Li navçeya Kerboran a Mêrdînê, di navbera 29’ê cotmeha sala 1995’an û 8’ê adara 1996’an de 3 jê zarok bi giştî 7 sivîl û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Piştî 18 salan derbarê bûyerê de doz li 18 bersûcan hatibû vekirin.
Di dozê de Fermandarê Tabûra Komandayên Cendirmeyan a Mêrdînê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî yê Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn bi sedema “Kuştina bi zanebûn” dihatin darizandin.
Bi hinceta “ewlehiyê” doz li 1’emîn Dagdeha Cezayên Giran a Semsûrê dihat dîtin. Herî dawî danişîna biryarê ya dozê di 4’ê tîrmehê de hat dîtin û derbarê 18 bersûcan de bi angaşta ku “delîleke ku têkiliya bersûcan bi van bûyeran re nîşan bide tuneye” biryara beraetê da. Ev biryar bû sedema bertekan û di serî de kurd gelek derdoran ji ber biryarê daraza tirk şermezar kir û daxwaza cezakirina bersûcan kirin.
Bavê zarokê 12 salî Davût Altinkaynak Abdûlazîz Altinkaynak û birayê Seyhan Dogan Hiznî Dogan ku di bûyerê de hatibûn windakirin, derbarê encama dozê de ji rojnameya me re axivîn û bertekên xwe anîn ziman.
Xwestin malbatê jî îşkence bikin
Abdûlazîz Altinkaynak, encama dozê bi bîr xist û diyar kir ku edaleta ku ew li digeriyan ne ev edalet bûye û wiha got: “Piştî 18 salan di sala 2014’an de ev doz vekirin. Piştî demek şûnde bi hincetên ewlehiyê dosyayê şandin Semsûrê. Mebesta wan ne ewlehiya dozê bû, wan dixwest ku malbat careke din bi îşkenceyê re rû bi rû bimîne û dev ji doza xwe berdin. Di îşkencexaneyên ku ji bo kurdan vekirin de Davût jî qetil kirin. Davût di îşkenceya asqiya Filistînê re derbas kirin.”
‘Em ê rêyên hiqûqî bi ceribînin’
Altinkaynak, diyar kir ku rexmî delîlên li ber destê wan jî dadgehê biryareke bêhiqûqî daye û ev tişt anîn ziman: “Dozger û dadgerên dozê parêzeriya van kujeran dikirin. Dewletê jî ew diparastin. Di cihanê de mînakên wisa nînin. Kurê min hê zarokek 12 salî bû. Lê çav berdabûn vî zarokî jî. Me hêvî dikir ku di vê danişîna dawiyê de ev kujer bên cezakirin lê mixabin edaletê bê edaletî kir. Em ê heta dawiyê hemû rêyên hiqûqî bi ceribînin û heta Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biçin.”
Cenazeyan nêzî qereqolê dîtine
Birayê Seyhan Dogan Hiznî Dogan jî bi lêv kir ku li Tirkiyeyê ji bo kurdan hiqûq tuneye û wiha axivî: “Di sala 1995’an de dewletê Seyhan û kesên li cem wî bi îşkencekirinê kuştin û cenazeyên wan avêtin gundên ku ji xwe re weke ‘herêma ewlehiyê’ îlan kiribûn. Di navbera cihê ku me cenazeyên wan dît û qereqolê de 150 metre hebû. Me bi îtirafa çawisê pispor Bîlal Batir cenazeyê Suleyman Seyhan dît. Ji ber ku ev çawiş cihê cenaze ji malbatê re aşkera kir wî jî dan windakirin.”
‘Em ê qebûl nekin’
Di berdewamê de Dogan, destnîşan kir ku ji roja ku xizmên wan winda bûne li pey doza wan in û ev tişt gotin: “Me hêvî dikir ku kujer ceza bigirin lê bi biryara ku hate dayîn matmayî neman. Lewre dewlet her dem kujeran diparêze. Ev komkujî li kîjan devera cihanê pêk bihata dê kujeran ceza bigirta. Bi beraeta van kujeran me careke din dît ku ne kujer, xizmên wendayan tên cezakirin. Lê ev der Tirkiyeyê û ji bo kurdan hiqûq tuneye. Konsepta ku li kurdan ferz dikin em ê tu carî qebûl nekin û em ê li dijî vê hişmendiyê li ber xwe bidin.”