Doh danê sibehê li ser sînorê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de dîsa şer û pevçûn dest pê kirin û her aliyekî berpirsiyarî avête ser aliyê din. Di encama vî şerî de dîsa bi dehan leşkerên herdu aliyan hatin kuştin.
Bi destpêkê vî şerî de serokwezîrê Ermenistanê li serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn geriya û gilî destdirêjiya Azerbeycanê kir. Roja din herdu aliyan li ser agirbestekê li hev kir.
Îro wezareta karên derve ya Rûsyayê daxuyaniyek der barê mijarê de da û got ku ew bi herdu aliyan re di nava têkiliyê de ne.
Hêjayî gotinê ye ku Azerbeycan û Ermenistanê piştî şerê Kerebaxê di 10’ê mijdara 2020’an de bi navbênkariya Rûsyayê peymana agirbestekê imzekiribûn.