13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd û dostên wan herikîn Parîsê

Bi hezaran kurd û dostên wan li ber Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê ya ku Komkujiya Parîsê pêk hatibû kom bûn û dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin Jiyan Azadî", berz kirin

Salvegera 10’an a şehadeta şoreşgerên jin Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) li Parîsê bi meş û mîtîngan tê bîranîn. Di çalakiyê de her du komkujiyên li Parîsê tên protestokirin.

Bi hezaran kurd û dostên wan li ber Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê ya ku Komkujiya Parîsê pêk hatibû kom bûn, meşa ber bi qada mitîngê Repûbliqûe dest pê kir û dirûşmên “Şehîd namirin”, “Jin Jiyan Azadî”, berz kirin.

Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatin girtin, meşa ji bo protestokirina her du qetlîamên Parîsê ji milekî ve û ji 5 kortejan pêk tê. Malbatên kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne di korteja yekemîn de dimeşin. Di korteja duyemîn de nêzî 200 parlamenter, şaredar û endamên meclîsa bajaran ên ji partiyên siyasî, sendîka, nûnerên baroyan û parêzerên serbixwe bi rengên xwe beşdarî çalakiyê dibin. Di korteja sêyemîn de jî  wê komîteya Jin Jiyan Azadî, tevgerên jinên femînîst û rêxistinên din ên jinan dimeşin. Di korteja çaremîn de dostên kurd ên ji Almanya, Belçîka, Hollanda, Swîsre û welatên din ên Ewropayê û di korteja pêncemîn de jî wê gelê kurd dimeşin. Her wiha li gorî agahiyên ji Komîteya Amadekar hatin girtin, sendîkaya herî mezin a karkeran a Fransayê, Sendîkaya Karkerên Giştî (CGT) bi endam, flama û wesayitên xwe di korteja şeşemîn de dimeşin.

Dema meş bigihêje Qada République mîtîngek wê bê lidarxistin. Di mîtînga ku tê plankirin bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê bike de, bi dehan hilbijartiyên fransî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, nûnerên sendîkayan, parêzer, nûnerên saziyên kurdan, nûnerên rêxistinên çep ên sosyalîst ên ji Tirkiyeyê wê biaxivin.