Kremlîn derbarê mijara ku dibe Amerîkayê fûzeyên “Patriot” bide Ukraynayê daxuyanî da. Piştî ku medyaya amerîkî nûçeyên ku dibe daxwaza Kîevê ya ji bo bataryayên fûzeyên Patriotê pêk were û Amerîkayê wan fûzeyan bide artêşa Ukraynayê Kremlîn der barê mijarê de daxuyanî da.
Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Kremlîn li benda daxuyaniyên fermî yê li ser vê mijarê ye û wiha got: “Ev hemû raporên medyayî yên der barê radestkirina muhtemel in. Raporên medyayê ne pêbawer in, ji ber vê yekê em ê li bendê bin ku agahiyên fermî bên dayîn.
Peskov bal kişand ser wê yekê û da zanîn heke “Patriot” radestî Kîevê were kirin, dê ew ji artêşa Rûsyayê re bibin hedefên rewa.
CNN roja Sêşemê ragihandibû ku erêkirina dawî ya vê çeka bi kalîte dikare ji vê hefteyê were ragihandin, dema ku wezîrê berevaniya Amerîka Lloyd Austin bisepîne û ji bo erêkirinê bişîne Koşka Spî.
Hêjayî gotinê ye ku di hefteyên borî de Serokê Ukraynayê Vlodomîr Zelenskî bang li paytextên rojavayî kir ku sîstemên nûjen ên berevaniya esmanî ji welatê wî re peyda bikin da ku bikaribe li hember êrîşên tund ên Rûsyayê raweste.