Dewleta tirk dijminatiya kurdan ji xwe re wek erkeke sereke dibîne. Dewleta ku li ser vê têgehê hatiye avakirin li her deverê bêyî ku cûdahiyê têxe nav, li dijî kurdan êrîşan pêk tîne. Komkujiya Roboskî jî yek ji van êrîşan bû. Tevî ku 10 sal di ser re derbasbû jî ji ber vê komkujiyê heya niha kes nahatiye darizandin û cezakirin.
Beriya niha bi 10 salan 34 zarok û ciwanên ji gundê Roboskî bi balafirên şer hatin qetilkirin. Dewleta tirk li Kurdistanê bi sedan komkujiyên bi vî rengî pêk anî ye. Lewma wek komkujiyên din kujerê vê komkujiyê jî dewleta tirk a dagirker e. Dewleta ku li Kurdistanê kuştinê bi vî rengî normal dibîne li ber çavê cîhanê sûcê mirovahiyê pêk tîne. Lê ji ber mijar kurd e, kes vê komkujiyê nabîne.
Kuştinên bi vî rengî ji bo tirsandin û tepisandina kurdan bi zanebûn û plankirî tên kirin. Kujerê 34 zarok û ciwanên Roboskî diyar e. Tevî vê jî tu lêpirsîn li ser mijarê nehat kirin; kes nehat cezakirin. Ji ber ku yê ferman daye, serkêşê dewletê bi xwe ne. Bi vê komkujiyê hewl dan ku çavê gelê kurd bitirsînin.
Di sala 2006’an de dema ku li Amedê gel rabû serhildanê digot, ‘zarok jî bin jin jî bin çi pêwîst be wê li dijî wan bê kirin’. Piştî van gotinan gelek zarok hatin qetilkirin. Heman zîhniyet li Roboskî xwe da der. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, pirsgirêka kurd neyê çareserkirin û hesabên komkujiyên bi vî rengî neyên pirsîn, komkujiyên wiha wê dewam bikin.
Dewleta tirk li seranserê Kurdistanê kuştina kurdan ji bo serweriya xwe wek maf dibîne. Êrîşên li ser Şengal, Rojava, Mexmûr û başûrê Kurdistanê jî bi vê têgehê ve girêdayî ye. Di van êrîşan de sivîl tên qetilkirin.
Ji bo van êrîşên xwe rewa yan jî di van êrîşan de xwe mafdar derbixe serî li hemû qirêjiyan dide. Ji bo malbatên qurbaniyan li mafê xwe û edaletê negerin pêşî li wan digre û hewl dide doza wan ya lêgerîna edealetê vala derbixe. Her çendî bi piştgiriya sazî û rêxistinên civaka sivîl dengê malbatên komkujiya Roboskî hatiye bihîstin jî heya niha ji bo edelatê tu gav nehatine avêtin û ji bo vî sûcê dijmirov kes nehatiye cezakirin. Ev jî bi awayekî vekirî bêedaletiya li Tirkiyeyê radixe ber çavan.
Melbatên Roboskî tevî hemû astengî û zextan jî ji doza xwe gav paş ve navêjin û doza cezakirina kujeran dikin. Li şûna kujer bên darizandin û cezakirin, malbatên bi rêyên rewa doza edaletê dikin tên cezakirn. Bi van cezayan hewil didin malbatan bi tenê bihêlin û doza wan ya lêgerîna edaletê vala derbixin.
Ger di komkujiya Roboskî de perdeya li ser bûyerê rabe wê rastî derkeve holê û kesên ku fermana vê kumkujiyê dane wê bên aşkerakirin. Ji ber ku kesên li ser postên desthilatdariyê rûniştine xwediyê vê fermanê ne, nahêlin rastî derkeve holê.
Divê hêzên navnetewî di rastiya komkujiya Roboskî de êrîşên li dijî komkujiyên li dijî gelê kurd tên kirin bibîne. Ji aliyekî ve divê bê zanîn ku berpirsên komkujiya Roboskî aliyên peymana Lozan îmze kirine. Hêzên xeta sînor di nava Kurdistanê de kişandine û bûne sedem ku gelê kurd li ser axa xwe bibin biyanî sûcdar in.
Desthialtdariya ku komkujiya Roboskî kir û da kirin, ji vê têgehê sûdê werdigire. Eger li dijî vê têgehê têkoşîn neyê xurtkirin, wê kurd hertim rastî komkujiyan bên. Polîtîkaya bêcezahiştinê wê dewam bike, wê kurd jî timî bên kuştin.
Kujerên komkujiya Roboskî nehatin cezakirin