Li gor zagonên gerdûnê yên herî xwezayî, civakî, jiyanî, dîrokî û zanistî pirsgirêkek heta ku neyê çareserkirin an jî ji holê neyê rakirin ji rojevê jî dernakeve û her dem derdikeve pêş û di her qadeke têkildar de xwe dide der. Ji bo me kurdan wek gelek mijarên din, mijareke ku ji sed sala zêdetir e hê nehatiye çareserkirin, hebûna xwe parastiye û hê jî bi awayekî nûjenkirî, bi hemû xedariya xwe di rojevê de ye mijara dagirkerî û mêtingeriya li Kurdistanê ye, bi wê têkildar rewşa zimanê kurdî ye; ku hê jî bi reng û awayên cur bi cur hewl tê dayîn ku zimanê kurdî bê dorpêçkirin, pişaftin, helandin û jiholêrakirin; da ku kurd jî wek netewe tune bibin.
Bêguman ji aliyê hemû kurdên xwedî bext, bîr û hiş û aqil ve kêm zêde tê zanîn ku zimanê kurdî ji bo me kurdan tê çi wateyê û em kurd di mijara zimanê kurdî de çi dixwazin û divê çi bikin. Ku em careke din bi kurtasî jî be bi bîr bînin, em dikarin bibêjin ku zimanê kurdî, beriya her tiştî ji alavbûn û amûrbûneke têkilidayînê û veguhestina hest û ramanan gelek wêdetir e; remz û nîşane û delîla herî sereke û şênber a bûn, hebûn, xwebûn û nasnameya neteweya kurd a herî bingehîn, resen û xweser e; hêmana sereke ye ku neteweya kurd ji hemû neteweyên din cuda dike. Çavkaniya xwebûna neteweya kurd e, ku ji destpêka dîroka wê heta niha hemû şifre, kod û danehevên bîrî, hişî, giyanî, çandî, civakî û jiyanî, ji her alî ve û ji her qad û mijarê di nava xwe de hewandine, veşartine û heta roja me anîne.
Bawer im ev destnîşankirin bi tena serê xwe jî dê têrê bike ku zimanê kurdî ji bo me kurdan tê çi wateyê û girîngiya wê ji bo me kurdan çi ye. Li ser vê bingehê heqîqet ew e ku heke zimanê kurdî nebe neteweya kurd jî nikare hebe û nikare wek XWE be û XWE bijî. Heke zimanê kurdî tune bibe neteweya kurd jî di nava demê de dê ji heqîqeta XWE-bûnê dûr bikeve, bibişive, bihele û dawiya dawiyê wek gelek kom, civat, gel û neteweyên din tune bibe. Ji ber ku, tiştekî ku wek xwe nebe û bi hebûn, resenî, xweserî û xwebûna xwe nejî, heqîqeta wê tiştê, heta ew tişt bi xwe jî di rastiyê de tune ye, anku nîn e. Ev rastî xwe di gelek nirxandinên zanistî yên zanyaran de jî dide der.
Gelek zanyar, zimanzan, feylesof, rêber û derdorên cuda ev heqîqet dîtine li ser girîngiya zimanê dayikê ya ji bo neteweyekê û mirovahiyê heta niha gelek pênase, nirxandin, şîrove û dahûrandinên bingehîn kirine. Yek ji van kesan jî Rêber Abdullah Ocalan e. Rêber Ocalan zimanî wek laşî pênase dike, ku laş hemû lebatên giyandaran di nava xwe de dihewîne û giyandar bê laşî nikarin bibin xwe û nikarin xwe bijîn.
Rêber Ocalan bi taybetî jî bi nirxandinên xwe yên wek “Zimanê dayikê ji nan û avê girîngtir e”, “Ziman bi xwe, daneheva civakî ya hişmendî, exlaq, hest û ramanên xweş in ku civatekê bi dest xistiye… Civata ku xwe gihandiye zimên wisa ye ku xwe gihandiye sedema bihêz a jiyanê…”, “Pêşketina neteweyekê bi pêşketina zimanê wî ve têkildar e” û “Kesên ku bi zimanê dayika xwe nejîn ji ajalan berjêrtir in” û “Yên ku nikaribin zimanê xwe biparêzin nikarin tiştekî biparêzin” bi rengekî zelal radixe ber çavan ku her heyber, giyandar, mirov û neteweyek berî her tiştî bi zimanê xwe dibe xwe û wek xwe dijî; herwiha parastina zimanê xwe parastina XWE ye û her tiştê xwemalî ye. Rêber Ocalan li ser vê bingehê bi caran destnîşan kiriye ku neteweyek bêyî zimanê dayika xwe nikare bijî û zimanê dayikê ji bo neteweyan xeteke herî sor û jêneger e.
Ji ber vê yekê ye ku, zimanê kurdî ji bo me hemû kurdên Xwenas, Xwezan û Xweparêz xeteke herî sor û jêneger a jiyanî ye, ji bo me mijara bûn û nebûn, hebûn û tunebûn, man û nemana nasnameya me ya herî dîrokî, xwezayî, xwebûnî, neteweyî û civakî ye. Herwiha mijareke bingehîn a azadbûna neteweyî/civakî û azadbûna demokratik/komunal e. Baş tê zanîn ku; kom, civat, gel û neteweyên ku zimanê wan ji holê tên rakirin an ew bi xwe ji holê tên rakirin, tune dibin, an jî ji XWE(bûna xwe) dûr dikevin, dişibin celad û ezbeniyên xwe û di nava demê de dihelin; ku ev jî jiholêrabûn û tunebûnek e.
Du xalên jêneger: Têkoşîn û statu
Gelek zelal û aşkera ye ku di serî de, Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê; hemû tevger, partî, rêxistin, platform, înîsiyatîf, sazî, dezgeh û derdorên kurd û hemû neteweya kurd dixwaze ku kurdîkujiya nûjen bi dawî bibe, zimanê kurdî jî li her qadeke jiyanê û ji her milî ve serbest û azad be; dixwaze ku zimanên farisî, erebî, ingilîzî, elmanî, tirkî û gelek zimanên din xwedî kîjan mafan bin zimanê kurdî jî xwedî wan mafan be. Jixwe heta ku ev yek pêk neyê, ne aştiyeke rast pêk tê, ne jî civateke demokratîk.
Aştiyeke rast, wekheviyeke xwebûnî û demokrasiyeke civakî ya azadîrês û dadparêz divê beriya her tiştî di mijara zimên û hemû nirxên xwebûnî yên netew, gel û koman de pêk bên; anku divê maf û daxwazên me kurdan ên derbarê zimanê kurdî de, ku maf û daxwazên herî xwezayî û bingehîn in bên bicihanîn:
Divê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî. Divê zimanê kurdî -ji zarokxaneyê heta zanîngehê di hemû merheleyan de- bibe zimanê perwerdehiyê. Divê zimanê kurdî, li hemû qadên fermî, civakî û jiyanî serbest û azad be; hemû astengiyên hiqûqî, siyasî û kiryarî yên li pêşiya zimanê kurdî ji holê bên rakirin, hebûn û mafên zimanê kurdî di makezagon û zagonan de bên mîsogerkirin. Divê navên hemû war û cih û tiştên ku berê bi kurdî bûn lê paşê wek tirkî hatine guhertin dîsa li kurdî bên vegerandin.
Ji bo ku ev yek pêk bê, bêguman divê li ser bingeha azadî, wekhevî, dadmendiya gerdûnî, demokrasiya civakî û aştiyeke rast, hem ji aliyê siyasî ve, hem jî ji aliyê hiqûqî/zagonî ve nav, ax, welat, çand, nasname û hemû nirxên me kurdan û nirxên Kurdistanî yên herî xwezayî, hebûnî, xwebûnî, dîrokî, civakî, neteweyî û azadî bên nasîn, bi awayejî fermî bibin xwedî statuya hiqûqî û siyasî.
Helbet, ji bo ku ev yek jî pêk bê, di serî de hemû tevger, partî, sazî, dezgeh, şaredarî û platform, divê em hemû kurd û hemû derdorên azadîparêz, demokrasîhez, aştîxwaz û mirovahîperwer, li ser bingeha stratejiyeke tekûz û mayînde, di çarçoveya polîtikayên diyarkirî de bi nexşerê, bername û karnameyên şênber têkoşîna xwe, bi giyanê seferberiyê her dem, li her derê bi rê û rêbaz, alav û amûrên herî dewlemend, afirîner, hevgir, tevgir û encamgir belavtir, berfirehtir û bilindtir bikin.
Heta ku her mal, xan, mezra, gund, tax û kolaneke her navçe û bajarekî Kurdistanê wek dibistan û zanîngeheke kurdî neyê sazkirin, heta ku her wargeh û jîngeheke li Kurdistanê nebe komun û meclîseke zimanê kurdî, nebe KURDÎ-GEHek bi awayekî rast nikare bi tevahî azad û serbest bibe.
Divê em tu caran ji bîr nekin, tu tişt bi xwe pêk nayê; heta ku bayek ranabe belgek nareqise, heta ku qêrînek bilind nebe, li çar dor û milan deng venade, heta tav germ nebe berf nahele û heta ku em hespê têkoşînê ranekin çar gavan kurdî li meydana jînê ranabe ser piyan.