Li gerdûnê her tiştek wateyeke xwe heye. An jî ew tişta li gerdûnê biwate ye. Ev yek jî vê rastiyê derdixe holê ku wate bi hebûnê pêk tê. Tişteke ku tune be wateya wî/ê jî çênabe. Wê demê şertê wateyê yê yekemîn hebûn e. Ku hebûn û wate derdikevin holê hewcedarî bi pênaseyekê dibînin. Wate û pênase ji hev cuda ne. Hebûna gerdûnê û ew tiştên ku gerdûnê ava dikin, pergal û hevsengiya di navber wan de gelek tiştên ku pênaseya wan li cem însanan tune be jî, li nav pergala gerdûnê wateyek wan heye. Yanî însan wisa hakimê her tiştî an jî di zanebûna her tiştî de nîne ku bibêje tişta ku pênaseya wî/ê li cem min tune be, ew tişt tune ye.
Di nav pergala gerdûnê de însan jî perçeyek ji gerdûnê ye (gerdûn bixwe nîne perçeyek ji gerdûnê ye). Her zindiyek an jî parçeyeke di nav gerdûnê de bi serê xwe hebûnekê ava dike. Her hebûnek jî di nav pergala gerdûnê de digihîje wateyê. Yanî her hebûnek bi serê xwe ne tu tişt e. Di nav hebûna gerdûnê an jî tiştan de dibe tişt, yanî digihîje wateya xwe.
Însan jî perçeyek ji gerdûnê ye. Di nav pergala gerdûnê de çavê xwe li dinyayê vedike. Destpêka însan di nav xwezayê de bi zindiyên din re dijî. Wê demê zêdetirê hînbûn û jiyana însan bi teqlîtê pêk tê (niha jî em zarokan çavdêrî bikin hemî hînbûnê xwe bi teqlîtkirinê dikin). Piştî demekê guhertinên bingehîn di gerdûnê de çêdibin. Ev guhertin bandora xwe li ser jiyana gelek zindiyan dike. Hinek cure zindî ji holê radibin. Ew zindiyên ku di jiyanê de mane jî li gor şert û mercên demê guhertin û veguhertin di xwe de pêk aniye wisa jiyana xwe berdewam kiriye.
Însan jî bi avakirina civakbûnê di nav gerdûnê de jiyana xwe berdewam kiriye. Destpêka jiyana civakî bi şêwaza zindiyên derdora xwe an jî xweza taqlîtkirin bûye. Bi demê re rêgeza jiyana însanan bûye civakbûn. Bi civakbûnê re bûye hebûn yanî însan. Însan jî bi civakbûna xwe di nav gerdûnê de dibe xwedî wate.
Li nav însanan jî bipêşketina zimanê remzî (sîmgesel) tarza hînbûna xwe ji teqlîtkirinê derbasî bixwe watedayînê yan jî hewldana gihîştina wateyê dibe. Ji vir û şûnde tişta ku dijî, wate li wê bar dibe. Jiyana xwe jî li gor hebûn û wateya xwe bi rêgez dike. Li gor wateya hebûna xwe şêwaza jiyana xwe diyar dike. Bi demê re ew tişta ku dijî pênaseyên wan tê kirin.
Têgihên li nav jiyana me pênaseyên jiyana civakî ne. Bi mînakeke şênber; însan bi şêwaza civakbûnê jiyaye piştre pênaseya sosyalîzmê lê hatiye kirin. Yanî bi jiyanê digihîje pênaseyê. Bi pênaseyê nagihîje jiyanê an jî wateyê. Ji bo însan tişta herî girîng awayê jiyanê ye. Ew civaka ku şiklê civakî dijî û agahiya wan têgiha sosyalîzmê tune be, marksîstên dema me gelo wê civakê çawa pênase bikin? Civak, niha ji wan marksîstan re çi dibêje hûn dizanin? Civak, niha meseleya koçer û mele wan re dibêje…(ew marksîstên ku ez dibêjim eleqeya wan bi tu awayî Marks û sosyalîzmê re tune ye).
Ew kesên ku li ser zeviya azadiyê tovê xwe çandibe zû an jî dereng, wê berhema azadiyê jê werbigirin. Lê tu di zeviya desthilatdariyê de bixwazî tovê azadiyê bireşînî, berhema ku tu jê hildî wê azadî nebe. Dê dîsa desthilatdar be. Ji bo ku mirov hin tiştan bi hev bide fêmkirin divê ew zemîna ku mirov lê ye heman zemîn be. Ku wisa nebe wate û pênaseyên me jî wê cuda bibin. Ew kesên ku ji gotin û gavên Rêber Apo fêm nakin, bila zeviya ku lê ne mêze bikin.
Civaka kurd bi rêberê xwe re dîsa gihişt hebûn û wateya xwe. Kesên ku tehma azadiyê nizanibe dê ji vê hevokê fêm neke. Lê exlaqê sosyalîst an jî şoreşger ew e ku divê destpêkê hewldana fêmkirinê hebe. Gelê kurd jî rêbaza rêberê xwe ji bo xwe esas digire. Guh nade gotegotên ku civakê bi paş ve dibin. Li gor nexşerêya xwe tevdigere, rojeva xwe ew bixwe diyar dike. Rojeva gelê kurd jî azadiya Rêber Apo ye.
