13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 ‘Kujer xwe li pişt AKP’ê vedişêrin’

Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe re nobeta edaletê didomîne, diyar kir kesên komkujî pêk anîne xwe li pişt AKP’ê vedişêrin û xwest ku AKP helwesta xwe ya vê der barê de zelal bike.

Di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê, xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Baran êrîşî dikana malbata Şenyaşar kirin û 3 ferdên malbatê li dikanê û Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê kuştin. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di êrîşî de hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku di êrîşî de bibirîndarî xelas bû di 9’ê adara 2021’an de li li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta malbata Şenyaşar di roja 611’an de berdewam kir. Tevî şilî û hewaya sar jî malbat ji Pirsûsê hat ber Edliyeyê û dest bi nobeta xwe kir.

Di nobetê de Ferît Şenyaşar axivî û ev tişt gotin: “Doza me ne doza kurd û tirkan e ne jî doza partiyekê ye. Doza me bi tevahî mirovî ye. Her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im divê ku li vê xwedî derkeve. Di doznameya der barê êrîşa li nexweşxaneyê de hatiye amadekirin de qeydên qamerayan tunene. Li holê sûcekî mirovahiyê heye. Divê sûcdar bên cezakirin. Tevî demsala zivistanê jî dayika min di berdewamkirina nobetê de bi israr e. Dayika min dibêje ku heta edalet pêk neyê, kurê wê yê girtî neyê berdan wê ji ber derê edliyeyê veneqete. Daxwazên me tev jî hiqûqî ne. Em li bendê ne ku edalet cihê xwe bibîne. Heta ku edalet pêk neyê em ê ji ber derê edliyeyê neçin.”

Di berdewama axaftina xwe de Şenyaşar, diyar kir ku kesên komkujî pêk anîne xwe li pişt partiya desthilatê vedişêrîn û axaftina xwe bi van gotinan  bi dawî kir: “Divê ku di vê mijarê de AKP helwesteke zelal deyne holê. Kesên xwedî rûmet divê li vê daxwazê xwedî derkevin. Heta ku AKP di vê mijarê de helwesta xwe zelal daneyne holê wê nikaribe derkeve nav gelê Rihayê. Em daxwaz dikin ku demildest edalet pêk were.”