Kurdbûn bi kurdistanîbûnê watedar dibe, kurdbûneke bê hizra giştiya Kurdistanê, kurdbûneke herêmî, eşîrî, malbatî, şexsî xizmeta Kurdistanê nake û bi awayekî ji aliyê neyaran ve tê bikaranîn. Kurdistanîbûn welatparêzbûn e. Welatparêzî erka hezkirin û parastina giştiya xak û hebûna welêt e. Kesên welatparêz ne tenê ji axa welatê xwe, ji mirov, darûber, teyr û tilûr, ajal û kêz û kurmikên welatê xwe jî hez dikin û diparêzin, ew li hebûna sererd û binerdên xwe bi gelemperî xwedî derdikevin, diparêzin û ji bo bipêşdebirinê xwedî helwest û ked in. Ew ne tenê li ser azadiya xwe, li ser azadiya hemû heyîneyên welatê xwe xwedîbiryar û pratîk in.
Gava li gor vê pîvana welatparêziyê kurd werin nirxandin, kategoriyên balkêş derdikevin holê, wek mînak: Kurdên wek tirk, ereb, faris dijîn çawa dikarin bibin welatparêz û hestên hezkirina li jor bi wan re bi pêş de biçe.
Kurdên di navbera dost û neyarên welatê xwe de cudahiyê nebînin û bi hêsanî karibin bi neyarê xwe re bidin û bistînin çawa dikarin bibin welatparêz û hestên hezkirina li jor bi wan re bi pêş de biçe.
Kurdên wek kurdekî kurdistanî nejîn çawa dikarin bibin welatparêz û hestên hezkirina li jor bi wan re bi pêş de biçe.
Divê her kurdek xwe li bêjinga welatparêziyê bide û ciyê xwe yê di hezkirina welatê xwe de bibîne û li gor wê yan rêya xwe bidomîne, yan rêyeke nû bide ber xwe.
Bi vê zelalkirina pîvana kurdistanîbûn û welatparêzbûnê re, pênasekirina neyartiyê jî divê were zelalkirin, wek mînak: Neyar ew kes an hêza, ku xisarê dide te, welatê te, sererd û binerdên te, dar û ber û kêz û kurm û teyr û tilûr û ajal û mirovên welatê te ye.
Ger hêzek xaka welatê te dagir dike û desteser dike, li şûna ala te, ala xwe berba dike, ew neyarê te ye.
Ger hêzek êrîşî ser welatê te dike, hemwelatiyên te digire, birîndar dike, dikuje, ew neyarê te ye.
Ger hêzek tê ser axa welatê te, li wir çekên xwe bi cî dike, dar û berên te dide ber bombeyan, dişewitîne, ajalên te qir dike, ew neyarê te ye.
Ger hêzek dest datîne ser welatê te, av, neft, maden, rejî, zad û hemû heyîneyên te ji xwe re dibe, bi kar tîne yan difiroşe ew neyarê te ye.
Li gor vê rastiyê, wek mînak: Gava tu li hember vî neyarê têbikoşî, şer bikî tu dibî welatparêz, şoreşger, têkoşer û leheng, li gor nêrîna olî û hestên civakî gava tu di vî şer û vê têkoşînê de birîndar bibî tu dibî gazî û gava tu jiyana xwe ji dest bidî tu dibî şehîd.
Li gor vê rastiyê wek mînak; gava tu ne li ba gelê xwe, lê li ba neyarê xwe cî bigirî, ji bo dagirkirina wî bibî destek, rê, pir û alîkar, bi neyarê xwe re hevkariya aborî, siyasî, leşkerî bikî, cî û nan û avê bideyê, mala xwe jê re vekî, bi neyarê xwe re biçî ser gelê xwe yan têkoşerên gelê xwe, di dagirkirin an desteserkirina welat de alîkarî û piştgiriyê bidî neyarê xwe, pê re danûstendinên li dijî berjewendiya welatê xwe û gelê xwe bikî, tu dibî noker, xayîn û dijminê gelê xwe.
Di rewşên wisa de jî wek mînak: Mafê gel, welatparêz û têkoşerên welat ên pirsîna hesabê nokerî û xiyanetê ji te bi awayekî dadwerî derdikeve holê. Bi awayekî din, ger welatparêz û têkoşerên welêt, di şerê li hember neyar de bi ser kevin, mafê wan ê rewa ên darizandin û pirsîna hesabê danûstendina bi neyar re ji kes an hêzên xiyanetkar heye.
Divê her kes û hêza li Kurdistanê bi awayekî bi neyarên Kurdistanê re didin û distînin, rewşa xwe bînin ber çavan, ciyê xwe zelal bikin û zanibin ka welatparêz in an xayin in, ku sibe-dusibe gava Kurdistan rizgar bû, ew jî yan bi neyar re birevin biçin an di avakirina welêt de cî bigirin.
Bi vê rastiyê re ji bo gelek kurdan xeta xiyanet û welatparêziyê ne zelal e, neyarên kurdan hestên dijberiyê xistine nav kurdan, neyaran wiha kirine, ku kurd ji hev hez nekin. Di metelokeke pêşiyan de dibêje: Rojekê şahê Îranê bang li kurdekî dike û dibêje: „Te ji min re gelek xizmetên hêja kirine, tu ji min çi bixwazî ez ê du qatê wê bidim hemwelatiyên te. De fermo bixwaze.“ Yê kurd difikire û difikire, ji ber ku di tevayiya jiyana xwe de tenê ji neyarê xwe re xizmet kiriye û zikê wî li hember gelê wî reş e, dibêje: „Şahê min, ez dixwazim tu çavekî min derxînî“.
Niha kurdên me yên li Başûrê welêt desthilatdar in, bi hest û biryara vî kesî tevdigerin. Ew dibêjin: Ji bo PKK ji axa Başûr were derxistin, bila tirk Başûr dagir bikin. Bila baregehên tirkan li Başûr hebin, lê PKK ji vir derkeve. Bila tirk me bi rê ve bibin, bes ku PKK ji vir were derxistin. Bila tirk li Başûr bijîn, bes PKK’yî werin kuştin. Vê yekê bi dizî yan veşartî jî nabêjin. Çalakiyan li dar dixin, li ser televizyonan û di rojnameyan de diqêrin û daxwaz dikin: Bila PKK ji Başûr derkeve. Rojekê tenê, carekê tenê we bihîstiye, ku kesek ji birêvebiriya Başûr derketiye ser televiyonê yan di rojnameyekê de yan li kolanekê, qadekê bangek kiriye û gotiye, “Bila neyarên kurdan ji axa Başûr derkevin!” Lê banga wan: Bila gerîlayên PKK’ê derkevin êdî bûye gotina rojane. Belê birêvebiriya Başûr ji bo PKK bi ser nekeve dildar e, ku tevî çavekî wê çavên hemû kurdan werin derxistin.