Di demekê de ku Lubnanê di nava krîzeke aborî ya mezin de ye û pereyên wê gelekî daketine, dîsa mijara penaberên Sûriyeyê kete rojevê. Serokê Libnanê Mîşêl Ewin banga xwe ya ji bo civaka Navneteweyî dubare kir ku pirsgirêka penaberên Sûriyeyê were çareserkirin.
Mîşêl Ewin îro di hevdîtina xwe ya bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî re got ku ew êdî nema dikarin penaberên ji Sûriyeyê tên, bihewînin û divê ew vegerin welatê xwe.
Wekî tê zanîn gelek caran hikûmeta Lubnanê ev bang li Neteweyên Yekbûyî kiriye lê her carê Neteweyên Yekbûyî bersiva vê yekê wiha dane: “ Heta ku vegereke bi ewle ji bo wan penaberan peyda nebe, ew nikarin van penaberan li Sûriyeyê vegerînin”.