…Mûrşîlîyê 1’emîn B.Z. di salên 1630 û 1600’î de derdikeve ser text. Piştî kirasguhertina bapîrê xwe, Hattûşîliyê 1’emîn, Mûrşîlî jî 30 salî hikum diajo. Di nava vê demê de, li mîrasa bapîrê xwe xwedî derdikeve û wî li hemberî rîsipiyên civata Pankûyê rûreş dernaxîne.
Gava Mûrşîlî ji sefera Halpa/Helebê vedigere, zavayê wî Hanîtîlî wî dikuje. Hanîtîlî ne tenê keya Mûrşîlî, her wiha hemû mîrzeyan, ango temamê kurên Mûrşîlî jî dikuje.
Bi vî awayî dawî li rêveberiya 60 salan a serdema geş tê. Êdî mîrnîşînî dikeve serdema tarî ya kemînên hevdukuştinê.
Hantîliyê 1’emîn (B.Z. 1600 – 1570) derdikeve ser text. Lê carekê sêr xera bûbû û êdî xerabiyê dest pê kiribû. Êdî zavayê Hantîlî, ango hevjînê keça wî Zîdanta derdikeve ser dikê û xezûrê xwe dikuje. Ew ne bes e, cendekê bûrayê xwe, ango cendekê birê jina xwe mîrze Pîşenî jî di ser cendekê xezûrê xwe de diavêje erdê û dikuje.
Zîdantayê 1’emîn (B.Z. 1570- 1560) li ser textê xezûrê xwe yê xwîndar rûdinê. Heta çi çax? Ka ji kerema xwe derbasî benda jêr bibe!
Ammûna (B.Z. 1560 – 1540) li ser textê xezûrê xwe yê di nava xwînê de kumêt bûbû, rûdinê. Bîst salan hikum diajo. Êdî roja wî jî tê; ecelê wî ne bi emrê Xwedê ye. Ka texmîn bikin bê bi emrê kê ye! Belê keya Zîdanta yê qesasê xezûr û bûrayê xwe, vêca ew bi derbeke xedartir tê kuştin; bi destê kurê xwe Ammûna.
Gotineke pêşiyan heye, dibêje: “Neke serê kesê kesan. Dê were serê pisê pisan.”
Hûzziyayê 1’emîn (B.Z. 1540 – 1535) derdikeve ser textê di gola xwînê de vegevizandî. Di der barê keya Hûzziya de, zêde agahî tune ne. Navê wî tenê di du hevokan de derbas dibe. Lê, di nava serpêhatiya keya Telîpînû yê navdar de meriv der heqê Hûzziya de bi hin tiştan serwext dibe.
Bavê zagonan: Telîpînû
Telîpînû (B.Z. 1535 – 1510) derdikeve ser text. Lê di kevalên mîxî de jî tê dîtin ku beriya Telîpînû derkeve ser text, bûrayê wî keya Hûzziya, bêbextiyê li malbata Telîpînû dike. Di vê bêbextiyê de jina Telîpînû, Îştapariya tê kuştin. Îştapariya, xwişka keya Hûzziya ye. Ango keya Hûzziya, xwişka xwe dikuje. Esas, armanca wî ya sereke ew bû ku, Telîpînû bikuje. Lê di armanca xwe ya sereke de bi ser nakeve.
Li ser vê bûyerê Telîpînû, bûrayê xwe Hûzziya digire. Lê wî nakuje. Telîpînû xwe radigire û metaneteke mezin raber dike. Keya Telîpînû, kujerê jina xwe Hûzziya tenê bi sirgûnkirinê ceza dike. Piştî wê yekê Civata Rîsipiyên Pankûyê dicivîne û vê fermana dîrokî ji wan re radigihîne:
“Ji niha pê ve, lawê ji jina keyayê mezin dikeve şûna bavê xwe. Heke ji jina mezin law tune be, bila lawê jina duyemîn bibe keya. Heke qet lawê keya tune bin jî, bila keça wî ya ji jina mezin bizewicîne û zava bibe wêrisê keya… Îştapariya hat kuştin. Êdî bila bes xwîn bê rijandin! Her kî xerabiyê li malbata keyayî bike, bila di Civata Giregirên Pankûyê de bên darizandin. Keya be jî bila were darizandin. Mîrza be jî bila were darizandin. Kî xencerê li malbata keyayî bikişîne, bila bê darizandin û cezakirin. Ev kurê karmendekî dibe, yê giregirekî dibe. Her kî dibe bila bibe. Lê bila tahdeyî li zarokên wan, li malbat û koleyên wan neyê kirin û malên wan neyên talankirin… Kî hat ser kar, vê kevalê bi wan bidin xwendin…”
Bi vî awayî, keya Telîpînû, mercê derketina li ser textê keyatiyê ji Civata Giregir û Rîsipiyên Pankûyê re radigihîne.
Gelek lêkolîner hemfikir in ev fermana keya Telîpînû, dibe destpêka vîna gel. Piştre ev ferman derbasî nava Ûrartû û Medan jî dibe. Her wiha derbasî Lîkyayê dibe. Ji Lîkyayê jî derbasî nava grekan dibe û wekî têgeha ‘demokrasî’yê derbasî zimanê siyasetê dibe û heta îro jî hatiye.
Keya Telîpînû, bi vê helwesta xwe ya têgihiştî û danîna hîmê zagonan, navê xwe bi tîpên zêrîn li rûpelê dîroka Hîtîtistanê dinivîsîne. Di nava keyayên hîtîtiyan de, cihê Telîpînû, lûtkeya herî rajor a negihiştbar e. Bêguman, ne mimkun e ku mirov bikaribe sixletên vî keyayê gewre, vî merdemêrî û zanamendî, bi çend hevokan bîne ziman.
Allûvamna (B.Z. 1510 – 1500) derdikeve ser text. Navê jina wî Harapsîlî ye.
Hantîliyê 2’emîn (B.Z.. 1500 – 1490) derdikeve ser text. Navê jina wî nayê zanîn.
Zîdantayê 2’emîn (B.Z. 1490 – 1480) derdikeve ser text. Navê jina wî Iyaya ye
Hûzziyayê 2’emîn (B.Z.. 1480 – 1460 navê jina wî Sûmmîrî ye. Ev navekî balkêş e ku dişibe navê Sûmmer.
Ji Mûrşîliyê 1’emîn û vir ve nêzîkî 100 salî, wexta şahînşaniya Hîtîtê, bi şerê xwînrij ê ji bo derketina ser text derbas dibe. Lê piştî fermana Telîpînû, şerê ji bo textê keyatiyê tê rawestandin. Ev pirsgirêk tê helkirin û bi zagonê ve tê girêdan. Şahînşahî jî birînên xwe yên wê serdema tarî dikewîne. Hêdî hêdî stêrka wê ya çilmisîbû, ji nû ve geş dibe û ji serdema xwe ya kevn, derbasî serdemeke nipînû dibe.
Serdema mîrnîşîniya gewre
Tûthaliyayê 2’emîn (B.Z.. 1460 – 1440) derdikeve ser text û bi vî awayî serdemeke nû dest pê dike. Tê gotin Tûthaliya, hûrrî ye. Navê xwe ji çiyayekî pîroz yê Kurdistanê wergirtiye. Di kurdiya me ya îro de, em ji xortên qeşeng re dibêjin ‘tîtal’. Di nava hezaran salan de, tîpa ‘h’yê ketiye. Tûthal(iya)/Tîtal. Jixwe ”iya’ paşgir e.
Navê jina wî jî, Nîkalmatî ye û ew jî keybanûyeke hûrrî ye. Navê xwe ji Xwedawenda heyvê wergirtiye. Gelên hûrrî yên ji Herranê, ev Xwedawend hebandine û jê re îbadet kirine. Her wiha wê ev nav ji Xwedawenda sûmeran a bi Navê Nîn-Gal wergirtiye û tê wateya “xweda-jin a mezin”. Bi kurdiya çar hezar sal berê ‘Nîn-Gal’, bi kurdiya çar hezar sal şûn ve ‘Jin-Kal’.
Va ye ji we ve jî eyan e, navek di nava hemû şaristaniyên kurdên cîhana dêrîn(sûmer, hûrrî, hattî, hîtîtî) de bi heman wateyê û bi heman bilêvkirinê tê bikaranîn. Ev jî selimandina angaştên me yên xurt e. (Xwendevanên ezîz! Xwendina xwe bikudînin. Lewra piştrastkirina angaştên me berdewam dike)
Keya Tûthaliya, bi pêşiyên me yên Hûrrî-Mîtanî re hevkariyeke xurt datîne. Ê jixwe ji heman miletî ne. Lema jî lihevkirin gelekî hêsan bûye. Divê were zanîn ku B.Z di sedsala 15’emîn de, ango di dema Keya Tûthaliya de, Hûrrî-Mîtanî bi qasî Misira hingê xurt bûne. Heta di gelek waran de ji Misirê jî xurttir bûne. Meriv dikare bibêje hingê Hûrrî-Mîtanî, nola Ewrûpaya niha bûne.
Çanda Hûrrî-Mîtanî, ya wê serdemê moda bû. Xelkên cîran, li hemberî rewşa wan ya xweşguzarî, bi gezan diçûn lêvên xwe.
Lewra ev dab û nêrîtên pêşiyên kurdan, ji kûrahiya dîrokê dawerivî ye. Pêşiyên kurdên cîhana dêrîn, mîmarê avakirina jiyana neolîtîk in. Ev dema Keya Tûthaliya ya ez qalê dikim, piştî pêkanîna şoreşa jiyana neolîtîk (serdema kevir a nû, ev peyva ‘neo-lîtîk’: neo/nû, lîtîk/lat-latik, ango, nû-lat) derdora heft hezar sal şûnde bûye. De êdî hesab li ba we ye.
Ger em hinekî din mijarê zelal bikin: Qotê Berçem/Erxenî, Çemê Xalan/Sason, Girê Kortik/Bismil û Newala Çorê/Riha, heft hezar sal beriya Keya Tûthaliya hatiye avakirin. Danîna hîmê avakirina gund-bajarvaniyê, cotkirin û dermalekirina sewalan li van herêman pêk hatiye. Û pêşiyên kurdan hûrrî-mîtanî, hattî-hîtîtî jî li ser vê mîrasê rûniştine. Lema jî çanda hûrrî-mîtaniyan a wê demê model bû ji hemû xelkên cîran re jî.
Min li jorê jî anî ziman ku Keya Tûthaliya û jîna wî hûrrî bûne. Lema jî, Keya Tûthaliya bi hevnijadên xwe yên hûrrî-mîtanî re di nava tifaq û lihevkirinê de tevgariyaye û ev tifaq bûye bingeha pêngava împaratoriya hîtîtiyan. Piştrastkirina vê yekê jî Seyîsê Navdar, Kîkkulî ye.
Kîkkuliyê Asp-Zanî (Hesp-Zanî)
Kîkkulî, di serdema Keya Tûthaliya de li Hatûşayê tê ser yekîneyên siwarî yên artêşa hîtîtiyan. Ev dehayê hanê di perwerdekirina hespan de, rêbazeke gelekî nûjen pêk tîne. Her wiha cara yekem kitêba talîmnameya hespan dinivîse. Belê mirov dikare bibêje kitêb. Lewra, ev zir-kevalek ji 1080 rêzik-hevokan pêk tê. Tê texmînkirin, kevaleke din ya ji hêla Kîkkulî yê pisporê hespan ve hatiye nivîsîn û hîn nehatiye dîtin jî heye.
Xwendevanên ezîz; hespên wê demê yên bi erebeyên cengê, nola tanqên niha girîng bûne. Heta pispor dibêjin, ev tanqên destpêkê bûne. Ger em rewşa hingê û ya niha bidin ber hev, bê çawa dewleta tirkan ji Rûsyayê moşekên S-400 kirî, lê nizanîbûn li hev biedilîne/biemilîne, lema jî Rûsyayê pisporên vê çekê ji tirkan re şand; hingê jî, mîtaniyan hesp û erebeyên cengê, li gel pisporên wan (Kîkkulî) ji hîtîtiyan re dişîne. Da ku artêşa wan hînî emilandina vê çeka ‘nûjen’ bike.
Kîkkulî, fermandarekî zîrek ê artêşa mîtaniyan e. Pîrtûka seyistiyê a bi navê “asp-zanî/hespzanî” nivîsandiye. Li gorî dîroknas dibêjin, Kîkkulî ji ruhê hespan fam dikir. Ew keval-kitêba Kîkkulî, bi kurdiya wê serdemê hatiye nivîsandin. Lê gotinên wê, tevdek bi kurdiya me ya reş a îro jî tên bikaranîn û her kurd jê fam dike. Kîkkûlî, wiha dest bi keval-kitêba xwe kiriye: “Asp-zanî/Hesp-zanî (pisporê hespa) Kîkkulî yê ji welatê Mîtannî dibêje”… û xweşmêr Kîkkulî berdewam dike û pê de diçe.
Her yekîneyeke erebeyên hespan, ji deh erebeyan pêk dihat. Ji fermandarê vê yekîneyê re, bi kurdiya hingê digotin ser-deh. SER-DEH. Çiqas gotinek xweşik. Ez hez dikim vê gotina zêrînî, sêbare bikim: SER-DEH.
De êdî ev hespên bi perwerdeya pisporê hespan, Kîkkuliyê efsanewî dihatin perwerdekirin, simên wan bi erdê nedibûn; dibûn teyrên bibask û bi ezmanan diket. Hespên Kîkkulî ew perwerde dikir, yên li qada şer û cengên giran, firnik lê vajî dibûn; hespê ku bi bask dibûn û difiriyan; paşê bûn Rexşê Belek yê Rustemê Zal; Pegasûs ê Belarefonê mêrxas; Kurriyê Deryayê yê Memê Alan; Bukefalos ê Îskender ê mezin; Hedbanê Derwêşê Evdî û yên din û yên din û yên din!…
(dê bidome)