12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdan di 25 salan de xwe ji nûve ava kirin

Piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin heta îro 26 sal in kurd li bakurê Kurdistanê û çar aliyê cîhanê li dijî komployê çalakiyan pêk tînin. Çalakiyên ku li bakur dest pe kirin, îro li hemû welatên cîhanê belav dibin. Li aliyekî Kurdistanî û dostên kurdan li dora paradîgmaya Modernîteya Demokratîk, li aliyê din Ocalan li zindanê têdikoşe.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi hevkariya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. Pêvajoya komploya navneteweyî heta ku 15’ê Sibata 1999’an Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê dewam kir. Piştî ku Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdê de tê girtin. Tecrîda li ser Ocalan 26 sal in bênavber didome. Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve, ji dema hevdîtina wî ya bi birayê wî Mehmet Ocalan re, tu agahî jê nayê girtin. Piştî komploya ku Abdullah Ocalan wekî “Operasyona NATO-Gladio”, “Destpêka Şerê Cîhanê yê 3’yemîn”, “Komploya herî mezin a sedsala 21’ê” û “Pêngava yekemîn a destwerdana li Rojhilata Navîn” bi nav kir, hêrseke mezin derket holê. Kurd û dostên wan çar aliyê cîhanê, bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê veguherandin qada çalakiyê. Ji destpêka komployê heta niha zêdetirî 100 kesî bedena xwe da ber agir. Bi milyonan kes di 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê de reş girêdan û hêrsa xwe li kuçeyan dan der. Vê berxwedana kurdan û dostên wan jî planên komplogeran pûç kir. “Qirkirina” li dijî Abdullah Ocalan pêk nehat. Ocalan di nirxandina xwe de ku di 10’ê Sibata 2010’an de di hevdîtina bi parêzeran re kir, diyar kir ku komplo bi berxwedanê hatiye pûçkirin û got: “Berxwedana gelê me komployê pûç kir. Ji ber vê yekê ez careke din spasiya gelê me dikim. Armanca komployayê tunekirina min bû, eger ev yek pêk bihata, dê alozî û pêvajoyeke xwîndar pêk bihata.”

Berteka yekemîn a li dijî komployê çalakiyên “Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin” bû ku li girtîgehan dest pê kir. Girtiyan li dijî komployê bedena xwe dan ber agir. Berxwedana li girtîgehan piştre gav bi gav belav bû. Piştî ku Mehmet Halît Oral di 9’ê Cotmeha 1998’an de li girtîgeha ku lê dihat girtin bedena xwe da ber agir, çalakî belav bûn. Çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” li dijî komployê bû xeleka yekemîn a xeleka berxwedanê. Di çalakiyan de herî kêm 66 kes birîndar bûn û 53 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû destpêkirin gelek girtî û kesan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Navê kesên di sala 2019’an de li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn wiha ne: “Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek û Mahsum Pamay.”

Kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” di sala 2004’an de hat destpêkirin. Tevgera Ciwanên Serbixwe (BAGEH) pêşengiya kampanyayê kir. Bi sed hezaran îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de hatin komkirin radestî Meclisê hatin kirin. Di daxwaznameyên ku hatin kirin de hat xwestin ku Ocalan wekî “Rêberê Gel” bê qebûlkirin. Di çarçoveya kampanyaya bi navê “Ji Rêbertiyê re Azadî” de bi sed hezaran îmze hatin komkirin. Bi armanca pîrozkirina 4’ê Nîsanê rojbûna Ocalan, di sala 2004’an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) meş hatin destpêkirin. Bi sed hezaran kes ji bo rojbûna Ocalan berê xwe dan Amarayê.

Di navbera Tîrmeha 2004’an û Nîsana 2006’an de ji aliyê Tevgera Welatiyê Azad ve kampanyeyeke nû ya ni navê “Ocalan Vîna Min a Siyasî ye” hat destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de 3 milyon û 243 hezar kesan got “Ez wekî Kurdistaniyekî Abdullah Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî dibînim û qebûl dikim” û îmze dan.  Di 9’ê Cotmeha 2011’an de bi pêşengiya TUHAD-FED’ê duyemîn “Meşên Gemlîkê” hatin destpêkirin. Daxwaza sereke “Azadî ji Ocalan re” bû. Di 12’ê Hezîrana 2022’yan de bi dirûşmeya “Em li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” “Meşa Gemlîkê” ya nû hat destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyaya ku di 15’ê Kanûna 2007’an de li Amedê dest pê kir û bi 900 nameyên bi daxwaza başkirina rewşa Ocalan dest pê kir, ji gelek bajar û navçeyan bi sedan kes ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, Konseya Ewropayê, Komisyona Mafên Mirovan (KE) û Komîsyona Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) name şandin.

Heyeta ku ji aliyê 715 saziyên sivîl ên herêmê ve ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hat avakirin, di 30’yê Mijdara 2011’an de ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji Wezareta Edaletê randevû xwest.

Di 6’ê Îlona 2012’an de bi organîzasyona “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Înîsiyatîfa Aştiyê” kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” li cîhanê hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ku li paytexta Belçîka Brukselê dest pê kir, zêdetirî 10 mîlyon îmze hatin komkirin.

Di Îlona 2016’an de li Amedê bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê bi beşdariya 50 dildaran greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ya bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat destpêkirin. Mehmet Ocalan di roja 8’an a greva birçîbûnê de çû Îmraliyê. Piştre çalakî bi dawî bû.

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di 25’ê Gulana 2021’ê de bi tevlîbûna 768 parêzer û pisporên hiqûqê dest bi kampanyaya daxwaznameyê kir. Herî dawî li Amedê zêdeyî hezar parêzeran xwestin biçin Îmraliyê û serî li Wezareta Dadê dan. Têkoşîna jibo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû welatên cîhanê didomin. Têkildarî pêvajoya komployê û berxwedana gelê kurd û berxwedana li Îmraliyê Parêzer Mahmut Şakar ji Rojnameya me re axivî.

Di hevdîtina ewil de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komplo çawa pênase kir?

Komploya navneteweyî  ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan pêk hat, tenê bi dîroka ku komplo ket meriyetê ne bi sinordar e. Xwedî karaktereke wisa ye ku ji roja pêk hatiye heta îro hemû geşedanên siyasî diyar dike. Ji ber vê yekê mirov dikare ji bo dîroka kurdistanê û siyaseta wê wekî mîladekê pênase bike. Komplo ji roja dest pê kiriye heta îro didome. Bi xwe re hemû geşedanên polîtîk bi bandor dike. Mirov wekî pêvajoyekê dikare bigire dest. Divê mirov vê pêvajoyê bi giştî bigire dest û vê rastiyê bike navenda nirxandinê. Nexwe dê komplo tenê wekî dîrokeke polîlîtîk ku bi dîlgirtina Birêz Ocalan bi encam bû bê famkirin û wekî bi dawî bûbe tê famkirin. Ev vê yekê şaş dibînim. Ji roja pêk hatiye heta îro, bandorê li hemû geşedanên siyasî dike. Divê wekî meseleyeke ku di nava xwe de berdewamiyê tîne bê pênasekirin. Bê guman divê berxwedana gelê kurd a li dijî komployê jî divê mirov bi heman rengî bigire dest. Divê berxwedana gelê kurd jî bi heman rengî bê destgirtin. Berxwedan jî li gel komployê her tim didome, pêş dikeve û xwe bi rêxistin dike. Berxwedanê encama 25 salan diyar kiriye.

Ji 1999’an heta niha li ser komployê gelek niqaş pêş ketin. Dema em îro li pişt xwe dinerin, em bêtir xwedî şensin ku komployê binirxînin. Lê dema em ji aliyê Birêz Ocalan ve bigirin dest, Birêz Ocalan ji roja destpêkê de der barê rastiya komployê de nirxandinên bingehîn kiribû. Îro em dibînin ku jiyanê tiştên ku Birêz Ocalan gotibû piştrast kir. Geşedanên ku pêş ketin, gotinên wî yên ewil piştrast kir. Birêz Ocalan hêj li Kenyayê aşkere kiribû ku ev komployek navneteweyî ye. Hêj di destpêkê de rastiya komployê pênase kir. Piştî ku komplo pêk hat û dîl hat girtin û me çû hevdîtina ewil pêre kir, mijara sereke ya hevdîtinê rastiya komplo bû. Komplo çima pêk hat, ji aliyê kîjan hêzan ve pêk hat? Armanca komplo ya li dijî siyaseta kurd digirt dest. Hêj wê demê pênaseya ‘Hêzên kurevî dixwazin Rojhilata Navîn ji nûve dîzayn bikin. Ji bo wê dixwazin hêza li Kurdistanê bêtesîr bike. Lewra dixwaze tevgera PKK’ê û rêberê PKK’ê lawaz bike. Bi vê armancê xwestin komployê pêk bînin. Piştî geşedanên pêş ketin pênaseya Birêz Ocalan piştrast kir.

Beriya komployê hêzên kurevî li dijî siyaseta demokratîk hewldanek çawa pêş xistin?

Îro tiştên pêş dikevin wekî şerê sêyemîn ê cîhanê tê pênasekirin. Ev têgeh jî bere ji aliyê birêz Ocalan ve hatibû kirin. Di hevdîtinek ku me bi Birêz Ocalan re kiribû, rewşa heyî wekî destpêka şerê cîhanê yê sêyemîn pênase kiribû. Hêj wê demê anîbû ziman. Dema em li pêlên şerê kurevî û global ku li demê hatiye belavkirin dinerin, em rastiya şerê cîhanê yê sêyemîn ku bi mudaxaleya hêzên kurevî ya li dijî DYA, mudaxaleya Sûriyeyê, şerê di navbera Îsraîl û Filistin ku di esasê xwe de Îranê dike hedef re rû bir û dimînin. Navenda vî şerî Rojhilata Navîn e. Hêzên kurevî li ser Rojhilata Navîn vî şerî pêş dixin. Dema em li vê siyasete dinerin, di esasê xwe de em dibînin ku raste rast navenda wê Kurdistan e. Di esasê xwe de erdnîgariya Kurdistanê parçeyekî Rojhilata Navîn e. Dema em Kurdistanê li gel hêzên kolonyal ên wekî Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê digirin dest, em dikarin bibêjin piraniya erdnîgariya Rojhilata Navîn digire nava xwe. Eger dê li ser van hêzan siyasetek bê meşandin, diviya bû li ser siyaseta Kurdistanê jî planek bihata kirin. Ji ber hakîmîyeta li ser siyaseta Kurdistanê bi xwe re hakîmiyeta li ser hêzên kolonyalên Kurdistanê jî pêş dixe, mirov dikare wekî destpêka hakîmiyeta li ser tevahiya Rojhilata Navîn jî bibine.  Li Kurdistanê jî siyaseta ku li dijî van siyasetan alternatifê pêş bixe û karibe bibe hêz, siyaseta PKK’ê û rêbertiya PKK’ê bû. Van hêzên ku xwestin siyaseta xwe li ser tevahiya Rojhilata Navîn pêş bixin, ewil xwestin serweriya siyaseta li ser Kurdistanê mîsoger bikin. Ji ber vê yekê destpêk e. Ji ber vê yekê komplo xistin rojevê.

Tê zanîn ku beriya komployê di tebaxa 1998’an de Rêberên PDK û YNK’ê vedixwînin DYA’yê. Di çavdêriya Wezîrên Karên Derve de bi wan re cînek pêk anin. Wê deme Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê deste herdu Rêberên partiyan rakiribû hewa û wêne kişandibû. Wê demê xwestin bînin ziman ku ev herdu partî nûnertiya gelê kurd û Kurdistanê dikin. Em dikarin bibêjin ku dema xwestin xeta siyaseta demokratîk tasfiye bikin, hin nûnerên kurdan jî xistin bin baskê xwe. Ji bo ku bibêjin ev komploya li dijî Birêz Ocalan ne li dijî hemû gelê kurd e, neçar bûn ku hin hêzên kurdan têxin bin baskê xwe û wan li dijî kurdên din bikar bînin.  Ya din jî dê zanîn ku siyaseta hêzên kurevî ya li ser Kurdistanê, tenê bi Başûr ve bi sînor e. Eger destûr bidin ku siyaset li Başûrê Kurdistanê bê kirin, cewherê siyaseta li ser tevahiya Kurdistanê nişan dide. Bi rêya siyasta başûr xwestin li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî serweriya kolonyal berdewam bikin. Xwestin siyaseta tevahiya Kurdistanê di siyaseta başûr de bi teşe bikin. Pêve girêdayî li aliyê din dest bi tevgera tasfiyekirina PKK’ê û Ocalan kirin. Eger hêzên kurevî hin hêzên kurdan negirtina cem xwe dê nikarîbûna komployek berfireh pêk bînin.

Komplo çiqas gihişt armanca xwe? Rola berxwedana Abdullah Ocalan çiye?

Hedefa sereke tasfiyekirina siyaseta Kurdistanê bû. Tasfiyekirina xeta siyaseta demokratîk bû. Birêz Ocalan di hevditinek xwe de digot PKK û ew li Kurdistanê nûnertiya xeta siyaseta demokratîk dikin. Ji ber vê yekê hêzên navneteweyî bi komployê xwestin xeta siyaseta demokratîk tasfiye bikin û li gorî xeta xwe li ser Rojhilata Navîn serwerhiyê pêş bixin. Ji ber vê yekê komplo ji bo Kurdan mîlad e. Komplo rojane ye û didome. Komplo tevî her tiştî li gel ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dîl xist û zerarek mezin da gelê kurd jî, di encame de negihiştiye armanca xwe. Siyaseta demokratîk û azadîparêz a li Kurdistanê li dijî komployê, têkoşîna xwe bêtir mezin kiriye û pêş xistiye. Tevî xizar daye kurdan jî komploya navneteweyî negihiştiye armanca xwe. Nekariye ku têkoşîna demokratîk a gelan û têkoşîna azadîparêz a gelê kurd asteng bike. Dema em di aliyê global de dinerin, em dikarin bibêjin hêzên komploger negihiştine armanca xwe. Sedema esasî ji berxwedana li dijî komployê ye. Ev berxwedan ne li dervê berxwedana Birêz Ocalan û tevgera azadiyê ye. Gelê kurd hêj ji destpêkê de bi awayekî pir zelal û hişk helwest nîşanî komployê da. Di komployê de kirde Birêz Ocalan bû.  Ji ber vê yekê helwesta Birêz Ocalan gelek girîng bû. Ji ber vê yekê helwesta Birêz Ocalan helwesta gelê kurd jî diyar kir. Berxwedanê komplo pûç kir û di navenda vê berxwedanê de jî Birêz Ocalan hebû. Gelê kurd bi tevahî ji destpêkê heta îro bi tu awayî komplo qebûl nekir û her tim di xeta têkoşînê de cih girtin. Gel xwedî helwestek xurt û rêxistinek xurt nîşan da. Siyaseta kurd û gelê kurd di berxwedana li dijî komployê de rolek mezin lîst. Lê ya ku berxwedana gelê kurd û siyaseta li dijî komployê bi teşe û rêxistin kir, têkoşîna Birêz Ocalan bû. Helwesta Birêz Ocalan a li Îmraliyê qedera komployê diyar kir. Her wiha dîsa qedera siberoja gelê kurd diyar kir. Ya herî girîng berxwedana birêz Ocalan a li dijî komployê qedera komployê diyar kir.

Di van 26 salan de ji bo gelê kurd çi guherî? Dîsa ji bo hêzên komploger çi guherî?

Wekî şahidekê pê wêvajoyê dema em çavdêrî û lêhûrbûnên xwe digirin dest, ez bawer dikim ku hedefa sereke ya Birêz Ocalan şikandina leza komployê bû. Dema kompo pêk hat gelek hêzên cihanê di nava komployê de cih girtin. Hêzên bi bandor ên cîhanê di nava komployê de cih girtin. Eger Birez Ocalan bandora komployê neşikandibûya, ev komploya mezin dikaribû hêza gelê kurd şikandibûya. Armanca refleksa ewil a Birêz Ocalan ew bû ku şidda komployê bişkîne bû. Dewleta Tirk bi komployê di xwede baweriyek pêş xist. Şovenîzm pêş xist. Hewldanên lincê pêş ket. Dema em li dîrokê jî dinerin, dema pêşengên kurdan darvekirin, kurd rastî komkujiyan hatin. Ev rastiyek dîrokî ye. Me ev li Dêrsimê jî û di serhildana Şêx Seîd de jî dît. Ji ber vê yekê Birez Ocalan xwest şidda komployê di xwe de bide rawestandin.

Di 25 salên li Îmraliyê de berxwedana Abdullah Ocalan a herî bi bandor çiye?

Birêz Ocalan ji 1993’an heta niha her tim xwest vê meseleyê bi rêyên aştiyê çareser bike. Lê dizanîbû ku dewleta tirk piştî komployê siyaseta aştiyê pêş naxe. Lê dîsa xeta ku astiyê dixe navanda xwe li Îmraliyê berdewam kir. Bi hewldana aştiyê xwest siyaseta komplogeran a îmhayê rawestîne. Di parastina xwe ya li dadgehê de jî banga aştiyê kir û hewl da dewleta tirk bikişîne nava aştiyê. Pêve girêdayî hewldana şovenîzmê şikand. Piştî komploya ku nêviyê cihanê di navde cih digirt, dîl hat girtin, lê hemû hêzên xwe yên leşkerî, çandî, siyasî parast. Ev bû sedem ku komployê bêbandor bike. Ev encama herî girîng ya berxwedanê ye. Danehevên xwe yên têkoşînê parast û berxwedan pêş xist. Gelê kurd û hêza rêxistinî ya gelê kurd ji tofana komployê rizgar kir. Piştî Ocalan ev hêza xwe parast, lêhûrbûna xwe ya li dijî komployê kûr kir. Vê carê ji bo sedem û bandora komployê bi temamî ji holê rake ket nava lêhûrbûnê. Ev hewldan bêtir hewldanek fikr û ramyarî bû. Bi paradîgmaya nû ev hewldana xwe tacîdar kir. Li ser sedemên kurevî yên komployê rawestiya û li dijî sedemên wan di paraznameyên xwe de çareserî danî holê. Em vê yekê di pirtûka Parastina Gelekî de baştir dibînin. Hemû têgehên polîtîk ji nûve di ber çavan re derbas kir û ji nûve pênase kir. Komplo wekî hewldanek dewleta tirk pênase nekir. Wekî hewldaneke hêzên Modernîteya Kapîtalîst pênase kir. Ev gelek girîng e. Ji bo gelê kurd destkeftiyên xwe biparêze û rêya jiyanek azad û wekhev biparêze, diviya bû van astengiyên hêzên kurevî derbas bike. Piştî komployê li dijî Modernîteya Kapîtalîst, stratejiya Modernîteya Demokratîk girt dest. Ji komployê encama; ji bo bigêje çareseriya demokratîk, azadiparêz û neteweya demokratîk divê li dijî Modernîteya Kapitalist têbikoşe, derxist. Ji bo vê yekê jî projeya Konfederalizma Demokratîk û Modernîteya Demokratîk peş xist. Bi vê yekê hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelên din rêya çareseriyê peş xist. Berxwedana herî mayinde û bi bandor paradîgmaya nû ya Modernîteya Demokratik e.

Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk bandorek çawa li ser politika û planên komplogeran kir?

Gelê kurd di 25 salên dawî de xwe ji serî heta binî ji nûve ava kir. Betir xweseriya demokratîk esas girt. Ji siyaseta navendîparez dûr xist. Rêxistinên demokratîk pêş xist. Rêxistina kurdan di bin baneyê modela kongreyê de anî cem hev. Bi vê yekê hemû qadên jiyanê bi rêxistin kir. Hemû cihê ku kurd digêjinê bi rêxistin kir. Bi vê modelê, rêxistina siyasî ya Kurdistanê ji nûve ava kir. Rastiya ku kurd di her qadê de xwe ji nûve bi rêxistin bikin û ava bikin derxist holê. Li dijî komployê tekoşîna gelê kurd a bi rêxistin, bêtir derket pêş. Mînaka serkeftina vê paradîgmaya li dijî komployê ya herî şênber Şoreşa Rojava ye. Encama herî şênber a têkoşîna Birêz Ocalan a li dijî komployê modela Rojava ye. Birêz Ocalan li zindana Îmraliyê bi paradîgmaya nû têkoşîna xwe derxist astek din û komplo bêtir lawaz kir. Birêz Ocalan bi komployê ji Rojhilata Navîn derxistin, lê birêz Ocalan bi paradigmaya xwe dîsa li Rojhilata Navîn vegeriya. Mînaka şênber Şoreşa Rojava ye. Dema em li 25 salan dinerin, em dibînin ku gelê kurd ne tenê li Bakur, li Ewropa, hem li Rojava û hem j ili parçeyên din xwe ji nûve bi rêxistin kiriye û ava kiriye. Têkoşîna jinan êdî ketiye rojeva hemû jinên cîhanê. Tîsa şoreşa rojava û têkoşîna gelê kurd ketiye rojeva hemû gelên cîhanê.

Têkoşina li dijî komployê, rastiya têkoşînek nû ya Kurdistanê, rastiya gel a nû ku tu komplo êdî nikarin wî têk bibin û bi her awayî xwe nû dike û ava dike derxist holê.

Îro hêzên koploger van polîtîkayên komployê çawa berdewam dikin?

Di vê pêvajoyê de her çend komplo bi rêbazên din berdewam bikin jî, têkoşîna gelê kurd neşikest. Dijberî şikandinê bêtir xurt bû. Têkoşîna gelê kurd hem li Rojava û li gelek cihê din bêtir bandora xwe nîşan da. Lê ev nayê wateya ku bi temamî komplo bi dawî bûye.

Rola hêzên kompoger di tecrîda li ser Abdullah Ocalan de çiye?  Çima israr dikin?

Tecrîda giran wekî parçeyekî komployê li ser Birêz Ocalan berdewam dike. Dîsa dewleta tirk bi têkiliyên li Başûr û herêmên din û êrîşên komkujiyê nişan dide ku komploya navdewletî hêj didome. Dîlgirtina Birez Ocalan a li îmraliyê berdewama komployê ye. Pergala Îmraliyê parçeyekî komployê ye. Berdewama komployê ye. Lê dive em bibêjin êdî hêzên komploger wekî berê bi komî tev nagerin. Mînak dema em li Rojava binerin, em nikarin bibêjin hemû hêzên komploger di nava hevsengiyekê de ne. Vê têkoşîn û berxwedanê koma komployê belav kiriye. Birêz Ocalan di şertê herî giran ê Îmraliyê û tecrîde de bi berxwedanê ev komplo vala derxist. Mirov dikare tecrîdê wekî cezakirina berxwedana Birêz Ocalan ji bibîne. Çawa ku komplo bi destê navdewletî pêk hatiye, pergala tecrîdê jî bi destê navdewletî û siyaseta navdewletî pêk tê. Eger îro tecrîd berdewam dike û hêj nehatiye şikandin nîşan dide ku ev komplo didome. Bi tecrîdê dixwazin têkoşîna gelê kurd asteng bikin. Vîna gelê kurd lawaz bikin.

Fikrên Ocalan li cîhanê tên xwendin. Pêngavê bandorek çawa li polîtîkayên komplogeran dike?

Gelê kurd ji roja ewil de li dijî tecrîdê têdikoşe. Lê divê êdî hemû sazi û rêxistin bi hevre têbikoşe. Gelê kurd ji roja ewil heta îro tu carî komplo, dîlgirtin û tecrîd Birêz Ocalan qebûl nekir. Li her qadê têdikoşe û li ber xwe dide. Helwesta li dijî tecrîdê, nîşan dide ku komployê qebûl nakin û her tim dijberiya xwe ya komployê tînin ziman. Gelê kurd bêtir têkoşîna xwe xurt kir. Têkoşîna gelê kurd bi Şoreşa Rojava hêzên cîhanê kir du parçe. Hêzên kurevî û hêza gelan. Bi taybetî piştî Şoreşa Rojava û Têkoşîna Jinan a Azadiyê bêtir şênber bû. Êdî tecrîda li ser Birêz Ocalan ket rojeva gelên cîhanê. Gelên cîhanê jî ligel gelê kurd li dijî tecrîdê helwesta xwe tîne ziman. Şêwirmendiya enternasyonal a li dijî tecrîdê têkoşîn gîhand astek din. Jin, kesên bindest, sosyalîst, hemû kesên xwedî wîcdan ên cîhanê êdî li dijî tecrîdê xwedî helwestek in.  Bi taybetî piştî berhemên Birêz Ocalan wergerî zimanên almanî firansî, îngîlîz, îspanyoli û zimanên din kirin û fikrên Birêz Ocalan bi taybetî ji aliyê kesên entellektuel ve hatin xwendin, xwedîderketina li birêz Ocalan jî li cîhanê belav bû. Padadîgmaya wî di navbera pêşengên sazî û rêxistinên gelan de belav bû. Birêz Ocalan bi pirtûkên xwe êdî karibû xwe ji gelên din en cîhanê re vebêje. Van kesên ku paradîgma û berhemên Birêz Ocalan dixwînin bêtir xwe di navde dibinin û ji bo xwe jî wekî çareserî dibinin. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tecrîdê li cîhanê belav bû. Her ku fikrên Birêz Ocalan tên famkirin û belav dibin, piştevaniya navneteweyî ya li dijî tecridê jî xurt dibe. Ez difikirim ku hêj fikr û berhemên Birêz Ocalan negihiştiye hemû kesên ku lazim e bigêje wan. Têkoşina enternasyonal û wicdan, li dijî tecrîdê xwedî potansiyelek pir mezin e. Her ku fikrên Birêz Ocalan bigêje kesên enternasyonalist, demokrat û rewşenbir ez bawerim ev tekoşîn jî dê bêtir mezin bibe. Ev potansiyel heye.

Ji bo şikandina komplo û tecrîdê hewldanên siyasî û hiqûqî çiqas têr dikin. Divê çi bê kirin?

Di aliyê hiqûqi û siyasî de tekoşînke girîng heye. Ev pir girîng û dîrokî ye. Gelê kurd li dijî tecrîdê û komplo têkoşînek ku tu carî bi dawî nebe pêş xist. Îtirazek danî holê. Lê dema em li tecrîda 43 mehên dawî dinerin, em dibînin ku ev têkoşîn têr nake. Ji bo tecrîd bê kişandin û birêz Ocalan azad bibe ev têkoşîn têk nake. Meseleya gelê kurd û birêz Ocalan ketine nava hev. Di hevdîteneke xwe de jî dibêje qedera min û gelê kur ketina nava hev. Dewlet jî wisa nêzîk dibe û gel jî wisa nêzîk dibe. Ji bo rêberê gelekî ye vê tecrîdê li ser Birêz Ocalan dimeşîne. Gel jî bi xwediderketina xwe wekî rêberê xwe dibîne. Ji bo vê yekê mirov dikare bibêje kûrbûna tecrîdê êrîşa li dijî gelê kurd e.  Divê ev têkoşîn mezintir bibe. Divê hemû têkoşînên hiqûqî, siyasî, çandî, dîplomasî û civakî bi awayekî koordîne bi hevre bên pêşxistin. Divê hev xurt bikin û bi awayekî domdar bidomin. Divê bi taybetî têkoşînên civaki bêtir bên xurtkirin. Ez bawer dikim ku tevlêbûna gel û civakê zêdetir bibe dê tecrid bê şikandin.

10 sal in Tirkiye çima mafê hêviyê naparêze?

DMME di 2014’an de mafê heviyê aşkere kir. Ji wê demê heta niha Tirkiyeyê tu gav neavêt. Helwesta welatên ewropa jî gavên xurt navêt û li demê belav kir. Eger Konseya Weziran helwestek xurt nişan dabûya dê Tirkiye gav bavêtina. Eger Konseya Ewropa zorê li Tirkiyeyê bike dê Tirkiye zagonên xwe biguherîne. Tirkiye çawa nêzî mafê ziman, çand, cil û bergên kurdan dibe, bi heman hişmeniyê nêzî mafê hêviyê jî dibe. Tecrîda heyî û pêve giredayî şer Tirkiye hilweşand. Di aliye aborî û civakî de têk çû.

Mahmut Şakar kî ye?

Ji Amedê ye. Di sala 1992-3’yan de rêveberî û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kir. Di sala 1997’an de bû Serokê HADEP’ê ya Stenbolê. Di navbera 2000-2002’an de bû Sekreterê Giştî yê HADEP’ê. Piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê girtin, di nava koma yekem a parezerên Ocalan de cih girt. Di pêvavoya sazumankariya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de cih girt. Ji wê demê heta niha xebatên esasi yên parastina vê dozê dike. Demek dirêj e li Almanyayê dijî. Niha li gel hiqûqnasen Alman di Komeleya Demokrasî û Hiqque ya Navneteweyî (MAF-DAD) de cih digire.