26 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Kurd dikarin parçeyekî din ê Kurdistan rizgar bikin’

Rojnameger Resûl Geleban li ser şerê Îran û Îsraîlê de got: "Komele, PJAK û PDK-Î li hemberî Îranê ne û li ber xwe didin. Kurd dikarin bi hêza xwe ya leşkerî û civakî dikarin li parçeyekî din ê Kuristanê rizgar bikin.”

Ji sala 2003yan ve ye mijara dewlemendkirina ûranyûmê ya Îranê di rojeva cîhan û bi taybetî jî hêzên hegemon de ye. Bernameya atomî ya Îranê xwe dispêre beriya 22 salan û ji wê demê ve ye wekî pirsgirêkeke sereke ya Amerîka, Îsraîl û Ewropayê ye. Gelek caran li ser vê mijarê gef li Îranê xwerin û sepanên dijwar pêk anîn. Di pêvajoyeke ku di navbera Amerîka û Îranê de muzakereyên li ser çekên nukleerî dihatin kirin de (13 hezîranê) Îsraîlê êrîşeke dijwar bir ser Îranê. Di qonaxa ewil a êrîşê de tesîsa dewlemendkirina ûranyûmê ya Natanzê jî di nav de, gelek tesîsên nukleerî û leşkerî hedef hatin girtin û serfermandarê Giştî yê Artêşê Muhammed Bakirî jî di nav de gelek kesan di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Ev şerê ku rû da ji nişka ve nebû û her kes li bendê bû. Bi sedan salan e ku polîtîkayên hêzên hegemon ên li ser Rojhilata Navîn hene. Bi taybetî jî piştî şerê kendavê û li pêy wê hilweşîna rejîma Sadam Huseyîn êdî xuya bû ku navenda şerê 3yemîn ê Cîhanê Rojhilata Navîn e. Ev 15 salên dawî ji aliyê her kesî ve dihat zanîn ku dê dewletên herêmî bikevin ber bayê vî şerî. Li gorî konjektora heyî gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê hewl dide ku di berjewendiyên civakî de hebûn û destkeftiyan biparêze û azadiya civakî misoger bike.

Têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê û rewşa kurdan rojnameger Resûl Geleban ku ji rojhilatê Kurdistanê ye û şerê heyî ji nêz ve dişopîne pirsên Rojnameya Xwebûnê bersivand.

Li Rojhilata Navîn hegemonyaya Îsraîlê, polîtîka û armanca wê tê zanîn. Bi taybetî jî piştî êrîşên li ser Xeza û Lubnanê hin tişt aşkere bû. Gelo Îran ji ber muzakerayên ku bi Amerîkayê re dikir ne li benda êrîşeke wiha bû?

Rejîma Komara Îslamî û Rejîma Îsraîlê her du jî ji qumaşekî ne. Her du jî li herêmê li dû serweriyê ne. Gotina pêşiyên kurdan heye ku dibêjin “Serê du beranan di beroşekê de hilnayê.” Yanî Îran û Îsraîl di Rojhilata Navîn de ev gotina pêşiya tînin bîra mirov. Her du jî li dû serweriyê ne, her du jî hêz û polîtîkayên xwe hene. Ya girîng ew e ku her du jî li dijî azadiya gelan in. Em hemû jî dizanin armanc û polîtîkayên Îsraîlê hene, di heman demê de armac û polîtîkayên Îranê jî hene. Îsraîl dijminê herî sereke yê Îranê ye. Ev di siyaseta Îranê de hatiye nasandin. Em dizanin ku di navxweyî de û di nav Îranê de ew kesê bi navê Îsraîlê bê navkirin, tewambarkirin (Wekî hevalbend, xêrxwaz, hezkirî yan jî sîxur) ew kes tê cezakirin û tê darvekirin. Li aliyê din Îsraîl xwedî hêzek e, medyaya xwe heye, propagandaya xwe heye, hevalbenêdên xwe hene li gel Ewropa, Amerîka û xwedî hêzeke mezin e.
Îran jî li dijî wê hêza Îsraîlê xwedî hêzeke cuda ye. Nabe ku em ji bîr bikin, Îran dixwaze yan jî dixwest herêmeke bi navê Hîlala Şîa durist bike (ava bike) ku li Îranê dest pê dike heta Iraq, Sûriye, Lubnan dide ber xwe û heta Yemenê diçe. Di vê Hîlala Şîa de Ensarullah, Hîzbûllah û Haşdî Şabiyê ji bo Îranê xebat dikirin. Îranê jî ew temîn û fînanse dikirin. Ji çekan bigire hemû pêdiviyên wan bi cih dianî. Lewre girîng e ku em vana li ber çavan bigirin.
Îranê bawer nedikir ku li tenişta guftugoya ligel Trump û Emerîkayê Îsraîl êrişê bîne ser wê. Ew êrişên Îsraîlê nîşan dide ku herêma Rojhilata Navînê bê çiqas aloz û çend alî ye.

Ji 13ê hezîranê ve bi êrîşa Îsraîlê re şerek di navbera Îran û Îsraîlê de rû daye û kûr dibe. Li gorî te ev şer dê ber bi ku derê ve biçe?

Di her şerê di navbera du dewletan de, sê rê hene; Yek dibe ku ji bo her du aliyan serkeftinên kêm ên sînorkirî hebin. Du, şerekî ku veguhere şerekî herêmî ku hin hêz û dewletên din jî li gel dewletekê şer bikin. Ya 3yem jî şerekî dirêje ku heta dikare rejîm û hukumetan biguherîn e. Îca ev hukumeta dê yan ya Îsraîlê be yan jî ya Îranê be. Ev mijareke din e ku mirov dikare li ser rawest e.
Eger şer sînordar be yanî ew serkeftin sînordar be; erê Îsraîlê hin fermandarê nîzamî bi êrişan kuştin, zirarek da rejîmê dê dawî li êrişên xwe bîne. Beramberî van êrişan Îranê jî bi sedan mûşek û drone avêtin Îsraîlê ji bo heyfa xwe hilîne. Belê ev wekî serkeftineke ji bo herdu aliyan bû. Bes ew tişta ku em dibînin, ez bawer im Îsraîl di nav Îranê de hêzeke xwe ya wekî sîxur avakiriye. Gelek kesên ku ji aliyê Îranê ve têne girtin jî vê yekê piştrast dike. Ev jî dide xuyakirin ku planên Îsraîlê yên demdirêj li ser Îranê hene. Ez difikirim ku li gorî van detayan eger Emerîka xwe daxil neke, ev şera tenê di navbera Îran û Îsraîlê de be dê şerekî dirêj be.

Hebûna Masonê ya li Îranê çiqasî xurt e ku derbên mezin li Rejîmê dixe?

Li gorî detayên heyî hejmareke gelekî zêde di nav Îranê de kesên ku hevkariya Îsraîlê dikin hene. Em dibînin ku rojane 30-40 kes bi vê tewanbariyê têne girtin. Lê dîsa jî êrîşên di nav Îranê de yên bi drone û teqînên cuda her hene. Ev jî bi rêya van kesên ku Îsraîlê wan perwerde kirine pêk tê. Ev jî nîşan dide ku ev plan û bername tiştekî nû nîn e. Yanî xuya dike ku Îsraîlê bi mehan û salan li ser van kesan xebat kiriye û wan perwerde kiriye. Ev jî bandoreke herî zêde ya di nav xwe de di vî şerî de li Îranê dike. Niha şerê komara îslamî ne tenê li gel Îsraîlê di heman demê de li dijî van kesên ku bi Îsraîlê re dixebitin û hevkariyê dikin e. Ew kesana jî dikarin panturkistên ser bi Tirkiyeyê û Azerbeycanê bin. Çunkî li wan her du dewletana baregeh û hêzên leşkerî yên Îsraîlê hene. Dikarin afkanistaniyên ku li Îranê dijîn dikarin beşeke zêde ew binin. Ya din jî saltanatparêz bin ku dixwazin kurê Riza Şah bînin ser rêveberiyê. Ew her sê alî jî dixwazin Komara Îslamî ya Îranê birûxe ku bigihêjin armancên xwe.

Herkesî dît ku dor tê ser Tirkiye û Îranê. Tirkiyeyê ev xeterî dît û neçar ma ku destê xwe dirêjî kurdan bike. Gelo Îranê ev xeteriya êrîşên Îsraîlê nedît?

Ji sedî sed Îran wê xeteriyê dibîne û dizane. Wekî ku em dibînin ev çend roj in hêzên xwe yên Pastar û Basîj rê dike derdorê navçe û bajarên kurdî. Wê tehdîtê baş dizane û fêhm kiriye. Ez bawer im Îran li Kurdistanê stratejiyên ewlehî zêde û bi hêztir dike. Gelek hêzên xwe rêkirine ser sînor. Bi taybet jî gelek hêzên xwe rêkirine sînorê başûrê Kurdistanê û li wê derê bi cih kirine. Ew jî nîşan dide ku Îran vê yekê baş dibîne û fêm dike. Ligel vê yekê îhtimala êrîşeke Îranê ya ji bo navçeyên kurdî jî heye û gelekî zêde ye.

Rêjîma Îranê her tim xwestiye desthilatiya xwe li ser gelê kurd ferz bike. Kurdan jî li ber xwe daye û qebûl nekirine. Di rewşeke wiha de dê rejîm çiqasî xwe nêzî kurdan bike?

Îran dê hemû hewla xwe bide ku nêzikî kurdan be. Ew tişt jî qewimiye, ev bi salan e ku beşeke zêde kurdên Rojhilat xwe nêzîkî Komara Îslamî dibînin û li gel wê hevkariyê dikin. Beşeke din ya kurdan jî dikarin bi kuştin, girtin û şerê etnîkî an jî şerê kurd-ecem, kurd-tirkan nêzikî xwe bike. Lê em dibînin ku çend hêzên kurdî hene, çend hizbên kurdî; wekî Komele, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) li hemberî Komara Îslamî ya Îranê ne û li ber xwe didin. Bi taybet PJAK û PDK-Î bi salan e li ber xwe didin û hez dikin ku ew civak û kurdên rojhilatê Kurdistanê rêxistin û organîze bikin û di karên xwe de jî heta radeyekê baş pêş ketine. Lê hevalbendiya hin kurdan ên nêzî Komara Îslamî baş nîn e, dê zirarekê bide berxwedana kurdan.

Bi salan e tundiya Rejîma Îranê ya li ser civakê û bi taybetî li ser gelê kurd tê zanîn. Gelo di rewşeke wiha de gelê kurd û fars dê bi têkoşîneke demokratîk dikaribin pargala xwe ya alternatîf ava bikin?

Bêşik kurd bi rêya aliyên xwe yên siyasî, aliyên xwe yên civakî û rêxistinî dikarin civakeke hêj bi hêz, civakeke hevbeş, civakeke demokratîk biafirînin. Lê ev tiştan pêdivî bi hebûna derfetan ji bo xebatên medenî, xebatên siyasî, xebatên herêmî û navneteweyî heye. Heke Îsraîl bi van êrîşan raweste û têkiliya xwe ji Îranê neyne û aliyên siyasî yên Îranê bikaribin bi xwe bigihêjin tifaqekê, kurd dikare ji vê civakê re pêşengiyê bikin. Kurd dikarin bi hêzên xwe yên leşkerî, bi hêzên xwe yên civakî ku em dizanin hizbên me yên siyasî di warên civakî û siyasî de gelekî bi hêz in, dikarin vana pêk bînin û vê civakê biafirinîn. Heke li tevahiya Îranê nebe jî dikarin li rojhilatê Kurdistanê vê yekê bikin, parçeyekî din ê Kurdistanê rizgar bikin. Ev jî zehmet nîn e.

Bi rasthatina salvegera şehadeta Simkoyê Şikakî em vê hevpeyvînê çê dikin. Hem têkoşîna Simko Îsmaîl û hem jî ya Qazî Mihemed ku wekî mîrateyekê ji gelê kurd ê rojhilatê Kurdistanê re hiştî pêwîst e gelê kurd vê rewşê çawa binirxîne û têbikoşe?

Xebat û têkoşîna Simkoyê Şikakî û Qazî Mihemed ne tenê ji bo kurdên Rojhilat ji bo hemû kurdistaniyan mîrateyek e. Simko û Qazî Mihemed her du jî ji bo azadî, xweserî û mafên kurdan dixebitîn. Divê kurd îro jî li wan binêrin, fêr bibin, xebatên xwe yên siyasî, xebatên xwe yên sivîl bi hêz bikin û bigihêjin pênaseyeke giştî. Herwiha dikarin ji bo hebûna xwe, ji bo mafên xwe têkoşîna xwe bilind bikin. A girîng ew e ku bi rêxistineke demokratîk bikin, tişta ku îro PJAKê daye pêşiya xwe û li ser dixebite jî ev e.

Têkoşîn, xebatên rêxistinî û civakî yên ku PJAK bi salane dide, niha dikare bibe bingeh ji bo civaka demokratîk, jiyaneke wekhev û azad a li tevahiya rojhilatê Kurdistan û Îranê?

Tiştên ku PJAK dibêje, bi taybet ji bo siberoja Îranê; rêya xebatên demokratîk û şoreşa “Jin Jiyan Azadî” dikare bibe bingeh ji bo civakeke hevbeş. Ji bo van xebatan jî divê derfet hebin. Ji bo pêşketina wan derfetana jî divê hizbên me yên Rojhilat bigihêjin encameke hevbeş, bigihêjin tifaqekê û li ser van mijaran bixebitin. Yanî nabe ku her hizbek saza xwe lê bide, dahola xwe lê bide û derbeyekê li encam û pêşerojê bidin. Sibêrojê wekî Başûr li me jî neyê. Em bigihêjin mafên xwe lê Kurdistanê parçeyî çend hizban bikin. Li Başûr her hizbek bi xwe saza xwe lê dide. Ya din divê guherîneke çê bibe ku dewlet an hikûmet rê bide van xebatan. Ji bo wê divê kurd û hizbên ku nûnertiya kurdan dikin piştî rejîmê û guherînê dikaribin rista xwe baş bilîzîn, di her qadê de bi başî nûnertiya xelkên Kurdistanê bikin.

Şerê Îran û Îsraîlê dê bandoreke çawa li Kurdisanê bike û lazim e bi taybetî gelê kurd di vî şerî de helwesteke çawa nîşan bide?

Dibe ku şer gurtir bibe. Herwiha Îranê hêzên xwe veguhestiye ser sînor dikarin li dijî kurdan şer bikin. Heta Îran bibîne ku destên wê nagihêje Îsraîlê û nikare pê tiştekî bike, bi hinceta Îsraîl li Başûr xebatan dike li hizbên kurdan bide û heta li Hewlêrê jî bide. Ev ji bo wê nexem e. Dibe ku zexteke siyasî li ser Hikûmeta Federe ya Kurdistanê ya Başûr bike, da ku ew jî zextê li ser hêzên kurdî bike. Ya din kurd divê çi bikin? Bi nêrîna min, nabe ku kurd xwe tev li vî şerî bikin, kurd canê xwe bidin, şehîdan bidin û fars bibin serbazên pişt pencereyan ku du dirûşmeyan berz bikin û xwe veşêrin. Li gorî min divê em kurd li bendê bin ku wekî gelên li bajarên Tehran, Îsfahan, Qûm û hwd. li dijî rejîma Îran û êrîşên Îsraîlê rabin ser piyan, doza azadiya xwe û xwerêveberiyên demokratîk bikin û pişt re em jî li bajarên xwe tev li vê şoreşê bibin. Lê divê encama şoreşê hevbeş be. Lê wekî şoreşa Komara Îslamî lê neyê ku piştî şoreşê Xumeynî fetwaya cîhada Kurdistanê da. Ya din divê kurd karibin ew derfetên siyasî ji bo xwestekên civakî di navneteweyî de bi taybetî ji bo xweseriyê bi başî bi kar bînin. Herwiha lazim e em saziyên xwe yên serbixwe yên sivîl bi hêz bikin, ji bo mijarên civakî kar û xebatan bikin. Di rewşeke guherîna desthilatî û rejîmê de em dikarin bi gel û civakên din re bi mafên xwe yên wekhev bi hev re bijîn. Lê divê em ji bo pêşeraja xwe xwedî helwestbin û ne kevin dû hesabên şexsî û yên hizbî.