12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd rakirina tecrîdê naxwazin!

Cîger Efrînî

Daxwaza rakirina tecrîdê kêm e. Divê tenê daxwazek me hebe. Ew jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Eger Rêber Apo bigêje azadiya fizîkî dê bi awayekî xwezayî tecrîd jî bi dawî bibe. Nexwe rakirina tecrîdê ne azadî ye.

Bêguman çûyîna parêzeran a Îmraliyê û serlêdana malbatê mafekî zagonî ye. Lê di hemû dewletan de zagon li gorî berjewendiyên desthilatdariyê û dewletê naverok digire. Li dewleta ku dibêje; ‘‘Ez li gorî zagonan tev digerim’’ jî, ev yeka derbasdar e. Mînak; di sala 1988’an de dewleta alman biryara girtin û dadgehkirina Rêber Apo dabû. Piştî wê biryarê  bi 11 salan ango di pêvajoya komploya navdewletî de 1999’an de, gava Rêbar Apo derbasî Ewropa bû, xwest here Almanyayê.

Lê Almanya wextekî derengê şevê hema biryara 11 salan ji holê rakir û rê li ber derbasbûna Rêber Apo ya Almanyayê girt. Kanî birayara dadgehê hebû? Kanî dadgeh ser bi xwe ne û desthilatdarî nikare xwe têkilî biryarên dadgehan bike û bandorê li biryarên dadgehê nake? Tam di wan rojan de rewşenbîrê kurd rehmetî Heyder Işik çûbû Almanyayê û hevdîtinek bi berpirsyarên Almanyayê yên payebilind re kiribû û encama hevdîtinên xwe bi Rêber Apo re parve kiribû, gotibû; “Berpirsiyarên Almanya ji min re gotine; ‘Cihû 2 hezar sal bêdewlet jîyan. Ka bila Kurd jî 2 sed salîsebir bikin, bisekinên, em ê pişt re ji wan re jî dewletekê saz bikin!’ ’’  Li ser wê gotina rihmetî Heyder, Rêber Apo dibêje; ‘‘Ev çibê wijdanî ye!’’

Jixwe zagon hêza parastina pergala dewletê ya herî nerm û ya herî hişk û bêwijdan e! Li dijî civakbûnê derketî holê û di serdema Hemûrabî de gihaye pergalê. Hemûrabî, bi armanca parastina mal û milkê serdestan, xalên zagonê li ser stûnekî ji kevirên reş dikute. Giyana zagona Hemûrabî ev e; ‘‘diran bi diran, çav bi çav, kî dest pê bike ew zalime!’’ Ew zagona hêj jî derbasdare û hinekî din jî hatîkîtekît kirin û bi gotina parastina mafên mirovan, kes hatîyexemilandin. Hemû desthilatdar dizê qolekê ne, hev dinasin û parêzvanên gîyana zagona Hemûrabî ne!

Ji lew re xwestina pêkanîna zagonan pir zêde watedar nabe. Xwestina pêkanîna zagonan bi qasî hêza kes, gel pêk tên! Em wekîgelê kurd xwedî hêzeke mezin bûna, me yekiteyiya xwe ya netewî pêk anîbûya û xayînên mîna malbata Barzanî tunebûna,  Rêber Apo nedihate girtin.

Bi kurtasî; em wekî gelê kurd rakirina tecrîdê li ser Rêber Apo naxwaz in. Em azadiya Rêberê xwe dixwaz in. Di vê daxwaza xwede em hem mafdar in û hem jî zelal in. Lê di bi lêvkirina wê de kêmasiya me derdikeve. Carinan wiha tê gotin; ‘‘Em azadiya RêberApo dixwazin’’, lê hevoka piştî wê gotinê, em dibêjin; ‘‘Ev zêdetirî3 sala ye ku bi malbata xwe re hevdîtin nekirî, parêzerên xwe nedîtine, divê derî ji malbat û parêzeran re were vekirin’’. Ev gotin bi niyeteke pak tê ziman.  Lê ev ne daxwaza me kurdan e û ne jîem xwestekeke wiha bilêv dikin. Divê em li her derê û di her platformekê de bi tenê azadiya Rêber Apo bixwaz in. Gava em xwebi rêxistin bikin, yekitîya xwe pêk bînin, xiyanetê ji kokê ve rakin û xwesteka me bi tenê azadiya Rêber Apo be, wê ne bi tenê tecrîdrabe, wê azadîya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û pişt re jî em ê wekî gel bigihînin hemû mafên xwe yên neteweyî û civakî. Çimkî mirov çiqasa xwesteka xwe mezin kir, serdest jî mecbûr dimînin ku hin tiştan bidin.

Xala din jî divê di xwestekê de yekbûnek hebe  ku bê bicihanîn. Gava xwestek ne yek be, cuda cuda be, pêkanîna wê jî zehmet dibe. Rakirina tecrîdê tişteke û azadbûna fîzîkî ya Rêber Apo tiştekî dine. Qet ne nêzî hev in jî. Herdu daxwaz xwestekên pir cuda ne. Daxwaza ‘‘ bila tecrîd rabe û Rêbertî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike’’, tê wateya ku; ‘‘Bila Rêber Apo di zindanê de be, lê bila bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike!’’  Di rastiyê de,daxwazeke me kurdan ya bi wî rengî tuneye. Em bi tenê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dixwaz in!

Ji hêla din ve kampanya; “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ ku ji hêla dost û kesênazadîya xwe di felsefa Rêber Apo de dibînin û di 10’ê cotmeha sala 2023’yan de dane destpêkirin, rakirina tecrîdê naxwaz in, azadiya Rêber Apo dixwaz in. 69 kesên navdar, yên ku xelata Nobelê girtine, wekî wîjdana mirovahiyê, azadiya Rêber Apo xwestin. Tişta balkêş ew e ku ji wan kesayetan dixwestin ku gelê kurd li banga wan xwedî derkeve.

Ji bo xwedî derketin, xurtkirin, û gihandina kampanyayê serkeftinê, mînak; komek ji wekîlên gel dikarin li meclîsa tirk dest bi çalakiya birçîbûnê bikin, komek jî li Amed û Wanê dest bi çalakiya birçîbûnê bikin, dîsa şaredar û endamên meclîsa şaredariyan li bajar û navçe û bajarokên xwe dikarin çalakiya birçîbûnê bidin destpêkirin. Hevalên di zindanan de dikevin, lê zêde bandorker nabin. Lê wekîlên gel bi daxwaza  azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyeke wiha bidin destpêkirin, wê hem li ser gel û hem li ser raya cîhanê bandoreke pir zêde bide çêkirin. Maka pirsgirêka kurd siyaseta dewleta tirk a qirker û dagirker e û divê dewleta tirk ji hundir ve were tengav kirin ku deriyê dojeha Îmraliyê vebe. Çalakiyên dervayîBbakur û Tirkiyeyê zêde li ser siyaseta dewleta tirk bandor nake.

Destpêkirina çalakiyeke ku wekîl, şaredar û endamên meclîsan tê de cihê xwe digirin, wê rê ji gihandina kampanya “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ serkeftinê re veke. Her wiha wê bibe hêzeke mezin ji bo rêxistkirina civakê. Wê navê wan jî derbasî dîrokê bibe. Car bi çalakiyeke wiha kêm be jî wê deynê xwe li hember Rêber Apo û şehîdan bidin. Divê bê zanîn ku; îro kî li kêlek Rêber Apo be wê navê wê/wî jî li ser rûpelên dîroka azadiya gelê kurd were neqişkirin.