Gorbihuşt Qazî Muhemmed gotiye, “Xwendin û zanist û pileya zanyariya xwe bi pêş ve bibin, ji bo dijmin kêmtir we bixapîne.”
Ger mirov dijmin weke dagirker bi nav bike û rêya xapandina dagirkeriyê jî weke pozîtîvîzma req pênase bike, hingê pêwîst e li hemberî vê hikumraniyê “xwendin û zanist û pileya zanyariya xwe demildest bi pêş ve bibin.” Ev bi serborî û dîrokçeya bav û kalên Kurdan jî diyar dibe û ji serdestiya roja me jî aşkere dibe.
Dema li ser erdnîgariyekê dagirker hebin, li vê derê bindest jî hene. Dagirker bi dagirkirinê bindestê xwe çêdike û hemû hebûna xwe li ser mijokdariya wan didomînin. Ev, ji dîroka nivîsandî ya hemû civakan bi aşkereyî tê famkirin û tê pênasekirin.
Ji serê salên 1500’î û vir ve bi dagirkirina Amerîkayê ya bi destê Îspanyolan ve tevgera kolonyal (dagirkerî) a nûjen dest pê kiriye û heta roja me di gelek merhaleyên cuda re (weke post-kolonyalîzmê) xwe xistiye dirûv û guhertoyên nû û navcuda. Îspanyolan bi desterserkirina hin dewlemendiyên binerd û sererdên hin herêmên Amerîkayê, ontolojîya (bûnewerzanî) “mirovên xurt” di ser “mirovên hejar” re xistine ferhenga jiyanê. Ger ji wan bihata pirsîn, wan ê negotana em “dagir dikin”, wan ê bigotana em “medeniyetê dibin”. Wan ê negotana em “wan dikin kole”, wan ê bigotana em “wan azad dikin”. Wan ê negotana em “gencîneyan talan dikin”, wan ê bigotana em “wan ji medeniyetê bi kar tînin”. Jixwe ev hevokên dagirkeran di roja me de êdî bi aşkereyî têne sazkirin û hincetên ji bo dagirkirinê giş bûye “Birina azadî û demokrasiyê ji bo mirovên cîhana sêyem (!)…” Her wiha du kirdeyên esasî “em/me” û “ew/wan” di formula dagirker û dagirkirî de heye ku jixwe em ji wan re dibêjin serdest û bindest.
Her çiqas şekl û şemalê dagirkeriyê bi rê û rêbazên cuda li hemû derên cîhanê di meriyetê de be jî, hin welatên dagirker rasterast tevra xwe li binê çavkanîka bindestên xwe dixe, çand û ziman, perwerde û sazûmankariyan ji binî ve diguherînin û hemû avadaniya civakî vediguherînin ser “ya xwe”. Parzemîna Afrîka, parzemîna Amerîkaya Başûr û welatên Rojhilata Navîn nimûneyên şênber ên vê retorîka birêvebirinê ye.
Ger em li berhema Daniel Defoe (1659-1731) ya bi navê Robinson Cruose bihizirin, em ê bibin şahidê hemû hest û tevgerên dagirkirinê yên mirovê spî ku li ser Cumayê xwecih gav bi gav pêk aniye. Pirtûka Robinson Cruose, reşbelekek dagirkeriyê ya bi zimanê wêjeyê be jî, hişmendî û jiyana ku pêşkêş dike, ti caran wê nake berhemeke wêjeyî ya bêguneh. Û ev berhem yek ji nîşandera hizr û tevgerên dagirkirinê bi rêya wêjeyê pêşkêş dike. Em vêya ji kû dizanin?
Ger em neynika vê bersivê bidin ser welatê Kurdan ê bi navê Kurdistanê, alozî û pirsgirêkên berdewam dê çêtir li ber me were raxistin. Ji 100 salî û vir ve ye ku Kurdistana ji hêla erdnîgarî ve di nava destên çar dewletên dagirker û di nava bîrdozîya “efendiyên gotinê” de dinale, dikare weke laboratuwarekê hemû rastiyên têgeha dagirkerîyê li ber çavan raxe. Ji lewre çar dewletên dagirker en bi navên Turkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê bi hemû kirinên xwe yên serdestiyê Kurdistanê di nava sînorên xwe yên fermî de dihefidînin û bi hemû rêbazên dijmirovî mirovên Kurd ji eyarên wan ên resen bi dûr dixin.
Ji hêla dîtir ve dewletên Rojavayî ku her dem hikumê xwe di ser zanînê (pozitîvîzm) re li ser Kurdistanê mayînde hiştine û palpiştî li çar dagirkeran kirine, weke “efendiyên gotinê” bi rêya lîteraturê jî ji wan re bûne rêber û cihêtnameyên herî dilsoz. Ji ber hindê di pirtûkên wêjeya Turkî de her tim mirovên karîkaturîze û netê yên esilkurd ku çanda wan xerabkirî, sincê wan tevlihev, bîr û boçûnên wan girîft bi zimanekî henekpêkirinî têne pêşkêşkirin. Hin caran ev bi destên mirovên bindest (weke Kurd, Laz û Ereb), bi zimanê serdestan tê kirin û mewkî û meqam û xelatên herî navdar ji bo wan têne dayîn ji bo ku nifşê li dû jî bi hekariya wan ji esl û feslên xwe dûrketî bidin ser wê rêyê.
Helbet divê wêjeya bindestan (Kurd) jî karibe bi helwestên nedîtî ve li dijî dagirkeriyê bibe wêjeyeke serhildêr û dek û dolabên serdestan bi rêya berhemên xwe pêşkêş bike. Ger ev serhildêrî ji teref hin kesan ve weke wêjeyeke netewperest were binavkirin jî, divê nivîskar ji helwesta xwe danekevin xwarê û di nivîsandina vî terhî de israr bikin. Çinku dagirker bi termînolojiya zimanê xwe yê serdest, hemû gencîneyên zimanê bindest têk dibin û têgehên xwe tê de bi cih dikin.
Weke tê zanîn termînolojî, tê wateya zanîna têgehan. Têgehên watecuda û pêwendiyên wan bi rêya termînolojiyê ve têne lêkolînkirin. Jixwe têgeh, navên taybet ên qadên pisporiyê ne. Di termînolojiyê de xebatên pirhêlî yên ji dîsîplînên cuda têne kirin û carna weke beşên zagonî li ser civakê têne ferzkirin. Ger em termînolojiya bûneweriya gotinan di ser perwerdehiya pirhêlî ya zimanê dayikê re binirxînin, divê em zimanê wêjeyê yê berheman di ser guhan re navêjin û bi baldarî gotinên xwe hilbijêrin û têxin ferhenga xwînerên xwe.
Ji destpêka nivîsandina xwe û vir ve ku bi qasî 27-28 sal çêbûne, ez di hin gotinan de bi israr im û dixwazim van gotinan têxim rojeva hempîşeyên xwe jî. Car carna ku ji ber pêwîstiya danasîna wêjeya Kurdî mecbûr dimam bi zimanê Turkî binivîsim an carna bi zimanê Turkî hevpeyvînan bibersivînim, min bi awayekî zanebûnî peyva “Kürd = Kurd” bi kar dianî û ji xwediyê kovar an muhatabê hevpeyvînê dixwest ku ew jî peyva “Kürd”ê bi peyva “Kürt”ê re neguherînin û bi vî awayî biweşînin. Li gora rê û rêbazên termînolojiya zimanekî peyv û têgehên ku têne bikaranîn, tenya bi wateya xwe ya nivîskî nayêne famkirin, her wiha taybetî û teyisînên wan ên veşarî û ciyawaz jî hene.
Kurd ji xwe re dibêjin “Kurd”, ji zimanê xwe re dibêjin “Kurdî” û ji welatê xwe re dibêjin “Kurdistan”. Yanî di her sê peyvên bingehîn ên ji navend û navika netewa kurdî di xwe de dengê “d”yê dihewîne. Li gora termînolojiyê ne heqê ti dagirkerekê/î heye ku wî dengî bi dengekî din re biguherîne û ne jî heqê mirovên ji vê netewê bixwe heye. Ev hersê peyv di zimanê Îngilîzî, Fransî û Almanî jî de dengê “d”yê diparêze û ciyawaziyeke neytxerab ji van peyvan re nîşan nadin. Li gora “Teoriya Roj û Ziman (Güneş-Dil Teorisi)” ya turkperestiyê, peyva “Kurd” bi zimanê Turkî weke “Türk” tê nivîsandin û hişmendiya ku zimanê Kurdî, “boçika zimanê Turkî yê xerabe ye” weke propagandayeke bêbingeh tê parastin. Ger em ê termînolojiya zimanê xwe biparêzin û nehêlin bi awayên neytxerabî zimanê me tune û bêkêr were hesibandin, em dikarin bi awayekî zanistî li peyva “Türk” a çêkirî lêbikolin û rastiyê li ser çavên turkologên sexte biqîrin.
Li vir em dikarin serê pêşîn şûjinê di xwe rakin û rexneya herî tûj li heval û hogirên xwe bikin. Bi salan e çapemeniyeke serhildêr di qada rojname, televizyon, kovar û weşangeriya Kurdan de xebatên xwe dikin. Dema em dêhna xwe didinê, berhemên vê çapemeniyê (rojname, kovar, bername, pirtûk), bi heyirîn dibînin ku ew jî di bin bandoreke veşartî de ji xwe re, ji me re û ji hemû Kurdan re dibêjin “Kürt”. Belkî dema rexne li wan were girtin, bibêjin em li gora rêzimaniya Turkî peyvê bi vî awayî bi kar tînin û paxavê li gotin û nivîsên me nekin. Lê ez hêvî dikim ku xwînerên vê nivîsê – qe nebe- ji niha û pê ve vê hişyariyê li derdora xwe bikin û heqê “Kurdî” li “Kurdan” vegerîne û di rêya azadkirina “Kurdistan”ê de kerpîçekî bingehîn bi cih bikin.
Her wiha çapemeniya li ser tora civakî ku di roja me de bandoreke wê ya giran heye, car carna bi destên nûserên Kurd bi rê ve diçe û ew jî bi zanebûn an bêhay, xwe, me û we weke “Kürt” bi nav dikin. Ji ber hindê em dikarin guherîna pêşîn di ser tora civakî re bikin û hemû gotinên ji termînolojiya kolonyalîzmê (dagirkerî) li gora termînolojiyeke dijber û kurdewar binivîsin. Weke em ji peyva “Tuncelî”ya çêkirî re dibêjin, “Dêrsim”, em dikarin ji dêvla peyva kolonyalîst, peyva dagirker bi kar bînin û nivîsandina vê ferhengê ji vê derê bidin destpêkirin.
Bi vî awayî jî dê ti caran “Kurd” nebin “Kürt”!