12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qadan in

Kurd û dostên kurdan li gelek navendên Ewropa azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwestin.

Kurd û dostên kurdan li gelke welatên ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda daketin qadan û azadiya Abdullah Ocalan xwestin.

Katalonya

Li bajarê Barcelona ya Katalonyayê li navenda CÎEMEN a ku saziyên ku ji bo entegrasyon û bihêzkirina koçberan dixebite semînera bi navê “Xweseriya Gelan û Ziman” lidarxistin. Di semînera ku ji gelên Amazîgh, Roman, Katalan û Kurdistanî beşdar bûn de êrîşên li ser ziman û nasnameyê, stratejiya xweparastinê û pêdiviyên taktîk ên gel hatin parvekirin.

Di semînera ku têgîna ‘neteweya demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin de, qirkirina çandî ya netew dewletan a li ser nasnameyan hat nirxandin. Di semînerê de mijarên ‘neteweperestî’, ‘asîmîlasyon’ û ‘qirkirina çandî’ hatin nîqaşkirin.

Ciwanan li bajarê Llieda yê Katalonyayê çalakî li dar xistin

Platforma Piştevaniya bi Kurdistanê re (Ponent amb Kurdistan) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. Ciwanan pankartên ji bo azadiya Rêber Apo hilgirtin. Di daxuyaniya ciwanan de hat gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane were çareserkirin di nava hewldanek mezin de ye û stratejiyek pêşxistiye.

Piştî daxuyaniyê pankartên “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya aştiyane”, “Azadiya wî azadiya me ye” û “Azadî wê bi ser bikeve” li qadên qelebalix ên bajêr ji aliyê ciwanan ve hatin daliqandin û li ser dîwarên bajêr wêneyên Rêberê Gelê Kurd xêzkirin.

Sendîkaya Yekbûyî ya Karkeran (CUT) ya girêdayî Sendîkaya Karkerên Cîhanê (FSM) jî piştgirî da çalakiyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal û 7 meh in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û wiha hat gotin: “Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê hemû hikûmet mafên mirovan ji xwe re esas bigirin û rêzê li wan bigirin.”

Kovara Entalto ya girêdayî sendîkaya CUT’ê cih da afîşa 1-11’ê Cotmehê û bang li hemû endamên xwe kir ku tevlî pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî bibin.

Almanya

Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand danîn. Stand li gara navendî ya trenê danîn. Stand bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin.

Gelê Kurd û gelê Elman eleqeyek mezin nîşanî standê dan. Di standê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn û danezên agahdarkirinê jî cihê xwe girtin. Di çalakiya standê de daxuyaniya bi zimanê Elmanî ya ji aliyê KOM-MED’ê ve hatibû amadekirin, hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin bi ser tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Dortmund

Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê jî Kurd û dostên wan hatin ba hev û çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin û tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

 Danîmarka

Li paytexta Danîmarka Kophenagê jî, bi armanca ragihana ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji raya giştî re panelek bi sernavên ekolojî û jineolojiyê hate lidarxistin. Panel ji aliyê endamên Platforma Piştevaniya Kurdistanê ve hat lidarxistin. Di panelê de bal kişandin bi ser tecrîdê û beşên xebatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin.

Bîel

Di çarçoveya kampanya “Tîrêjên Rojê” ya ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hatiye destpêkirin, îro standa agahdarkirinê hat vekirin. Di standa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve li qada Zentralplatzê hat vekirin de, jinan nêrînên Abdullah Ocalan ji derdorê re vegotin û belavok belav kirin.

Swêd

Li bajarê Helsînborg ê Swêdê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin. Li navenda bajarê Helsînborgê gelek Kurdistanî û dostên gelê Kurd li hev civiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. Çalakgerên ku gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin, xiyaneta PDK’ê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî şermezar kirin. Çalakî bi banga ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

London

Çalakiya ku her hefte ji aliyê Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Komîteya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî û Meclîsa Gelê Kurd ve bi şiyara “Ji girtiyên nexweş re azadî, li dijî tecrîdê têkoşîn” li ber Pirtûkxaneya Woodgreen ê Londonê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê diyarî pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî hat kirin. Li ser navê saziyan Hêlîn Pekoz axaftinek kir, bal kişand ser tecrîd û êrîşên li dijî girtiyên û got, “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin duqat û kûrtir e. Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve ji Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş tu agahî nayê girtin. Li Îmraliyê tu qanûn û hiqûq nayê sepandin.”

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd jî Aso Kamalî axaftinek kir. Aso Kemalî da zanîn ku girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Rêbertiya gelê Kurd wêdetir e û got, “Bi taybetî destkeftiyên wî bi qîmet in, ji ber ku ne tenê ji bo xurtkirina jinên Kurd, li dijî baviksalarî têkoşiya. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne tenê hewldana bêdengkirina Ocalan e, di heman demê de hewldana bêdengkirina hemû hêzên demokratîk ên li dijî modernîteya kapîtalîst têdikoşine. Lewma azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Li ser vê bingehê weke jinên Kurd li Îngilistan û cîhanê em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bidomînin.”

Bielefeld

Meşa li bajarê  Almanyayê Bielefeldê ji îstasyona Biefeld Herfordê dest pê kir heta Hauptbahnhofê dewam kir. Kurdistanî û dostên wan ên ku beşdarî meşa 14 kîlometreyî bûn pankartên ” Ji bo Azadiya Rêber APO em berxwedanê mezin bikin!”, “Dijî dagirkerî, bijî berxwedana xweseriya demokratîk!”, ” Freiheit für Öcalan” hilgirtin. Meşê çar saetan dewam kir û dirûşmên wekî “Bijî Berxwedane Gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin bilindkirin.