12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd li Dojeha Rojhilata Navîn li ber xwe didin

Enes Yildiz

Hêrs û kîna Kurdan a mafdar û rewa li her derê dikare bibe guleyek ji agir. Kîjan hêz anku dewlet dibe bila bibe, dojeha ku ji Kurdan re ava dikin dê ew bi xwe di nav wê dojehê de bişewitin

Dema ku em dibêjin baskên Îranê qut kirin û xwestin ku Hamas-Hîzbulahê tune bikin çavkaniya çareseriya pirsgirêkan ne yek e. Hinek dibêjin Heleb, hinek dibêjin diyalog girîng e. Êrişên Îsraîlê jî Îran li Sûriyeyê lawaz kir. Derbên ku Îranê xwarin, bandor li ser Esad jî kir. Mîna ku agirbesta li Lubnanê dihat pêkanîn û Sûriye jî careke din ber bi dojehê ve hat birin.

Dema ku Tirkiyeyê dixwest bi diyalogê dagirkeriya xwe bidomîne, Esad ev yek qebûl nekir. Devlet Bahçelî got, hê tiştek dereng nîn e. Hemû hesabên xwe li ser naskirina rêveberiya xweser a ji bo kurdan esas digirin. Herwiha Erdogan got serkeftinek mezin û biçûk nabe. Ji aliyê din ve Rûsya ji ber ku bi Ukraynayê re di nava şer de bû nekarî yan jî nexwest li Sûriyeyê pêşiya têkbirina pergalê bigire. Sedema ku Esad pê şaşopaşo bû rewşeke çaverêkirî bû û ev yek weke derbeyekê hat binavkirin.

Rewşa Kurdan û bakurê Sûriyeyê cuda ye û di be ku rewş her kêliyê biguhere. Û di vê dojehê de kurd jî hene ku naxwazin fersendên dîrokî ji dest bidin û li cihê xwe li ber xwe didin. Bombe hatin barandin, kurdan li ber xwe dan. Bajarên wan hat dagirkirin, wan li ber xwe dan. Bi hezaran dojeh derbas bûn, lê dîsa jî wan li ber xwe dan. Li dijî DAIŞê li ber xwe dan. Em vegerin ser mijara xwe. Rastiyeke kurdan heye ku li dijî êrişên hemû komên terorîst û cîhadist ên ku ev 13 sal in dilsoz û piştgirên Tirkiyeyê ne, li ber xwe dane. Ji sala 2012an ve Dewleta Tirk li gor plangeriya ku Sûriyeyê dagir bike tevdigeriya. Dewleta Tirk di navbera salên 2022-2024an de xwest bakurê Sûriyeyê parçe bike.

Mezheb bandorê li şer dikin, nijad, ol, ziman û dema ku mijar tê ser çandê, ew jî bandorê li ser gelên Sûriyeyê dikin; nemaze li ser kurd, ereb û hemû mafên hemû sûrîyeyiyan.

Tu dojeheke ku Sûriye nejiyaye nemaye. Piştî dagirkirina Efrînê li bakurê Sûriyeyê qadên petrolê, dibistan, stasyonên elektrîkê, kargeh û gelek cihên din hatin bombekirin. Senaryoya kevn li Helebê û derdora wê hatibû çêkirin. Pergala Sûriyeyê di kêliyekê de ji qadê derket. Dema hevdîtinên li Îmraliyê dihatin nirxandin li Sûriyeyê hemû hesab li ser maseyê bûn.

Hakan Fîdan li Ingîlistanê, sekreterê NATOyê li Enqereyê hevdîtin pêk anîn. Dema ku Ingilistan, DYA û Îsraîl ev senaryo bi rê ve birin, serkariya vê dagirkirinê jî dan Erdogan. Beriya her tiştî teqez daliqandina ala Tirkiyeyê li Helebê nabe serkeftineke ebedî ji bo Tirkiyeyê. Artêşa Tirk van koman bi pêş ve bir. Bi ketina Şehba û Til Rifatê, planên Mîsakî-Mîlliyê dixin meriyetê, tevgera dagirkeriyê dimeşînin û bi taybetî bi meşa mehterê re atmosfereke pîrozbahiyê ava dikin; lê ev nikare bibe serketin.

Ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hê her tişt neqediyaye. Aşkera ye ku kevirên ku dê hêdî hêdî çarenivîsa Sûriyeyê diyar bikin hê bi temamî nehatine bi cihkirin. Armanca wan tenê ji holê rakirina Rêveberiya Xweser û destpêkirina pêlên nû yên êrişan e. Îşaretên êrişên nû tên dîtin. Bi kurtasî êrişên li ser rojavayê Feradê û bi taybetî jî li Minbicê û derdora wê dibe ku zêdetir bibin.

Komên HTŞ û OSO yên ku ji aliyê Dewleta Tirk ve hatin destekkirin, dîsa anîn qadan. Dewleta Tirk ji sala 2011an ve ev planê dişopand. Bi taybetî jî tim gef dihatin kirin ku digotin “Em ê destûr nedin korîdora kurdan û em ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilweşînin.”

Hevdîtinên Astana û Soçiyê ku her tim qeyrana Sûriyeyê xist rojeva xwe, ji destpêkê ve têkçûyînek û şermezariyek bû. Pergala Sûriyeyê neçar ma ku ji Helebê vekişe ji ber ku nikare piştgiriya Îran û Rûsyayê werbigire. Herwiha kurdan parastina gel bi vekirina korîdora mirovî ji bo zirarê negihîne sivîlan esas girt. Niha bi sed hezaran kes li bajarê Tebqayê di konan de dijîn. DYAyê got: “Em naxwazin di mijara Sûriyeyê de alozî derkeve.”

Herwiha dibêje ku, ew hevpeymanê me yê herî mezin e ku li dijî hêzên HSD û DAIŞê li ber xwe didin. Wisa dixuye ku her aliyek dê bibe qada pevçûnê. Xuya ye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ê li Dêrezorê bi pêş ve biçin û herêmên ku ji aliyê hêzên pergalê ve hatine hiştin kontrol bikin. Dewleta Tirk a ku dixwaze bajarê Minbicê dagir bike, helbet ê bixwaze êrişî bajarê Kobanê jî dagir bike.

Yan ê weke berê be, yan jî felaketeke din li benda me ye. Pirsgirêka Sûriyeyê jî Kurdan eleqedar dike. Tecrîda li Îmraliyê Kurdan eleqedar dike. Di rastiyê de yekane xema Kurdan jiholêrakirina pergala Îmraliyê ye. Tirkiye bi komkujiya Kurdan a li bakurê Sûriyeyê dibe ku ne li Enqereyê, ne jî li Qeyserî û Osmaniyeyê bêxew bimîne. Her dojeheke ku li Rojhilata Navîn bi serê kurdan de tê jiyîn jî…

Anku hêrs û kîna kurdan a mafdar û rewa li her derê dikare bibe guleya agir. Kîjan hêz anku dewlet dibe bila bibe, dojeha ku ji Kurdan re ava dikin ê ew bi xwe di nav de bişewitin…