Hejmara 59’emîn a Kovara Jînê ku heftena weşana xwe dike, bi manşeta “Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn” derket. Di vê hejmarê de kovar balê dikişîne ser têkoşîna jinan ka bi piştevaniya jinan çawa xurtir û belavtir dibe.
Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:
Di Rêya 3’yemîn a jinan de bandora dîplomasiyê – Hêza tifaqê / Rûşen Seydaoglû
Têkoşîna azadiyê ya yekbûyî ya jinên cîhanê / Delal Erol
Niha dema avakirina jiyana nû ya demokratîk a bi tifaqa jinan e / Canan Çalagan
Tevgera jinên kurd û polîtîkayên tifaqa jinê / Dîlan Dîrayet Taşdemîr
Gelo baviksalarî jinan ji hev parçe dike? Girîngiya piştevanyê / Damini Mehta – Werger: Koma Kovara Jînê
Jinên temenê xwe nîşan didin – Tecrûbeya femînîst a kalbûnê / Hulya Osmanagaoglû
Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin hemû nivîsan: (https://jindergi.com/anasayfa/)