20 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd di mihwera dîrokî de ne

Bar giran e û li ser milên rewşenbîriya kurd e. Divê  medya, rojnamevan û nivîskarên kurd vê serdemê,  fikir û ramanên ku wê paşerojê ronî bikin baş binirxînin û biparêzin.

Karwanê mirovaniyê di rêyek tarî de ye. Gotina sosyologan ku dibêjin, “Giyotîn şiyar e”, nirx û pîroziyên mirovaniyê tune dike û gotina, “Ti bûyer li derveyî  dîrokê namîne” parçe dike.  Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanli, di pirtûka “Bi çavên gerhokên kevin ên rojavayî kurd û Kurdistan” de dibêje, “Bûyerên pêşerojan, ronahiya paşerojan in”. Mixabin di gerênekên siyasî de, şerma dîrokî heye. Lewma min di hevoka destpêkê de, bayê hêviyên şikestî balivand.

Di sedsala 19emîn de ‘şerê gotinê’ heq dianî’; di  sedsala 20an de, ‘şerê gotinê’ kete nîqaşên meşrûbûnê; di sedsala 21ê de, ‘gotinê’ meşruiyet wenda kir, çand, ehlaq, edelat, hiqûq  jî kir xeşînên tarî.

Siyaset asîmîle bûye. Aqil û mêjiyê têgihiştî hatine  tecrîdkirin; huner, pênûs, mêjiyên şiyar ber bi korbûnê ve hatine dafdan.  Di vê serdema ku aktivîzmên siyasî,  barbariyeta komên çete û paramîlîter meşrû dikin, gelo dîrokzan, nivîskar û fîlozofên serdemê wê bikaribin “îtîbar-nirxên” gotinê, etîkên ehlaqî, nirxên çandê û hişmendiyê biparêzin? Yan wê weke Ibn-î Haldun, bêjin desthilatdarî “ateş-î suzan” e û birevin?

Têkoşîna kurdan a nîvsedsalê bûk Keştiya Nuh û herikîna çemê dîrokê guhert. Tevgera Azadiya Kurd dîrok nivîsî û zarokên kurdan  jî bi wê dîrokê mezin bibin.

Bi taybetî di serdema êrîşa çeteyên DAIŞê de, tevahiya mirovaniyê “muzdarîb” bû û di Keştiya Nuh de,  bi cih bû. Hem çarenûsa gelê kurd guherî, hem jî çarenûsa mirovaniyê guherî. Dîsa jî cîhan negihiştiye rêkûpêkiyê. Nijadperestiya netewe-dewletan û “kûlîbî”bûna dirinde ya bazirganî dixwaze civakê lal û ehmeq bike. Kor nake, ji bo ku kar bike, lal dike ji bo li mafên xwe nepirse.

Balkêş e ku “Sêva Adem” jî hîn di destên gelê kurd de, di destê Tevgera Azadiya Kurd û di destê lîderê gelê kurd de ye. Li cîhana ku bingeha wê li ser esasê hiqûqa “muesses-xwezayî” hatiye avakirin,  ji aliyê mêjiyên newrotîk ve hatiye tunekirin û di destên utopîkên bazirgan de, bûye meteforza Ovidius.

Publius Ovidius Naso, helbestvanê Romayî ye. Bavê avakirina fikra metaforê ye. Bi efsaneya li ser qralê trakyayî Tereus nivîsiye û di çend pirtûkên din de, fikra metaforî daniye holê. Ez behsa metamorforza Franz Kafka, ya guhertina mirovan nakim.

Metamorforza Ovidius civakî ye.

Vêca, serokê Amerîkayê Donald Trump û cîhana wî ya “muhayyel” weke efsaneya qral Tereus e. Her çiqas gelek kes, dibêjin qanûna Trump bazirganî ye, ez vê nabêjim. Ji ber ku Trump bi arîtmetîka avakirina cîhanek înorganîk hereket dike. Çima vê dibêjim? Turmp weke siltanên ku bi navê xweda hereket dikirin, tevdigere û got ez ê şeran rawestînim û daxwaza Xelata Nobelê ya Aştiyê jî kir. Lê serokçeteyên paramilîter li Qesra Spî kirin mêvan. Li cihên ku şeran bide rawestandin, li dijî hin dewletan gefa şer  dixwe. Ev tê wateya hem parastina dewletên haydût, hem jî tê wateya avakirina “îstîbdad”a çeteyên DAIŞ û Talîbanê.

Rêveberiya Donald Turmp, di rojekê de sûcdariya “terorîst” a Colanî û wezîrê wî karên derve Şaybanî rakir.  Ev helwesta siyasî,  ne tekamul e, hîle ye û ti pirsgirêkan jî çareser nake.

Di suretî haliyeta “bazirganî û ûtopîk” de, teorîzekirina kurdan, hem li Amerîka, hem li Ewropayê dewam dike. Ev helwest, ji  tetkîkê wêdetir, taktîk û kuştina realîteya Rojhilata Navîn û Cîhanê ye. Cenabê Muhammed jî dibêje, serwet-mal xerab e. Mirovan zalim dike. Ji bo vê jî cîhana misilman, êrişên dewleta “etrak-î bî îdrak”ên misilman li dijî kurdên misilman ji nedîtî ve tên. Misilmantî “îmtiyaz”a ji dayikbûnê jî qebûl nake. Lê îmtiyaza ji dayikbûna li welatên misilman, ne tenê ji bo zarokan, ji bo hêzên dewşirme û mirovên “misilman” jî  zêde heye.

Bi gotinek fîlozofîk, felsefeyek çêkirî heye û ne li gorî “Şerîat-i Ahmediyê” ye. Yanî ne li gorî Şerîata pêxember Muhammed e. Belkî hin kes bêjin, kapîtalîzm, ji ideolojî û hişên şiyar nefret dike. Hêj ji mît û îhtîrasa mal û mewdan dike. Trump jî, ji ber zêdegaviyên Çînê û têkiliya bi Esed re, destek da  serokçete El-Şara û Suriye radestî wî kir.  Belkî rast e, lê  pirsa, gelo di siyaseta li hemberî kurdan de, çima bi hesab û serxweşiya  arîtmetîka civaka înorganîk hereket dike? Kurdan heysiyet-rûmeta mirovahiyê parast. Ewropa ji metirsiya çeteyên DAIŞê rizgar kir. Ev siyaset hem li dijî manzûmeya nirx û pîroziyan e, hem ne metodîk e.

Îro, ji komên paramilîter ên ku dewleta tirk ava kirine û wan destek dike, malbatên serokçeteyan li Tirkiyeyê diparêze û xwedî dike. Li dijî desthilatdariya Şamê şer dikin. Îdeologê selefî Ebû Muhammed el-Nakdîsî, fetwa “Şara kafir e” da. Piştî vê fetwayê, hejmara çeteyên radikal ku li dijî desthilatdara El-Şara derdiekvin zêtir bûne.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî daxuyaniyek da û got, ‘Suriye hîna ji pîkola çeteyên cîhadîst rizgar nebûye.’ Li Suriyeyê, hêzên ku li dijî çeteyên cîhadîst şer dikin jî kurd in û gelên bi kurdan re ne.

Gelo kurd wê heta kengî bibin qurbanê romantîzma durû ya lîberalîzmê. Zembereka giyanê mirovaniyê wê heta kengî kilîtkirî be?

Her çiqas, kurd di serdema xwe ya “mihwer”  de bin jî, li hemberî hemû otorîteyên dogmatîk têdikoşin. Ji bo vê jî divê di “muhsebeya wijdan û hiqûqî” de azad bibin. Di dibistana dîrokî de cih bigirin û ji felaketên şerîat û ji kiryarên mizoşîst rizgar bibin. Min gotina mihwer di çarçoveya felsefî de û bi wateya xwedîderketina li pêşerojê û avakirina wê bi kar anî. Ev jî tê wateya ku civaka kurd hem dîrokê çêdike û hem dîrokê dinivîse. Di demeke ku li çar aliyên cîhanê şer heye û dewlet ketina pêşbaziya çekkirinê de, birêz  Abdullah Ocalan, bi banga Aştî û Civaka Demokratîk, pêvejoyek nû da destpêkirin. Tevî ku cîhana lîberal tecrîda li ser birêz Ocalan didomîne jî, wî deriyê bipêşxistina fikir û ramanên mirovahiyê vekir.

Ev jî tê wê wateyê ku hemû pêngavên reformên hunerî û siyasî, di çarçoveya mihweriya mirov, bi taybetî  mihweriya jinê dike navenda civakê.

Nazîzm û faşîzm bûye giyotina serdemê û şiyar e. Kurd jî di nav de, tevahiya mirovahiyê di bin metirsiyeke mezin de ye. Bar giran e û bar li ser milên rewşenbîriya kurd e. Divê  medya, rojnamevan û nivîskarên kurd vê serdemê,  fikir û ramanên ku wê pêşerojê ronî bikin, baş binirxînin û biparêzin. Divê kurd, hem bibin çakûç, hem bi bibin sidan!