Narîn Guran a 8 salî li gundê Çulî yê navçeya Amedê Rezanê 21’ê tebaxê hatibû windakirin. Piştî 19 rojan cenazeyê Narîna biçûk li çemê kîlometroyek dûrî gund bi awayekî kuştî di nava kîsekî de hat dîtin. Ev hovîtî ne tenê li Tirkiyê li seranserê cîhanê bû yek ji mijarên herî zêdê tê nîqaşkirin. Bi vê bûyerê re nîqaşên li ser hevkariya dewleta tirk û Huda Par ango Hizbûlkontra jî ji nû ve kete rojevê.
Lêpirsîna li ser qetilkirina Narîna bûçûk dewam dike. Di serî de apê wê Salim Guran û hin kesêndin weke kujer tên darizandin. Lê hîn gelek pirsên Li vî gundî çi heye? Dewlet li vî gundî bi israr çi vedişêre û diparêze? Gelo Narîn depoya çekên Hizbulkonrayê dît? Tevî ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye çawa dibe ku îfade ji çapemeniyê re hatin parvekirin? Narîn çawa hate qetilkirin, kê ew qetil kir? Çima kujer tên parastin? Mirov dikare van pirsan zê de bike. Lê ez bawerim ji bo siyaseta qirêj a dewleta Tirk a li vî gundî bê famkirin ev pirs têrkerin.
Bêgûman ji bo mirov vê mijarê baş fam bike divê em li avabûna rêxitsinbûyina Hizbulkontra û sedemên ku hatine avakirin binirxîne. Di salên 90’î de Hizbûlkontra ji aliyê JÎTEM’ê hat avakirin. Bi taybet ev pêkhateya terorîst di nava civakê de li ser ol xwe bi rêxistin kir. Li Bakurê Kurdistanê bi hevkariya JÎTEM’ê gelek cinayet pêk anîn.
Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu beriya hilbijartinên giştî yên 14’ê gulana 2023’yan de ji bo tifaqa bi Huda Parê re gotibû “encama aqilê dewletê ye” û ev tişt anîbû ziman: “Heke me Huda Par bi tenê bihişta wê me çi kiribûya. Encama vê tifaqê wê di nava 10 salên pêş de baş bên dîtin. Hemleyeke stratejîk a dewletê ye.” Rêxistinbûyina ku Soylu behsa wê dikir, îro bi kiryarên xwe yên dermirovî di rojevê de ye. Bêgûman Huda-Par, weke baskê siyasî yê Hizbûlkonra ku di 1990’î de bi girêkên beraz, îşkence û êrişên bisatoran dihat naskirin. Gelek siyasetmedar û rojnameger qetilkirin. Siyasetmedara kurd Mehmet Sîncar û rojnameger Cengîz Altûn jî tenê du kes ji wan bûn ên ji hêla vê rêxistina kontrayê ve hatin qetilkirin.
Tifaqa deshilata AKP-MHP’ê bi Hizbûlkonrayê re, ne nû ye. Helbet tifaqa qirêj û tarî îro nehat avakirin. Bi taybet serhildana 6-8’ê cotmeha 2014’an de deshilata AKP’ê xwe nêzî Hizbûlkontra kir. Hizbûlkontra di çarçoveya vê hevkariyê de wê demê 46 Kurdên welatparêz qetil kir. Tifaqa van herdu hêzên cêwî di 2018-2019’an de hineke din hat xurtkirin. Hingê Erdogan talîmat da dadgeriya xwe û xwest 58 endam û rêveberên Hizbûlahê bên berdan. Li ser vê daxwazê tevî ku derbarê van kontrayên ji ber qetilkirina 183 welatparêzan cezayê muebetê lê hatibû birîn û ev biryar ji Yargitayê jî hatibû erê kirin, li ser fermana Erdoganê faşist hatin berdan.
Ya balkêş ew e ku ev kontrayên ku tetîk-kêşiya dewleta Tirk kirin di îfadeyên dozgeriyê de jî li cînayetan mikur hatibûn. Tevî van mikurhatinan û ceza li wan hatî birîn ev tetîk-kêş weke ku li dijî civakê qet tiştek nekiribin bi fermana şefê rêjîma faşîst Erdogan bi mehkemeyên formalîte hatin darizandin û berdan. Despêkê ji bo rêya tahliyeya wan bê vekirin, înfaza cezayê wan hat sekinandin û li pey hev hatin berdan. Piştî van gavên ku Erdogan avêtin, di 2018’an de ji bo hilbijartinên serok-komariyê û di sala 2019’an de jî di hilbijartinên xwecihî Huda Parê destek da AKP’ê. Serekê kontrayan ku serokatiya Huda Parê dike di lîsteya AKP’ê de li Stenbolê li herêma 3’yan di rêza bê hilbijartin de hat nîşandan. Ev kesê xwe firoş û tetîk-kêşê dewletê dixwaze vê tifaqê mezin bike. Lewma komeke ji tetîk-kêşên Hizbulkontrayê jî di sala 2011’an de bi talîmata Erdogan hatibûn berdan.
Bêguman di vir de divê em ji nû ve rêxistinbûyina JÎTEM’ê ya li herêmê û gotinên Suleyman Soylu jî ji bîr nekin. Ev hemû di nava hev de ne û di çarçovaya heman planê de ev siyaseta qirêj tê meşandin. Lewma em bûyera li gundê Çulî yê navçeya Amedê Rezanê qewimiye jî nikarin ji vê siyasetê cûda bigrin dest. Ji ber ku tavahiya gund endamên Hizbûlkonrayê ne di vir de bi erêkirin û hayedarkirina dewleta tirk bûyerek qirêj qewimiye. Ji xwe çend roj berê derket holê ku apê Narîn Guran, Salim Guranê ku bi îdîaya kuştina bi qastî niha girtiye li meclîsa Tirkiyê serdana parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglu kiriye. Ger em bînin bîra xwe dema ku li gund ev bûyer rû da Ensarîoglu gotibû: “Hin tiştên ku em dizanin û nikarin bêjin hene. Ji ber ku malbat nêzî meye divê em biparêzin.” Raste malbata nêzî wan e ji ber ku ew jî di nava tora Hizbulkonrayê de ye. Lê ev mikurhatin û serdana li ser Ensarîoglu tiştekî din ji me re dibêje. Wisa diyare ku tev gora qirêj li dora Ensarîoglu li vir şekil digire. Di vir de divê em vê pirsê jî bikin. Gelo Ensarîoglu çiqas di nava sûcên li dijî siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan û welatparêzên kurd de cih girtiye? Têkîliyên wê yên bi JÎTEM’ê re çine ku bi salane AKP nikare devê berde?
Wisa diyare ku Narîna biçûk bû qurbana vê tifaqa qirêj. Di vir de sûcdar gelek in. Lê sûçdarê mezin dewlet û komên terorîst ên ku jê re tetîk-kêşiye dikin in. Divê ev bûyer vijdanê civakê têxe hereketê û li himberî van sûcan êdî kes bêdeng nemîne. Ji ber ku wisa diyar e van kesên deshilatdariya xwe li ser xwîna gel dane avakirin, ji bo rehetiya wan xira nebe wê gelek xwînê birîjînin. Ji ber vê yekê li himberî van, hêza herî xurt û mezin civak bi xwe ye. Edaleta civakê dikare pêşî li van planên qirêj bigire. Naxwe ne edaleta dewletê ne jî edaleta desthilata faşîst û qiker wê ji van sûcan re bêje êdî bes e.