Nerazîbûnên kurdan li dijî êrîşî li parîsê li dijî navenda çandê ya Ahmed Kaya pêk hat û di encamê de 3 welatiyên kurd hatin qetilkirin berdewam dikin. Bi hezaran kurên ku li Parîsê dijîn çûn cihê bûyerê û car caran di nava girseya bi hêrs û hêzên ewlekariya Fransayê de pevçûn jî derketin.
Ev êrîşa hovanê ne tenê li Fransayê li hemû Kurditanê û seranserê welatên ku kurd lê dijîn bû cihê nerazîbûnan.
Gelek bertek û nerazîbûn ji alî sazî û dezgehên kurdan ve jî hatin kirin, ji wan nerazîbûnan hin ji wan wiha ne.
Nerazîbûna KCK’ê
KCK’ê, qetilkirina sê Kurdan li Parîsê, şermezar kir û got ku êrîş dewama Qetlîama 9’ê Çileyê ye. Ev qetlîam, dewama qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileyê 2013’an e. Dewleta tirk, bi êrîşa ku 9’ê Çileyê 2013’an li Parîsê kir û 3 Kurdên welatparêz ên şoreşger qetil kirin, qetlîama Kurdan bir Ewropayê. Wek qetlîama 9’ê Çileyê 2013’an ev qetlîam jî ji aliyê dewleta tirk û desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye kirin. AKP-MHP neyarên Kurdan in û li her derê dijminahiya Kurdan dikin. Kurdistaniyên li Ewropayê jî bi vê hişmendiyê dikin armanc. Ev qetlîam jî ji aliyê dewleta tirk, desthilata AKP-MHP’ê û MÎT’ê ve hatiye kirin. Eger dewletên Ewropayê û rêxistinên îstixbaratê nebêjin erê û piştgiriyê nekin, dewleta Tirk û MÎT bi tena serê xwe nikarin van êrîşan bikin. Ev rastiyeke li ber çavan e û divê her kes pê bizane. Li cihekê mîna Parîsê, ji aliyê îstixbarat û ewlehiyê ve şopandina her derê tê kirin; bi kirina vê qetlîamê ev rastî derdikeve holê.
KJK: Em ê teqez hesabê vê qetlîamê bipirsin
Koordînasyona KJK’ê têkildarî komkujiya li paytexta Fransa Parîsê ku 3 kes têde şehîd bibûn, daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Gelek watedar e ku gava wê civîn li ser salvegera 10’emîn a qetilkirina hevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez li Parîsê, bê lidarxistin, ev qetlîam hat kirin. Ji kirina êrîşê, gava ku em ê plansaziya çalakiyên ji bo bibîranîna hevrêyên xwe bikin, diyar e ku kiryarê êrîşê dewleta tirk e û bi organîzasyona MÎT’ê hatiye kirin.”
DefendKurdistan
Tora Riseup4Rojava û DefendKurdistan bi daxuyaniyeke hevpar banga tevlîbûna çalakiya girseyî ya li Place de la Republique ya Parîsê kirin. Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hate diyarkirin:
“Gelek nîşan hene ku ev qetlîam ne tesadufî ye. Çend metre dûrî cihê ku qetlîam lê hatiye kirin, nêzî 10 sal berê sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ji bo me ev êrîş ji şerê giştî yê faşîzma tirk û hevkarên wê cuda nayê dîtin. Ev êrîş encama polîtîkaya antî-Kurd a li Tirkiyeyê û li Ewropayê ye û berdewamiya qetlîama di sala 2013’an de ye. Şerê hovane yê dewleta Tirk a bi êrîşên hewayî, balafirên bêmirov û çekên kîmyewî yên duh li Başûrê Kurdistanê û Rojava û serdegirtina malan a li Elmanyaya Federal, girtina siyasetmedarê Kurd Tahir Koçer ji aliyê hêzên ewlekariya Elman ve û girtina siyasetmedarên Kurd danê sibehê li Tirkiyeyê, parçeyekî vê konsepta qirkirinê ye. Rastiya ku dewletên Ewropayê piştgiriyê didin vê konseptê, îro bi êrîşên hovane yên polîsên Fransayê re derket holê.”
Daxuyaniya serokkomarê Fransayê
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, li ser hesabê xwe yê Twitterê êrîşa li Parîsê şermezar kir û got: “Kurdên Fransayê, li nava dilê Parîsê bi erîşeke bi xayinî hatin armanckirin.“
Daxuyaniya Mazlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di daxuyaniyekê de êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir û got, “Êrîşa li dijî komeleya Kurdî li Parîsê pirsgirêka Kurdî hedef dike û cihê şermezariyê ye. Em bawer in ku serokê Fransa Emmanuel Macron û saziyên dadmendî dê êrîşkeran eşkere bikin. Pêwîst e hevkariya me li dijî terorê bê firehkirin. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin.”
Ne êrîşekî ji rêzê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ji ANF’ê re axivî û diyar kir ligel ku ew hemû agahiyên li ser êrîşî nizaibin jî diyar e ku ‘ne êrîşeke ji rêzê ye’.
Aydar got, “Em nikarin vê êrîşê weke êrîşeke ji rêze binirxînin. Ev versiyoneke din a êrîşa 10 sal berê ye ku li Parîsê hatibû kirin. Em nizanin kesê hatiye girtin kî ye, lê ev operasyon li Enqerê biryara wê hatiye dayîn. Ev êrîş ji aliyê MÎT û kontragerîla ve hatiye organîzekirin e.”