Di sedsala 21’emîn de jiyan êdî li ser medyaya dijîtal tê jiyîn. Rojname, kovar û nivîs li ser medyaya dijîtaj tên belavkirin, kar û bar di wir de tên kirin. Bi pandemiyê de medyaya dijital bandora xwe di jiyana me de zêdetir kir. Di salê dawî de bi taybet jî bi pandemiyê re dersên ziman û vîdeoyên teoriyan ên li ser mijarên cudatir her diçe pirtir derdikevin pêş me.
Yek ji van xebatên ziman jî ji aliyê mamoste Farqîn Xaneqîn ve li ser tora dijital tê kirin. Mamoste Farqîn li ser medyaya dijîtal bi sê zaravayên kurdî (kurmancî, soranî, kirmanckî) dersan dide.
Farqîn Xaneqîn piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi rêya KHK’yan hat girtin, li Komeleya Lêkolînên Kurdî, li Êlihê di Komeleya Ziman û Çandê ya Meretoyê û li Komeleya Çand û Hunerê (BART) dersên zimanê kurdî daye.
Bi rêya kurdekî rojhilatî dest bi dersa dijîtal kir
Mamoste Farqîn diyar kir ku ew çar sal bere bi naskirina kurdekî ji rojhilatê Kurdistanê dest bi dersên dijîtal kiriye û wiha got: “Rûpeleke wî hebû her tim qala girîngiya zimanê kurdî dikir û ji her deverî kurd tev li vê rûpelê dibûn. Me cara yekem di komeke whatsappê de ku tenê ji çil kesî pêk dihat, dest bi perwerdeyê kir. Min bi nivîs û deng dest pê dikir û xwendekaran jî piştî dersê pirsan dikirin. Roj bi roj daxwaza tevlibûna perwerdeyê zêde bû. Êdî ez pê re nedigihîştim. Her serdem çar pênc hezar xwendekar diciviyan. Serê pêşî min gotibû tenê em dê asta yekem bidin. Çiqas xwendekar zêde bûn pêdiviya mamosteyan jî zêdetir dibû. A ku di dilê min de derbas dibû ev bû; min dixwest mamosteyên me ji koma me ya whatsapê bin. Di serdemekê de 8 mamosteyên me yên ku bi rastî jî bi hêsanî dikarin dersê bidin çêbûn.
Tiştekî balkêş û seyr çêbûbû ku hê jî kêfxweşî û rûgeşîya min e. Du xwendekarên min ên jin ku ji bajarê Sineyê ne, dest bi mamostetiyê kirin. Belê du jinên soran di medyaya dijital de fêrî kurmancî bûn û niha dersa kurmacî didin.”
Zanîngeha dijîtal
Di axaftina xwe de mamoste Farqîn destnîşan kir ku dersdayîna zimanê kurdî her tim ji bo wî xeyal bûye lê niha xeyala xwe pêk aniye û ev tişt anî ziman: “Êdî di her serdemê de kêm zêde 2 hezar xwendekar perwerde dikim û di heman demê de xwendekarên ku hatin asta mamostetiyê dest bi perwerdeyê kirin. Êdî pergaleke me heye û me li ser zoomê jî dest bi perwerdeyê kir. Her wiha armanc û xeyaleke min a din jî ew e, ez dixwazim zanîngehake dijîtal ava bikim. “
‘Ne bi gilî û gazin im, kêfxweş im’
Di her koma perwerdeyê de herî kêm 200-250 xwendekar hene. Têkildarî komê û perwerdedayînê mamoste Farqîn wiha got: “Min ders dida pênc şeş koman. Karê dijwartirîn spartek bûn ku bi sedan spartek dihatin û divê tu yek bi yek lê binêrî û binirxînî. Bi rastî jî ji min re xew heram e. Lê ne bi gilî û gazin im, kêfxweş im.”
Asîmîlasyon û otoasîmîlasyon
Mamoste bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê û ev nirxandin kir: “Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê divê mirov ji du hêlan ve binirxîne. Em û ew… Ew serdest in, xwedî dewlet û dezge ne. Dewleta li pişta zimanê wan li hemberî me bi şûr û mertal e. Helwest û sekna wan diyar û normal e. Min nedîtiye ku mirov ji zimanê dijminê xwe ew qas hez bike. Îcar dora me ye. Çiqas dewlet bikujê jî kurd kujerê zimanê xwe ne. Em ne bê guneh in. Em jî bi qasî dewletê sûcdar in.”
‘Oglum dersteyim, rahatsiz etme’
Farqîn Xaneqîn di nav kurdan belavbûna axaftina zimanê tirkî wek nexweşiyekê pênase kir û wiha pê de çû: “Nexweşî normalîze bûye di nava kurdan de. Mamosteyê/a kurmancî hê deriyê fêrgehê nagire dest bi kuştina zimanê xwe dike. Gelek mamosteyên dersên kurdî di dersên onlîneyê de ku kurê wî yê 7 salî ji nişkave dikeve hundir û dibêje ‘Baba ben geldim’ û zimanzanê me yê ku di wê kêliyê de ji xwendekarên xwe re dibêje ‘zimanê me rûmeta me ye’ lê ji kurê xwe re jî dibêje ‘Oglum dersteyim, rahatsiz etme’.”
Ne şerm dikin ne jî fedî!
Her wiha mamoste axaftina xwe bi van rexneyan bi dawî kir: “Hunermendên me ya ku hê strana wî/wê di devê wî/ê de ye, li pişt xwe dizivire û bi hevalên xwe re dest bi axaftina zimanê neyarê xwe yê şîrîn dike. Parlementera/ê me ye, lê ne ji dil û ruhê me ye. Ne ew û ne jî zarokên wî/ê ji sê peyvên kurdî pê ve nizanin û hîç jî xwe hewceyî kurdî nabîne û ne şerm dike ne jî fedî. Dibêje ‘Ne onemi var canim, tum diller güzeldir!’ Belê em nexweş in lê em ji ber nezan in em nizanin em nexweşin jî! Dibe ku ev jî nexweşiyeke din be. Êdî dibêjin 45-50 milyon kurd hene. Zêdetir em li ser rewşa bakurê Kurdistanê diaxivin. Erê kurd li bakurê Kurdistanê perwerdeyê bi zimanê xwe nabînin. Ev jî dibe hinceteke gemar ji bo gelek kesan ku ruhê xwe ji xwe bikin û yê dijminê xwe li xwe bikin.”