Kum û kolos. Navên du tiştên ku serê mirov diparêzin in. Baş e ku hebûne û hene, dê her tim lazim jî bin. Lê carna roj tê, defa hewarê wiha lê dixe: “Kum û kolosê xwe deyne û bifikire.” Ew dem kengê ye, çawa tê û daholvan kî ye? Nizanim an jî em hemû bi hev re dizanin lê niha ya girîng ev e; em ê çi bikin ji van kum û kolosên li ser serê xwe û wan çawa deynin? Piştî ku me ew danîn em ê ji ku dest pê bikin? Lew her tişt welê ketiye ser hev ku kêr ji zû ve hestî derbas kiriye! Loma jî em û kum û kolosên ku hatine danîn û em û kêra ji hestî buhurî tenê mane. An em ê vê carê ji vê pira sîratê derbas bin û xwe bigihînin şiverêyek bilind û ronî an jî em ê tim û tim li vir, di nav vê kavila gazin û gotegotan de bimînin.
Lê way çirayek ji şebçiraxên Mela ber bi me ve tê û fikr û ramanên me pê diçirisin. Ne ti kes û hêzên din, em tenê em in ên ku dizanin û karin bêjin em kî ne, em ê kî bin û ji bin vê kavilê çawa derkevin. Yanî em ê kiyaniya xwe bihonin, li dîwarê hebûnê binexşînin.
Loma jî divê ku her kes kum û kolosê xwe deyne û wisa derbasê merheleyek din bibe. Lew heta ku mirov xwe rast neke yek bi yek, mirov ê here lek bi lek. Yanî çawa ku ji bo yekîtiyê derman e, ji boy biserxweve hatinê jî derman e. Lew wek tevî civakan kurd jî ji yekan, ji yeko yekoyan çêdibin. Îja ku her yek, bi danîna kum û kolos xwe wek kirdeyekê ava bike û ji niha û pê ve nehêle ku tu kes, li ser navê tu nîrxî karibe vîn û karîna mirov biterpisîne, bibe sedemê derbxwarinên mezin û hêzşikestinan…
Îja ku mirov li cîhê xwe bisekine û bêje, bila ew kum û kolosên xwe deynin, ez danaynim û hwd… Mirov xirabiyê li xwe, vîn û pêşeroja xwe jî dike. Û hingê lazimiya van pirsan jî derdikeve holê: Qey tu ew qas bê vîn û bê biryar î ku lêpirsînê û şerefa wê tenê ji hin kes û koman re dihêlî? Mesela qey kum û kolosê te tune ye ku tu jî karibî deynî û piştî zelalkirin û berzkirina ramanî, hestiyarî û îradî, rûpelek nû vekî! Rûpelek ku tu kes êdî nikaribe reş bike, mohra xwe ya beredaye li ked, xeyal û armanca mirov bixe û mirov di bin barê xirbe û poşmaniyên polîtîk û nasnameyî de bihêle.
Her wiha kum û kolos li ser her seriyê jî nayên û nîn in. Mesela serên vala û gêj, serên ku bi dil û aqilê xelkê dişuxulin ne xwediyên kum û kolosan e. Jixwe kum û kolos jî qîma xwe bi serên wisa naynin! Lew ew, serên ku azad difikirin û dijminên dijmin in dipejirînin, serên medî û zerdeştî, serên tije ronî û zanatî. Serên dijmijokdar û dijasîmîlasyon, serên dijkoletî…Serên ku bi tu awayî nayên xapandin, serên hişk û bilind ên ku di Kî Ne Em de digihîjin asîman…
Yanî em û kum û kolos behsa serên welê dikin, ne behsa serên ku dibêjin, de way em deşîfre bûn, madem ku em deşîfre bûn em çend, hevokên xapînok badin, di pişt çend perdeyên din de xwe veşêrin û dîsa wek xwe û ji boy xwe bimeşin lê dev ji gotin û armancên mezin jî bernedin. Na, serên wiha ne tenê ne, layiqê kum û kolosan nîn in lê layîqî silavek jî nîn in. Lazim e ku êdî nikaribin silavekê jî bistînin, ne erk û peywîrên bîr û baweriyê.
Îja gelî serên tije aqil û rûmet, win hûn bin kum û kolosên xwe ji kesî re nehêlin û ne ji bo wan ji bo xwe û doza xwe, wan deynin, xwe bigîhîjînin biryar û hêzdariyên bilind û dîsa wan, yanî kum û kolosan bidin serê xwe û nema rê bidin sîmsar û otokolonyalîstan.
Lew heta ku mirov rê bide, mirov jî çi dike bila bike, kî dibe bila bibe, dibe hevkarê/a sûc û gunehan, mehkûmê gazinan dimîne û nema dikare bibe kirde û beşdarekî/ê bi rûmet û serfîraz. Loma jî bila kum û kolosên danandî, seriyan bilind bikin û xwe dîsa li ser wan bi cih bikin.