Hejmara 143yan a kovara Jinê bi manşeta “Di 25ê Mijdarê de em îradeya jiyana azad mezin dikin” derket. Di hejmara nû de wateya dîrokî û polîtîk a 25ê Mijdarê, xeta berxwedanê ya tevgera jinên kurd, pratîkên jiyana azad û kolektîf û gelek mijarên din hatin nirxandin.
Nivîsên di hejmara nû de ev in:
* Di têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de pêvajoya dîrokî: Ji gava ewil heta îro / Canan Gullu
* Qêrîna bêdeng a şeş jinan: Di têkoşîna wekhevî û azadiyê de qonaxeke nû / Damla Bagci
* Rûyê dewletê yê neguher ê li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan / Halîde Turkoglû
* Li pey şopa jiyaneke bêtundî û azad: Dengê jinê yê di 25’ê Mijdarê de bilind dibe / Denîz Abukan
* Ev şeş sal in heman pirs: Gulistan Doku li ku derê ye? Fîdan Ataselîm
* Têkoşîna li dijî tundiya ser jinê / ceribandineke jêpirsînê / Mukaddes Erdogdû Çelîk
