Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Almanyayê (KON-MED), 8ê mijdarê, dê li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Çareseriya Siyasî” meş û mîtînga mezin a sêyemîn li dar bixe. Nûner û rêveberên KON-MEDê, ji bo meşa Kolnê ya 8ê mijdarê xebatên xwe di asta herî jor de berdewam dikin: belavokan belav dikin, civînan pêk tînin, li dehan bajaran otobus organîze kirin û banga tevlîbûna meşê dikin. Dîsa KCDK-E, rêxistinên jin û ciwanan jî bênavber xebata meş û mîtîngê dikin.
Li ser armanc, xebat û amadekariyên meş û mîtînga Kolnê siyasetmedar Pero Dundar agahî dan û got: “Ev meşa 3yemîn e ku em li bajarê Kolnê pêk tînin. Di serî de dostên kurdan ku ji gelek rewşenbîr û siyasetmedaran pêk dihat, ji bo azadiya rêberê gelê kurd û çareseriya pirsgirêka kurd a siyasî kampanya dabûn destpêkirin. Ev meş û mîtîng di çarçoveya vê kampanyayê de pêk tên. Ev pêngava ku 10ê cotmeha 2023an dest pê kir, li hemû cîhanê belav bû. Ji bo azadiya fizîkî ya rêber Apo gelek calakiyên curbicur pêk hatin. Meş, panel, konferans û civîn tên lidarxistin. Mijara van hemû çalakiyan azadiya fizîkî ya Serokatiyê ye. Azadkirina dîrok, çand, ziman û nasnameya me ye. Di şexsê Serok de îro dîrok li giravê hatiye tecrîdkirin. 27 sal in di şexsê Serok de gelê kurd tê tecrîdkirin.
Siyasetmedar Dundar, anî ziman ku dema rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan dîl hat girtin got ‘Ez ê ji bo jîn û jiyandinê bijîm’ û wiha berdewam kir: “Îro ji ber tecrîdê li her derê cîhanê jiyana mirovan di bin xeteriyê de ye. Îro li her derê êrişên cuda hene. Navbera gel û hêzên dewletan her ku diçe vedibe. Îro şerê li Sûriye û Rojhilata Navîn projeya hêzên navdewletî ye. Êrişên ku îro pêk tên, li ser navê DAIŞê pêk tên, nav û cilên wan hatine guhertin. Hêzên navdewletî bi van êrişan dixwazin dîsa pergala xwe li Rojhilata Navîn ava bikin. Îro em dibînin ku her diçe dewlet û civak ji hev dûr dikevin. Ji ber daxwazên wan cuda ne. Li aliyê din ji ber ku Serok alternatîfê bi pêş dixe, tecrîd di salên dawî de li ser wî kûr kirin. Ji ber tecrîda kûr 3 sal berê ji aliyê heval û hogirên kurdan ve kampanya hat destpêkirin û îro ev didome. Ji bo Serok diyar dike ku azadiya wî ne şexsî ye azadiya wî girîng e. Armanca Serok ew e ku gelên cîhanê xwe azad bibînin.”
Koln bûye sembola çalakiyên azadiyê
Pero Dundar anî ziman ku ger şer dubare bike, êdî civak têk diçe û wiha lê zêde kir: “Dema meşa ewil dest pê kir, xwesteka ewil rakirina tecrîdê bû. Bi sed hezaran mirov beşdarî vê meşê bûn. Ji ber ku Koln navenda kurdan e û gelek kurd li vir dijîn, Koln bûye sembola meşa azadiyê ya gelê kurd. Armanca meşa ewil û meşa duyemîn a li Kolnê yek bû. Armanca herduyan jî azadiya Serok û çareseriya pirsgirêka kurd bû. Îro ku dewlet bixwaze dikare wekî girtiyekî siyasî bi awayekî asayî bi malbat û parêzeran re hevdîtinan bike, lê Serok azadiya xwe wekî azadiya civakê dibîne û daxwazên wî ne şexsî ne. Hin hevdîtin pêk hatin, lê diviya bû ku ev gav zûtir hatibûna avêtin. Êdî teqez divê şert û mercên Serok li gorî muzakereyan û pêdiviyên pêvajoyê bên sererastkirin. Ji bo pêvajo bi pêş bikeve divê şertên wî teqez bên sererastkirin. Divê ku ew dikaribe bi her kesî re hevdîtinê bike. Ev hemû Rojhilata Navîn eleqeder dikin. Armanca vê meşa me ya dawî ji bo sivikkirina destê Serok e û ku dewlet gavan bavêje. Ji ber ku dewletên Ewropayê şirîkê komployê ne, em vê meşê li vir pêk tînin. Ji bo dewletên navneteweyî û Tirkiye gavên şênber bavêjin ev meş tê lidarxistin.”
Dundar li ser xebatên ku bi rojan in tên kirin jî rawestiya û ev agahî dan: “Di van xebatên ku ji civînên gel, serdana esnafan, karên dîplomasiyê û belavokan pêk tê, em li aliyekî li ser armanca meşê radiwestin, li aliyê din, em li ser pêvajoyê bi civakê re nîqaş dikin. Em hem li rexneyên wan guhdarî dikin û hem jî pêşniyarên wan werdigirin. Armanca vê meşê ew e ku em pêvajoyê bi civakê re nîqaş bikin. Bi hezaran belavok tên belavkirin. Di van xebatan de em civînan pêk tînin, belavokan belav dikin û bang li heval û hogirên kurdan dikin. Dîsa ji bo dewlet gavan bavêjin karê dîplomasiyê tê kirin. Li gelek navendan komîsyon hatine avakirin. Jin û ciwan pêşengiya vê meşê dikin. Em nerînên Serok li hemû kolanan bi gel re nîqaş dikin.
Pero Dundar da zanîn ku di xebatan de tê dîtin ku civak bi dewletê ne bawer e û wiha pêde çû: “Dewletê heta niha bawerî nedaye civakê. Gel diyar dike ku lîstikên dewleta tirk xelas nabin. Ji ber ku her tim bi qirkirin û lîstikan nêzîk bûye. Gel dixwazin Serok, girtiyên siyasî bên berdan û ji bo komên çek şewitandine dikaribin tev li siyasetê bibin şert bên avakirin. Em dixwazin meşeke bi rêxistinî û girseyî pêk bê.”
Siyasetmedar Dundar herî dawî li ser plan û amadekariyên ji bo meşê jî rawestiya û got: “Em her roj kom dibin û xebatên xwe di ber çavan re derbas dikin. Li hemû bajarên derve bi sedan otobus hatine krêkirin. Meş saet 11ê serê sibê dest pê dike. Hemû xebatên teknîkî xelas bûne. Gel armanc dike ku vê meşê bi Serokatiyê re bike. Meşa mijdarê ji bo gelê kurd li dijî qirkirin û tunekirinê meha berxwedanê ye. Em li mal û esnafan digerin. Em ê vê carê meşek xurttir pêk bînin.’’
Pero Dundar da zanîn ku dê Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir û dê gelek dostên kurdan tev li vê meşê bibin û got; ‘’Li ser navê rêxistinên cuda dê peyam bên dayîn. Em ê bi meşê dest pê bikin û bi mîtîngê bi dawî bikin. Dibe ku meş û mîtîng bi dawî bibe, lê dê têkoşîna me li her qadê bidome.’’
Dundar herî dawî bang li tevahiya gelê kurd kir û xwest beşdarî meş û mîtîngê bibin. Pero Dundar xwest ku ji bo xelaskirina şer, aştiya civakî û azadiya fizîkî ya rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan hemû kesên xwe xelatparêz dibînin beşdarî mîtîngê bibin. Wê got kur ew bi taybetî bang li jin û ciwanan dikin ku tev li xebatên mîtîngê bibin.
