Em ji sala 2025an, derbasî sala 2026a bûn. Ka em bi kurtayî bala xwe bidin hinek bûyerên girîng ên sala 2025an. Di asta giştî de, dewama şerê Ukrayna û Rûsyayê, dîsa di mijara sereke ya rojeva cîhanê de bû û hema li kêlaka wê şerê Xeza û Îsraîlê jî bi heman dengvedanê dewam kir.
Her çendîn Trump dibêje ‘min dawî li van şeran anî’ jî, lê ne weke ku ew dide diyar kirin e. Ji ber ku birînên van şeran di jiyana gelên wan welatan de kûr in û bi giştî bandora xwe ya neyînî li ser mirovahiya cîhanê jî hiştiye, wê hîn pir dewam bike; dermankirina wan birînên giran, ne ew çend hêsan e.
Ne di asta van şeran de be jî, lê weke dewama wan an jî paralelî wan şeran, li gelek welatan, curbicur şer pêk hatin û hîn jî bi zêdebûn û firehbûn dewam dikin. Weke mînak êrişên Îsrail û Îranê yên li dijî hev, gefên Trump ên li Venezûella, Meksîka, Kanada, Danimarkayê û hwd. Ev gef carcaran derbasî asta şer jî dibin.
Dewleta tirk û Îsraîl, li gelek cihan hatine dijberî hev; weke mînak li Behra Spî li derdorê Qibrisê, di van rojên dawî de navbera wan hîn nexweştir bûye, ji ber ku Îsraîl-Yewnanistan-Qibrisê hevpeymanek berfireh a sêalî çêkirine. Herwiha bi heman armancê niha Îsraîl û Tirkiye li Somaliyê jî hatin hemberî hev, ji ber ku Îsraîl, dewleta yekê ye ku hema bi lez Somaliland weke dewlet pejirand, 30ê kanûna 2025an!
Bêguman li van welatên ku şer û pevçûn rojbiroj zêde dibin, parçeyên ji şerê cîhanê yê 3yemîn in û ev şer, bi giranî di navbera siyaseta DYA û Çînê de dimeşin. Helbet divê Rûsya neyê jibîrkirin, lê li gorî Çîn û DYAyê niha dikeve rêza duduyan.
Êdî ev dewletên hegemon, her yek li gorî berjewendiyên xwe û li gorî hêz û rola dewlet û aliyan, ji xwe re hevalbendan çêdikin. Helbet mîna gotina pêşiyên kurdan ‘lêv berî diranan e’, wê wextê divê em jî pêşî ji bo berjewendiyên gelê xwe û welatê xwe mêjiyê xwe bixebitînin û wisa jî hewl bidin!
Li welatê me, mijara sereke ya vê sala derbasbûyî ya 2025an, despêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû û wê di sala 2026an de jî ev mijar, bi hemû giranî û girîngiya xwe di mijara sereke ya rojevê de be. Herwiha tê zanîn ku ev pêvajo, ji aliyê Rêber Apo ve, 27ê sibatê, hat despêkirin û niha jî her bi pêşengiya wî tê birêvebirin.
Li ser daxwaza Rêber Apo, meclisa Tirkiyeyê komîsyonek ji bo çareseriyê ava kir û şandeyek ji vê komisyonê çû Îmraliyê li gel wî rûnişt û guftûgo dan despêkirin. Pejirandina vê pêvajoyê û çûna Îmraliyê ya şandeya komisyonê, hat wateya ku êdî dewlet, bi fermî hebûna Kurdistanê, doza gelê Kurdistanê û weke hinkûf (muxeteb) Rêber Apo nas dike. Ev qonaxek nû ye, gelek girîng e û herwiha serkeftinek birûmet a doza gelê Kurdistanê ye. Helbet, bi hêsanî ev destkeftin pêk nehat. Ev di encama xebat, lebat, ked, xwêdan û xwîna pîroz a 52 salan de pêk hat û îro em gihîştin vê qonaxa aştiyê û ber bi civaka demokratîk û azad ve diçin.
Weke Rêber Apo dibêje, ‘em ji ser dika sêdarê (îdam) hatin ser dika danûstandinê (muzakereyê-bazarê)’! Ev qonaxek, ji her alî ve girîng û dîrokî ye. Helbet ji îro û pê ve jî wê xebat ji ya berê ne kêmtir be, berevajî, êrê wê bi rengekî din, bi navekî din, bi stratejî û şêwazên nû be, lê xebat û rêxistina hîn mezintir û berfirehtir lazim e ji bo serkeftina vê pêvajoya nû.
Hin xêrnexwaz, yên li dijî pêvajoyê, kedxwar, talanker, xwînxwar û desthilatdar hene, wê hewl bidin dîsa mîna berê provakasyon, lîstok, fen û hîlebaziyan bikin, da ku bikaribin pêvajoyê pûç bikin û desthilatiyên xwe weke berê bidomînin.
Lewma, divê hêvî ji ti desthilatdaran neyê kirin, ew bi dildarî nayên lihevhatina pêvajoyê, ji naçarî tên, loma divê em bi bingehîn baweriya xwe bi hêza xwe ya cewherî bînin; em pişta xwe bispêrin hêza xwe û ya gelê xwe, erê em baweriya bixwe bînin lê em alikariya dostên xwe yên dildar ên navneteweyî jî ji bîr nekin.
Rêveberiya gelê Kurdistanê ji berê gelek xurtir, zanatir, hostatir, dîplomatir e û bûye xwedî viyanek ji pola ku êdî ti kes û ti hêz nikare vê vîn û hêzê bişikîne.
Êdî weke gotinên ku dibêje ‘cin ji şûşê derket, kes nikare vegerîne dîsa bixe şûşê’; hema em bişibînin dîroka gelê xwe û bêjin ‘gelê me ji bin wê xaka ku dewletê ser çîmento kiribû ya bin çiyayê Agiriyê derket, êdî ti kes û ti dewlet nikare serê vî gelê birûmet bitewîne û îradeya wî ya ji pola bişikîne!’
Vî gelê xweragir û niştimanhez, mafê aştî û azadiyê ji mêj ve standiye û êdî ti kes û ti dewlet nikare ji dest bigire û jê bistîne, weselam…!
Hêvîdar im û bawer dikim ku sala 2026 û salên li pey wê, bibin salên azadiyê, aramiyê û bihevrejiyana wekhev a civaka demokratîk! Sala 2026an, li Rêberê me, gelê me û mirovahiyê pîroz be!
