Weke tê zanîn her miletek bi ziman, çand, dîn û dîroka xwe ve ji miletên din cuda dibe…
Ecibandin, pejirandin, hebandin û afirandinên miletan ji hev cihê ne.
Ev cihêbûn, helbet pirrengî û pirdengiyê derdixe holê.
Di nav vê harmoniyê de piştî ziman, tişta ku di nava neteweyan de herî zêde balê dikişîne ser xwe û berbiçav e yan jî em bibêjin bêhtir xwedî tesîr e, çand e. Wekî xwarin û vexwarin rabûn û rûniştinê orf edetên her miletî li gor taybetmendiyên xwe derdikevin holê.
Her civak bi tesîra erdnigarî, aborî, dîn, dîrok û hwd. formekê digirin û di wî qalibî de, vediguhezin digihin nifşê nû yên li pey xwe. Bi çandê ve girêdayî cil û berg jî di vê pevajoyê de cihekî pir giring digirin.
Axir, kurdên xweşmirov, xwedî çandeke bibingeh, giranbuha û berfireh in, wekî gelek nirxên xwe yên din di warê cil û bergan de jî bi nav û deng in.
Bi vê navûdengiyê, gelo dema em bibêjin; cil û bergên kurdî dimeneke çawa tê ber çavê we? Sembola kurdewariyê bi çi rengî ye?
Dîmen, bi kiras û xeftanên reng bi reng, (mîna keskesorê her rengê xwezayê dihebînin) kemberên badayî, şal û şapik, egalê deq deqî, li stû an li serî pêçayî ne?
(Egal/çefî weke semboleke serekene jixwe)
Belê, dîmen pir rengîn û pir zengîn e, hele wexta (bi piranî ) li hêla Botanê di şahiyan de jin kiras û xeftanan, mêr şal û şapikan bi ser bejn û bala xwe de berdidin, mirov ji temaşeya vê şox û şengiyê têr nabe, cil û berg wê ahenga govendê ya bêhempa temam dikin.
De ka em hinekî vê bedewiyê berbiçav bikin. Belê mijar gelekî berfireh e. Ji ber ku gelek teybetmendiyên lixwekirina kurdan hene. Lê hema bi kurtasî em binêrin gelo em qedrê vê bedewî û kevneşopiyê dizanin! Kevneşopiya hezaran salan ve heta roja me ya îro hatiye. Heta roja me ya îro hatibe û hin jî ji aliyê gelek kesan ve were bikaranîn (kêm be jî ) dibe sedema kêfxweşiyê.
Her çiqas dem dibihure, dinya diguhere, mirov li pey tiştê nû dikeve jî, tu carî dev ji tehma berê, xweşiya berê bernade. Bi awayekî xwe digihîne kok û binyata xwe ya ku jê şax da be. Her zindî bi rehê xwe ve jîndar e, dema reh ji koka xwe biqete wê hişk û pûç bibe. Xwebûna her kesî giredayî eslê wî ye bêyî hay jê hebe yan nebe. Cil û bergên me jî perçeyekî nasnameyê ye. Mîrateyên bav û kalên me ne, hêj ji dema mîtanîyan, ji ya zerdeştiyan ve hetanî îro hatine, divê em her biparêzin, hez bikin.
Çi hebe hêza xwe ji hezkirinê digire
Di jiyana rojane de her çiqas ji xeynî kal û pîran (bo Bakur dibêjim) neyên bikaranîn jî di dawet û şahiyan de, di cejn û pîrozbahiyan de ciwan jî bi seba lixwekirinê, vê kevneşopiyê didomînin. Keç û xort, jin û mêr, kal û pîr, zarok jî di rojên taybet de li xwe dikin.
Şervan weke cilê leşkeriyê şal û şapikan (di navbera jin û mêran de ferqî nîne) her wekî hozan û hunermend, li ser dikê di bernameyên pêşberî gel de, li xwe dikin. Bûk û zava jî bêhtir di şeva hineyê de li xwe dikin.
Şêweya cil û bergên kurdî li gorî herêman cihêreng in, di motîf û girêdanê de, di qumaş û aksesuarên bikaranînê de, her herêmek şêweyekî xwe heye. Ev jî nîşaneya dewlemendiyeke mezin e. Mînak li hêla Mêrdînê jinên navsalî her tim pêşmal bi kar dianîn. Pêşmal ne bi tenê lazimiyek bû! Bi wê dawên xwe jî dinixumînin. Her wekî girêdana desmalên hevrîşim li ser laçikê spî li eniyê ev jî şêweyek wir ya berbiçav e.
Lê dîsa dema mirov binêre di esasê xwe de, form û stîleke hevpar heye. Li her çar parçeyan cilê neteweyî xwe bi heyîna xwe ya taybet diyar dikin. Kofî û egal, çefî û desmalê reng bi reng, şar, kitanê spî, kemberê bi rengê zîv û zêr, carina bi rêşîk, şûtikê li piştê pêçayî, hûçk/lewendîyên bi zendê ve dirêj (lewendî hem jin hem mêr bi kar tînin; mêr bi zendê xwe ve dialînin). Her herêm li gor taybetmendiyê xwe bi şêweya xwe, bi awayên cûr bi cûr xemla xwe girêdidin.
Ev xeml û rewş, giredana kurdewarî çawa nebe îlham ji dengbêj û hozanan re, ji helbest û helbestvanan re. Di folklor û wêjeyê de, kiras û xeftanê jinê, fistanê wê yê gulgulî kembera li navê badayî, şal û şapik, cemedanî, gulîyê egalê, kofî û desmalê sor û şîn hwd. dibin deng û awaz dibin gotin û stran.
Dibêjin;
“Xeftan pembûyê dêrikê
Min derzek daye ber zendikê
Xeftan tê li bejna keçikê
Malê min xeftano”
Yan jî:
“Serî şara musilî
Bejnê xeftanê gulî
Ser bejnê de edilî
Werin dilanê esmer ”
Wekî:
“Kofî girêda li eniyê
Desmala sor li pêşiyê”
Û:
“Bûkê bejn û bala xwe bid ber xemla mîtanî
Bêhna miska û gulavê ji kofiya kesrewanî”
Helbet li ser kincê mêra jî gelek li hev anîn hene, vegotinê bi pênaseyên mêrxasî ve girê didin.
Mîna:
“Şal û şapik li bejnê hiştin
Rext û tifing ber û piştin
Li govenda fireh û mezin
Zend û benda vemaliştin”
An jî:
“Li bejna bavê Mihemed salih
Şahê dengbêjan mêze dikim
Li şal û şapika ez ê bala xwe bidim
Têlîkê tûtikê silîvanî reng e”
Bi rastî jî lêkolîneke berfireh a herêm bi herêm û bi baldarî, bi hosteyî li ser vê mijarê divê. Ji ber ku gelek detay û mane hene di fesal û dirûtinê de di reng û stîlê de.
Nivîskar û dîzaynger Salihê Heydo li gorî gotina wî ku ji sala 1972’yan ve bi dildarî li ser karê cil û bergên kurdewarî dixebite, xwedî arşivek berfireh yên wêneyan e jî dibêje: “Jinên kurd ji berê de ji teyran, ji çûkan, kevokan hez kirine, ji ber wê fesala cilê xwe şibandine baskê teyran, serê qûmrîya, rengê hechecîka…
Ev gotin tenê hêjayî vekolîneke bi baldar e.
Ji xeynî vê bêguman hûn jî li ser medyaya dijîtalê rastî pîrozbahiya roja cil û bergên kurdî hatine. Ev rûdan, ji sala 2013’an ve roja 10’ê adarê li parlementoya başûrê Kurdistanê weke roja cil û bergan hatiye qebûlkirin. Di wê rojê de, bi vê boneyê pêşangeha cil û bergan tê lidarxistin.
Li her qadê balê bikişînin ser cilê neteweyî û derbixin pêş. Her wiha, wekî min got, li ser medyaya diîtal keç û xort bi wêneyên xwe yên bi cil û bergên neteweyî reng bi reng, cûr bi cûr, bi coş beşdarî vê rêbazê dibin. Wekî din li Hewlêrê di mûzexaneyekê de jî cilê neteweya kurd tên parastin û pêşengiyê ji gel re dikin.
Xwedîderketina li xwe, nirxê xwe, cihê şanaziyê ye. Heta niha tiştê di warê qimetdayinê de me got helbet kêm be jî, hêjayî dilxweşî û bi hêvîbûnê ye.
Ji ber ku di vê serdemê de balkişandin û bandorkirina kevneşopiyan zehmetiyeke mezin e. Kurd, li gorî min, ji miletê din bêhtir li dû şopa kevneşopiyê xwe ne, bi kêmasî civatek, qismek ku ji vê ya tehm û çêjê digirin hene. Bi rastî jî kurd xwedî çandeke bi esl û fesl in, xwedî teybetmendiyê xas û bi esas in.
Temenî û hêviya me ew e. Her bi çi awayî be ev bedewî li ser rûyê erdê bimîne, kesek jê bêpar nemîne, vebiguhêze nifşê nû, deng û rengê kurdewarî her li dinê be…