12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kuçeyên Sûrê

Dema behsa bajarê Amedê tê kirin, yekser navçeya Sûrê û kuçeyên wê yên teng û kevirîn têne bîra mirovan. Di nav kuçeyên Sûrê de dema mirov digere pirsa ‘Gelo pêşiyên me bi çi mebestê ev kuçe teng çêkirine?’ tê bîra mirov.

Li te digerim, li xwe digerim di nav kuçeyên teng û bi star de. Li stargehekê digerim, min bihewîne. Di nava dilê dîrokekê de terpeterpa dilê min e, deriyên xwe veke. Amed… Ka bêje çend evîn, çend hêsir, êş, xem û hêvî veşartî ne di kuçeyên teng ên Sûrê de.

Xwezaya her welatekî bandoreke zêde li ser avaniya bajar û gundên wê dike. Li Kurdistanê her bajarek bi taybetiyên xwezayê hatiye xemilandin. Mîmariyên bajaran li gor derfetên derdorê hatine sêwirandin.

Amed yek ji wan bajarên girîng ên Kurdistanê ye ku bandora xwezaya bi awayekî şênber derdikeve pêşberî mirovan. Malên kevirî yên bajêr mînaka herî ber bi çav in. Ji bilî malan kuçe û kolanên bajêr jî sûd ji xwezayê wergirtine. Heta mirov dikare bêje ku ji ber parastina xwezayê dîsa ji xwezayê sûd wergirtine.

Dema behsa bajarê Amedê tê kirin, yekser navçeya Sûrê û kuçeyên wê yên teng û kevirîn têne bîra mirovan. Di nav kuçeyên Sûrê de dema mirov digere pirseke girîng tê bîra mirov. Gelo pêşiyên me bi çi mebestê ev kuçe teng çêkirine?

Her çiqas nehatibe piştrastkirin jî, li gor texmînên lêkolîneran kûçeyên teng ên Sûrê ji bo parastina dijwar a rojê hatine çêkirin. Tê zanîn ku mehên havînê yên Amedê pir germ in. Di nîvê rojê de mirov ji germa nikarin derkevin derve. Ji ber vê yekê pêşiyên me fikirîne ku heke malan nêzîkî hev ava bikin wê siya wan bigihêje hev. Bi vî awayî di kuçeyan de wê sî hebe û mirov wê karibin danê nîvro derkevin derve.

Ji vê yekê dîsa derdikeve holê ku bajar pirî caran li gor pêdiviyên şêniyên herêman têne avakirin. Lê belê dîsa jî mirov nikare bibêje teqez bi vê mebestê kuçeyên Sûrê teng hatine avakirin. Dibe ku ji bo parastina êrîşan jî hatibin avakirin. Ji ber ku di wan serdeman de xweparastina di kûçeyên teng de hêsantir e.

Mebesta pêşiyan di roja me de bûye dîrokeke nenivîskî û li pêşberî mirovan e. Serdêrên ku têne bajêr berî her tiştî pêşî berê xwe didin kuçeyên Sûrê. Ne tenê serdêr, her wiha şêniyên bajêr jî dema ku bixwazin bigerin di nav kuçeyên dîrokî de digerin.

Da ku mirov bandora xwezayê ya li ser bajêr bibîne hewce ye ku em behsa avakirina malan û kuçeyan jî bikin. Mal û kuçeyên Sûrê ji kevirên bazalt hatine avakirin. Em hinekî din jî bi paş de herin û em li dîroka kevirên bazalt jî binêrin.

Di navbera Amed û Rihayê de çiyayê volkanîk ê Qerecdaxê cih digire. Piştî ku çiyayê volkanîk diteqe û sar dibe û li derdora çiyê bermahiyên volkanîk dimînin. Kevirên hişk, qayîm û xwedî taybetiyên xweser derdikevin holê. Welatiyan jî ji taybetiyên van keviran sûd wergirtine û malên xwe bi van kevirên bazalt ava kirine. Kevirên reş zivistanan hundirê malan germ digirin û havînan jî hênîk dikin. Ji germê û ji sermayê parastineke xwezayî derketiye holê. Dibe ku ev taybetiya kevirên bazalt bandorê li kûçeyan bi xwe jî bike. Da ku ev were zanîn pêwist e mirov berê xwe bide kuçeyên Sûrê û wê atmosferê bixwe bijî.

Çand û dîroka bindestan her tim dibin qadên sereke yên desthilatdaran. Mixabin kuçeyên Sûrê jî para xwe ji vê hişmendiyê wergirtin di demeke nêzîk de. Beşeke mezin a Sûrê di demeke nêzîk de bi êrîşên desthilatdariyê hatin hilweşandin. Bi sedan heta bi hezaran welatî neçar man ku bêyî ku xatirê xwe ji dîroka xwe bixwazin koç kirin. Bi sedan mal hatin hilweşandin. Bîranînên welatiyan hatin binaxkirin. Dîrokek li pêşberî mirovahiyê roj bi roj, kevir bi kevir hilweşiya.

Ji dêvla malên dîrokî malên nû hatin çêkirin ku texlîta malên dîrokî bûn. Dilê welatiyan ranedigirt ku berê xwe bidin wan kûçeyan. Dîrokek pêşkeşî berjewendiyên aborî yên desthilatdaran kirin. Welatî tu caran ji Sûrê nexeyidîn û berê xwe jê neguherandin. Belê welatî êdî ne dîrokê, êşên xwe dibînin. Sebra welatiyan bûye beşa nehatiye hilweşandin a Sûrê.

Birîna kuçeyên Sûrê hê jî diêşe û diêşîne. Lê li aliyê din hê jî welatî di pey dîroka xwe de ne. Hê jî li xwe, li bîranînên û dîroka xwe xwedî derdikevin. Ev serhildaneke bêdeng e, berxwedaneke bêdeng e. Ne hewce ye ku Amedî biaxivin û serboriya Sûrê bi lêv bikin… Serê sibehekê hûn jî berê xwe bidin kuçeyên Sûrê, di nav kûçeyên teng de winda bibin, bêhna taxê hîs bikin, bala xwe bidin awirên dayikan. Ber êvarkî bikevin temaşeya xatirxwestina rojê ya ji kevirên Sûrê û wî rengê wê yê newaze.