Kuba… Rûbera wê 110 hezar km çargoşe ye. Nexşeya wê dirêj û kêmber e; ango hezar û 100 km dirêj e û li derdora 100 km’yî jî bi ber e. Nexşeya Kubayê, nola hûtekî deryayê xwe daye ber devê kendava Meksîkayê. Serjimara wê, nêzî dowazde milyonan e. Hinek ji gelê Kubayê, mirovên çermsipî ne, hinek çermreş in û hinek jî dureh in. Pergala wê komara sosyalîst e û bi nîv-serokatî tê rêvebirin. Zimanê wê yê fermî spanyolî ye. Diravê wê, pesos e.
Ev agahiyên li jorê yên Wikipediyayê ne. Her fanî, ango her mir(î)hov dikare zêdetir jê fêr bibe.
Heta beriya kifşa kaşîf Kristof Kolomb, niştecihê vê parzemînê jî, di cîhana xwe de dijiyan. Lê piştî kifşa Kristof Kolombê şeyda, çehreya ango çahv-rûyê niştecihê vê parzemînê ji binî ve diguherîne. Lewra beriya 500 salan, hatibû famkirin ku cîhana me glover e. Loma jî tu ji kîjan xala rûzemîna cîhanê bi rê biketayî, tu dê li dora goga cîhanê bizîviriyayî û tu dê careke din bihatayî xala xwe ya destpêkê. Yê ku ev yek di piratîkê de piştrast kiribû, deryager Ferdinand Magelan û berdestiyê wî yê bi navê Juan Sebastian Elcanode bû. Bi vî awayî êdî tu fikara deryagerekî nemabû; çiqas dûr biçûya jî, ew ê ji cîhanê de neketa valahiya jêr. Krisof Kolomb jî wiha kir. Ji bo kurtebir xwe bigihîne Hindê/Hindîistanê, di sala 1492’an de, bi sê keştiyan derdikevin rê û bi awayekî lêrasthatî, derdikeve giraveke Bahamayê, piştre jî, derdikeve Kubayê. Gava Kristof Kolom çav li vê parzemînê û xelkê niştecihê wê dikeve, dibêje ev der Hindîstane û ev xelkê hanê jî hindistanî ye. Heta Kristof Kolomb, li vegerê çend kesên niştecihê vê parzemînê, li gel hinek riwekên cuda bi xwe re tîne Spanyayê.
Di ser kifşa Kristof Kolomb re heft sal derbas dibe. Bêyî pê bizanibe ew devera wî kifş kiriye ne Hindistane, cihaneke cuda ye. Ev kaşîfê şeyda dimire û pê nizane ka wî çi xaxek mezin kiriye. Bi vî awayî, raza xwe jî bi xwe re dibe diyarê mirinê, axa kendal û goran.
Piştî Kristof Kolomb dimire, deryager û bazirganê bi navê Amerigo Vespucî derdikeve parzemîna Amerikayê û tê derdixîne ev ne Hindistan e. Amerigo Vespucî dibêje “ ev cîhaneke nû ye” Paşê navê xwe li vê parzemînê dike û ew ê heta hetayê navê vê parzemînê bimîne Amerîka.
Ev tesbîta Amerigo Vespucî, meraqeke mezin bi xwe re tîne. Êdî deryagerên ku bi werîsan nedihatin zeftê, ew jî bi tiving, bi top û bi şûrên jipola, li gel leşkerekî giran û bi hespên cengê, berê xwe didin vê parzemînê. Serkêşê artêşa talanê jî du kesên ji hêla keyaniya Spanyayê ve hatibû erkdarkirin, ên bi navê Francisca Pizaro û xizmê xwe Hernan Cortes bûn. Van her du kesên hanê, her yek komeke leşkerên giran didin dû xwe û her yek berê xwe didin devereke cuda ya parzemîna Amerikayê.
Sîlehên di destê leşkerên spanyolî de û yên di destê xwecihiyên parzemîna Amerîkayê de, bi qasî li hev neyê miqayesekirin takêşî hev nebûn; di navbera wan de, sê hezar sal hebûn. Lewra ev parzemîna hanê, hîna di serdema bironzê de bûn. Li beramberî wan jî, artêşa Spanyayê, bi sîlehên nûjen rapêçayî derketibûn li pêşberî wan. Ji xwe gava xelkên xwecihî çav li wê ezameta wan, heytehoya wan û nexasim jî ajalên di bin wan de ku ew ê paşê bizanibin navê wan hesp in dikevin, diqutifin. Loma jî wan wekî yezdanan dihebînin û bi reqs û stranên xweser ên aîdî xwe, wan pêşwazî dikin. Hesab bikin… Niha ji nişka ve fezayî derkevin pêşberî mirovan, dê ne bi qasî derketina Siwariyên Pîzzaro û Coteks bi heybet bin. Loma jî xwarin û vexwarinên herî nîrxdar ji wan re pêşkêş kirine û ew li ser serê xwe hebandine. Heta ew wekî yezdanan hebandine.
Belengazan çi zanîbûn “yezdanan” mirina reş ji wan re anîne. Li gel artêşa Pizzaro û Cortes, keşîş jî hebûn. Tew agir ji devê wan keşîşan bariyane û wan risteke gelekî xirab lîstiye. Ev keşîşên dilkevir ên derveyî pîvanên mirovahiyê, futuya “navê van mirovan di Încîlê de tune. Loma jî ev weke mirov nayê hesêb û kuştina wan helal e” dide artêşê. Êh; jixwe artêş jî li pelekî nexwendî digeriya, êdî pelekî nivîsandî û xwendî ketibû destê wan. Hem jî çi pel! Pelê Încîlê. Încîla wateya wê, mizgîn. Lê ji kê re mizgîn dibû bila bibûya, ji xelkên xwecihî yên vê parzemîna Amerîkan re, qet mizgîn neanîbû; ji wan re xebera reş anîbû û mirina tahl anîbû. Lewra keşîşê ola xirîstiyanan, li gorî Încîlê ferman li xelkên vê parzemînê rakiribûn.
Mêtîngerên spanyolî, ji hêlekê bi tivingên xwe yên xofdar mirin li wan mirovên hay û baya wan ji sîlehên teqîner tune bûn, dibarand. Nola ev tivingên wan ên mirin ji lûleyên wan dipengizîn ne nas be, di ser de jî bizirê nexweşiyên xwe yên têger û kujende, berdide nava wan. Bi vî awayî cendekên bîst mîlyon mirovan, fer bi fer, cot bi cot, qefle bi qefle di ser hev de li erdê dixin û lêmişta cendekên mirovên bêguneh, li gelî û newalan li ser hev dibin lod. Di demajoya dîroka mirovahiyê de, heta hingê bobelateke wisa nehatibû dîtin, ne jî hatibû bihîstin.
Talankarên spanyolî, bi vî awayî, sersanserê vê parzemînê dixin bin nîrê mêtîngeriya xwe û keştiyên deryager ên spanyolan, leqa leqa ji talana zêr û zîvên Înkayiyan dagirtî, tînin dikşînin Spanyayê. Her keştiya dihat lengergeh/lîmana Spanyayê, yekûna xelkê bajêr, ew keştiya ji talanê seriyên bixwîn dagirtî, pêşwazî dikir û bi reqsa xwe ya Flamenko, li ser nenûkan direqisîn.
Belê… Spanyolî vê parzemînê vedigirin û dixin bin mêtîngeriya xwe lê hema ji çi re ye qey!? Parzemîneke seranser ji mirovên xwediyên xwe xalî. Nola gotina pêşiyan, dibêje: “navê giran/warê wêran!”
Êdî ne tenê spanyolî, her wiha portekîzî û di piştre jî van dewletên Ewrûpayê yên din jî, parzemîna Amerîkayê dikin lotikxaneya berdêberdayî; çiqas diz, keleş, kujer û mirovên wan ên şeyda hebûn, yekûna wan li keştiyan siwar dikin û berê wan didin vê parzemîna nûkifşkirî. Her yek ji wan li wê cîhanê, dibin xwediyê zeviyên bêserûber. Dibin xwediyên lanên mahdenê zêr û zîv, dibin xwediyê zeviyên qamîşê şekir û hwd. Lê problemeke ne di hesêb de rû dide. Ew jî ev e: Li parzemînê mirovên koletiya wan bikin, pir kêm in. Belê hinekên ji ber bobelata Pizaro û Cortes filitîbûn û xwe di berqef asêgehên çiyan de yan jî di nava daristanên Amazonê de veşartibûn, hebûn. Lê zevtkirina wan pir dijwar bû. Her çiqas hinek çermsor hînî vexwarina wîskiyê kirin û hewisandibin xwe jî lê wan çendek çermsoran têrê nedikir. Loma jî diviya bi milyonan kole bi dest xistana. Wan mirovên çavnetêr ên spanyolî, li deverên din ên cîhanê, ketin pey berhevkirina koleyan. Daku wan di zeviyên Amerîkaya bixêrûber de bi kar bînin.
Reşikên Afrîkaya başûr
Li parzemîna Amerîkayê, yek ji welatê herî bixêr û ber, zir-girava Kubayê bû. Lewra qamîşê şekir ê di xaka wê ya nola hinê hûr û ew çend jî bi ber de şîndihat, têra çend welatan dikir. Her axayekî spanyolî, nola dinyanedîtan, dest danîbûn li ser herêmê. Li Kubayê, ji Santîagoyê bigire heta paytext Hawanayê tev, li hev du parve kiribûn. Ne tenê Kuba, her wiha seranserê parzemîna Amerîkaya ne serî hebû ne jî binî, wanî li hev parve kiribûn. Di vê navberê de, dewletên Ewropayê yên wekî din jî xwe digihînin ser talanê û ew jî nola ajalên dirinde, çawa dikumişin ser berateyan, wanî dikumişîn ser mal û milkê parzemînê.
Belê… Senyorên spanyolî, ango axayên spanyolî, her yek bûbû xwedî zeviyên qamîşên şekir ên ne serî hebû, ne jî binî. Lê ka ew qas çotkarên û paleyên ku bikaribin ev çend zevî hilînin û daynin?
Bazirganên spanyolî, mecalê di geşkirina kevneşopiyeke berê de dibînin. Ev kevneşopî, di heman demê de rûreşiya dîrokê bû jî. Bazirganan, dest bi kolekirina mirovan kiribû. Lê her dera cîhanê bi xwedî bû. Ango her bihosteke xaka cîhanê, ji hêla mêtîgeran ve hatibû parvekirin. Tenê Afrîqaya başûr û mirovên xwe yên reşik, nehatibû destwerdan. Ka xwedê zane ew jî ji ber ku ti kes newêribû biçe nava wê parzemîna tije ajalên hov ên nola şêr, hirç, keftar û yên din. Loma ew der mabû li derveyî çepera mêtîngeran. Lê, piştî îcada tivingê, êdî tu kesî fikar ji wan ajalên dirînde jî nedikir. Bi vî awayî, bazirganên bêrehm, tivingên xwe yên xofdar hilgirtibûn û derketibûn nêçîra mirovên reşik ên parzemîna Afrîkaya başûr.
Rêbaza bidestxistina koleyan, bi çend cureyan bû. Rêbaza herî bêbext ew bû, hinek şefên qebîleyan jî bûbûn hevalbendên bazirganan û wan şefan, ji qebîleyên dijberî xwe, mirov digirtin û li hemberî şûşeyek wîskî, şûrekî bêkêr, firaxeke gupandî yan jî qumaşekî rengçilmisî difirot bazirganên koleyan. Bazirganan jî, ew mirov nola qurmikên daran, di embarên keştiyan de davêtin ser hev û berê wan didan parzemîna Amerîkayê. Vê rêwîtiyê , derdora du mehan dajot. Ev keştiyên kolehilgirtî, gelek caran tûşî firtoneyên deryayê dihatin. Loma jî, yek caran rêwîtiyê zedetir dajot. Di rewşên wanî aloz de, dexlûdanê wan têrê nedikir. Hingê, wan bazirganên dilkevir, gelek koleyên lawazketî ji nav wan dineqandin û ew di kûrahiya ava sar a okyanûsê werdikirin. Pir nediçû, tavilê ew dibûn para hûtên deryayê. Koleyên bextê wan jî nola rengê bedena wan reş ên sax difilitîn jî, li deverên cuda yên parzemîna nûkifşkirî, dihatin firotin. Girava Kubayê jî, navendeke ji wan navendên kirîn û firotina ew mirovên afrîkayî bûn.
Niha jî werin em bi hev re li vê navendê bigerin û ji roja kifşkirina Krîstof Kolomb heta roja me ya niha, em bi hev re di ser de tîr bibin û demajoya 500 salên vî welatî, wekî panoramîk di ber çavan re derbas bikin.
Der barê vê rêwîtiya dilguvêş de, gelek fîlm jî hatine çêkirin. Yek ji wan fîlman, fîlmê navdar Amîstad e. Fîlm, ji ber bûyereke rastîn ku di sala 1839’an de pêk hatibû, hatiye çêkirin. Amîtas, navê keştiyê ye. Ev keştiya tije kole, ji Kubayê ber bi Amerîkayê ve bi rê dikeve. Koleyên di keştiyê de, radibin serhildanê û muretebatan dîl digrin. Piştre dibe sebebê qeyrana di navbera Spanya û Amerîka yê de. Her wiha li Amerîkany, dibe sebebê şerê navxweyî yê di navbera kesên dijberî koleyan û axayên zeviyên bê serûber. Di heman demê de ev dibe sebebê pêkanîna şoreşa senayiyê jî û dawîlêanîna bazirganiya kirîn û firotina koleyan jî.
Kuba, heta sala 1898’an di bin mêtîngeriya Sapanya de dimîne.
Di nava vê demajoyê de, lehengekî bi navê Jose Martî radibe û agirê şoreşê li hember zilmê geş dike.
Paşê şerê navbera Amerika û Spanya radiweste û Kuba dikeve bin destê Amerîkayê. Piştî wexteke kurt, Kuba ji Amerîka vediqete û dibe dewleteke serbixwe. Lê vê carê, dîktatorekî bi navê Fulgencio Batista radibe dibe bela serê nîştecihên girava Kubayê û giravê dike hêlîna qûmarbaz, kerxanecî û qatlîan. Ew bixwe jî, nola serkêşê kirinên xirabiyê tevdigeriya. Ev dewran, heya sala 1959’an wanî dikudîne. Paşê komek ciwanên xwende, bi pêşengiya Fidel Castro û Ernesto “Che” Guevara yê efsaneyî radibin û textê dîktator Batista werdigerînin.
Ev guherînên ev çend sergêjîner, besta mirovên wêjekar lêrakiye û wan gelek berhemên nemir ji hestên xwe dotine. Di serî de Ernest Miler Hemingway û gelekên din, berhemên niwaze dane û kirine milkê dîrokê. Her wiha derhênerên sînemayê jî, fîlmên weke The Godfather(baba), The Old Man and the Se/Kalemêr û Derya û yên din, ji ber wan berhemên wêjeyê girtine derbasî ser perda spî kirine.
Di xeleka hefteya tê de, em ê li cihên firotina koleyan, zeviyên qamîşê şekir, çiyayên ji şoreşê re bûne hêlîn û deverên ji wêjekarên navdar er bûne mesken, bigerin… (Dê bidome)