Kovara Psychology Kurdî ku di sala 2016’an de dest bi weşanê kir û ji 4 mehan carekê tê weşandin, destpirtûka bi navê “Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan” çap kir. Destpirtûk bi edîtoriya Abdulsittar Ozmen û Siyabend Aslan hatiye amadekirin û bi piştgiriya Institut for Transcultural Health Science, BW, Stuttgart û Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan Kizilhan hatiye çapkirin.
Di destpirtûkê de pisporên tendirustiya derûnî xwestine li ser çend xalên girîng rawestin ku mirov di wan rewşên karesat û bobelatan de hay ji bertek, nîşêt û rêyên xweparastinê hebin da ku hem ji bo xwe û hem ji bo derdora xwe bibin alîkar. Pisporên tendirustiya derûnî ku di amadekariya vê destpirtûkê de cih girtine dixwazin ku ev xebat bigihîje ber destê gelek kesan û gelek kes ji vê pirtûkê sûd werbigirin.
Mijarên destpirtûkê
Destpirtûk li ser van mijaran radiweste:
– Bertekên derûnî yên piştî karesatan
– Agahdarkirina civakê derbarê karesatan » Perwerdehiya derûnî ya piştî karesatan
– Stresa trawmatîk û bandora wê
– Şîna trawmatîk û pêvajoya şînê ya piştî erdhejê
– Rêbazên serederîkirina stres û rageşiyê » Bertekên zarokan yên piştî erdhejê
– Vegotina erdhejê ji zarokan re
– Bertekên şînê bi zarokan re û hin pêşniyaz bo malbatan
– Bikaranîna made, derman û alkolê piştî trawmayên girseyî
– Ragihandina xebera ne baş û mirinê bo xebatkarên tendirustiyê
– Xweparastina xebatkarên tendirustiya derûnî piştî karesatan
– Ragihandina nûçeyên trawmayê û rewşa xebatkarên tendirustiya derûnî di çapemeniyê de
Kesên ji bo destpirtûkê nivîsandine
Kesên ku bi nivîsên xwe ji bo amadekirina destpirtûkê bûne alîkar qadên wan ên pisporiyê û navê wan wiha ne: Psîkiyatrîst Azad Dildar, Psîkiyatrîstê Zarok û Kamilan Veysî Çerî, Pispora Xizmeta Civakî Gulperî Gunduz, Derûnnas Rozerîn Yildirim, Psîkoterapîst û Trawmatolog Pirşeng Omar Ahmad, Derûnnas Siyabend Aslan, Derûnnas Samed Dogan, Pisporê Xizmeta Civakî Abdullatîf Meşe, Derûnnas Hasan Ozturk, Derûnnas Hasan Elçeoglû.
Kesên bixwazin dikarin ji vê lînkê xwe bigihînin destpirtûkê:
https://drive.google.com/file/d/11GLs8GHSxULsWnNSE2z0475NCh6Avatn/view?usp=sharing