevin seferberiyê.

Îro serkeftina herdu taxan tê wateya dubarekirina vê modela xweseriyê li bajarên din ên Sûriyeyê, ev jî ne li hesabê HTŞê  û ne jî li hesabê Tirkiyeyê tê. Ji ber ku jiyana li vir ji bo berdewamiya desthilata wan xetereyan ava dike. Êrîşên ku pêk hatin rasterast peymana 10ê adarê ya di navbera HSD û Şamê de têk dibe. Peymana 10ê adarê li ser prensîba hevkariyê û avakirina mekanîzmayên entegrasyon û parastina yekparçeyiya axê bû, lê tişta ku niha diqewime gumanan çêdike û dihêle ku mirov van pirsan ji xwe bike: Niyeta Şamê avakirina Sûriyeyê ye, yan hilweşandina Sûriyeyê ye, yan ji bo razîkirina Tirkiyeyê ye?

Lê tiştek heye ku divê neyê jibîrkirin û di hişê her mirovekî de zindî bimîne. Tevî bombebaran, dorpêç û hewldanên ferzkirina birçîbûnê, şêniyên herdu taxan ji helwesta xwe venegeriyan, ji ber ku bi nêrîna xelkên wê, li ser mafan danûstandin tune ye, li ser rêveberiya xweser bazarî tune ye û ji bo parastina ax û destkeftiyan paş ve gavavêtin tune ye.

Xelkên herdu taxan bi baweriya kurdên dilpola qet nakevin ji nivîsandina dîrokeke nû ya berxwedanê re amade ne û bi vî ruhî li gel hêzên xwe yên ewlekariyê di xetên herî pêş de bi def û zirneyê dîlana serkeftinê digerînin.